Hûçikê kêlîkên me
li pişta bayekî bê alî ye
sirûda dendikên pûç
û veloverînên gumanîyê
di bin çengê wî bayî de ye
bi zevîyên me yî pîroz de
wer dike.
Ew ba di ruwê me de ye
ew ba çepandinên xwe
bi tajanê zorê
li pakiya dilê me diweşîne.
De were..
serê ta tu yî..
ta tu yî..
û ji despêka afirandinê
ewrekî xwêdandayî me
di sûravka arezûyan de
vedigevizim.
De were..
tayê evîna xwe
di sûravka min de dake
helkehelka rêwîtiya min
bê dawî ye…
û di têrnexuriya tilîyên xwe de
li xurînî min dardakirî
nehêle.
Ne bêçare ye
ku şorbûna xwe
li xunava laşê te bibarînim
xunava te…
ji parsûyê ewrê min e
ewrê min
ji kildûmana pêsîrên te ye.
De were..
em dê bi hev re
kopal bidin destê tevdanê..
û civana pakîze
li ser textê mijê
bikarbînin
kanîyên arê evînê
di axa pîroz de
bipejirînin.
De were..
serperiştiya sitêran
li hêvîya me ye
bila destê te
di destê min de bistirê
stirana xwêdana sermedî
stirana derûna guvaştî…
bila kerîyên tilîyan
li kendekorê laşê te biçêrin
bila keştîya dev
di gogkêşa mêyêtiya te de
seyrana xwe lidarxîne
daku em bawerîyê
li şikestin û têkçûnên xwe vegerînin.
De were..
ew bayê ku alîyan
li ber me belawela dike,
em wî bayî
di mista xwe de
di bin çengê kewijandinê de
dorpêç bikin.
Mane ez av im..
tu agir î..
de were..
em bayekî wek dil dixwaze
bayekî bikêrhatî
ji henaseya arezûyan
ji tenikbûna zîzîyê
ji banandinê
ji tîrbûna ximavê
ji pistepista pêsîran
ji xwezaya ronahîyê
ji xwe re
ji hezkirineke bêdawî re çêkin.
De were..
bihêle.. ez ava xwe
di cihoka agirê te de berdim.
De were ..
em av û agir li hev mahrbikin
wê gavê..
heger laş û rewanê me
li yekbûnê şiyar nebin
bila Xwedê
kumê dînîtiyê bi serê xwe de
û mirin
me di valahiya xwe de
bilorîne.