Seyid Feysel Moctevî
Şev reş wekî biskê te, gul sor e wekî dêma
Qendî tu bi lêvê xwe, şîrîn e tirî dêma
Min bîne bi hevsa reş, bavêje be reş maran
Ba seh be li min miska, van sûret û van biska
Totî me li qenda te, bîne weke qendanê
Şîrîn e eger jehr e, peyva te bi min dil da
Dê bikme firek cî da, emrê ku te hez pê kir
Kêm e meger ez yarê? Zincîrîyekî tenya
Bijyê te şerin gel min, ez kirme bi mihrabê
Dê ez bikevim sicdê, van lêv û çen û çava
Dil ketye binê bîrê, bîra xwe nebe yarê
Vî Yûsifê Kenanî, dê misrê bibe axa
Azorde neke xatir, neşkêne dilê bêdil
Ba nebte qisa zolmê, biskê te şe ket ev ba
Şîrîntir î van herfa, nazan dikim ez heyran
Dêla mi te pîvaye, rabe bike ser derka
Seyyid, neke bê sîber, sîber te mi alaye
Nadim bi çi rojê xweş, lehzek li şeva gelda
Sine 2005-08-27