Dil xemgîn im, hizir teng im, hinas kurt im.
Vê bîskê, awir cemidî ne.
Ev dîmenên hestan dikujin, ji kuderê hatine...?!.
Mirin, aveke tal e, gepekî şor e, wêneyekî
bi xwîn e, laşekî ji peyvên rût e. Peyv jî,
rondikên sibatê ne.
Çend roj in, li semaya mirinê semaya
xatirxwestina pirpirîkan temaşe dikim.
Bîstikên dawî ne... bîstikên berxwedaniya
hebûnê ne.
Semaya dirêjkirina rojeke nû ji rojên jiyanê
ye.
Hin ji wan, ser piştê razayî ne, hin jî,
dîlan dikin û bêyî ku hay ji xwe hebin, ser
baskan radiwestiin.
dawiya şahiyê tê...
dawiya kenekî xweşik tê...
şahî jî, dibêje: ez ê neçim û serê buharê,
dîsan, ez ê werim û şahiyekê dî bînim.
Rast e, tê vegerî, lê tê heft rojan bi xwe
re bînî, heft roj jî, dawîanîna şahiyê ye.
Awireke kurt e û tabloyeke bê reng û deng e.
Hêdî... hêdî... bedewiyê distîne û birîneke
bê derman e.
Çima perperîk semaya mirinê bikin...?! Çima
zarok bê ken rawestin û bêriya jiyanê bikin...?!
Mirin veqetîneke dijwar e, ne wisa...??
------------------
Çiyayê Qendîl
gulana 2007
nergizismayil@hotmail.com