|
Xwendevanên Hêja,
Em bextewar in
ku bi hejmareke
nû derketine
pêşberî we. Me
ev hejmar di
pêvajoyeke ku
pêkutiyên li ser
zimanê kurdî
zêde dibin de
weşand. Em ji
niha ve dibêjin,
rewş çiqas giran
be û hîna jî ji
qumaşî re
xerîdar tune be
jî em ê kar û
xebata wêje û
zimanê kurdî her
bimeşînin. Dîsa
em careke din
hem wek Kovara
Wyê hem jî wek
Enstîtuya Kurdî
ya Amedê
piştgiriya xwe
ya bi rêzdar
Abdullah
Demîrbaş re
diyar dikin. Û
ji ber xebatên
ku kiriye wî
pîroz dikin. Bi
baweriya me
piştgirîdayîn
tenê bi daxuyanî
û çepikan pêk
nayê. Piştgiriya
herî mezin
domandina heman
karî ye.
Xwendevanên Hêja,
Afirîneriya
pêşîn her wext
xweser e û
xwediyê
xwenûkirinê ye.
Bi hejmara
15’emîn me xwest
ku em dîsa
afirînerekî ku
li hember
heyaman têk
neçûye û her dem
ji bo pêşveçûna
romana kurdî
bûye rêber, bi
bîr bînin.
Romanûsê yekem û
bêhempa ku wek
‘Bavê Romana
Kurdî’ tê nasîn
Erebê Şemo, di
vê hejmarê de wê
bibe mêvanê we.
Erêbê Şemo ne
tenê bi
Romanûsiya xwe
bi kesayetiya
xwe ya têkoşer
jî balê dikişîne
ser xwe. Me di
vê dosyaya ku em
ê pêşkêşî we
bikin de
romanûsê
qedirbilind
Erebê Şemo ji
gelek aliyan ve
girtiye dest. Bê
guman der heqê
jiyan û
kesayetiya
romanûsekî wek
Erebê Şemo de ne
dosyayek, ne
kovarek û ne jî
pirtûkek têr
dike. Lê me jî
bi alîkariya
wêjehez û
nivîskarên delal
bi qasî ku me bi
dest xist, agahî
û romanûsiya wî
ji hev veçirand
û pêşkêşî we kir.
Em bawer in ku
ji bo wêjevanên
kurd ên ku
nûnerên heyama
xwe ne divê di
nav rûpelên
dîrokê de
nemînin, bên
bibîranîn û ji
nifşên nû re bên
ragihandin.
Jiyan û
romanûsiya
pêşevanê romana
kurdî Erebê Şemo
ji aliyê Eskerê
Boyîk, Xelîlê
Çaçan, Tîmûrê
Xelîl, Bavê Nazê,
Zeynel Abidîn
Zinar, Ayhan
Meretowar,
Serwet Denîz,
Edîp Polat,
Cîhan Roj û
Abdurahman Bakir
ve ji gelek
aliyan ve hatiye
veçirandin.
Hêviya me ew e
ku me bi vê
dosyayê
afirînerê
bêhempa,
romanûsê pêşeng
Erebê Şemo baş
bi we dabe nasîn.
Ji bilî dosyayê,
Wyê derî ji
helbest,
hevpeyvîn,
pexşan, wergêr û
çîrokên rengîn
re jî vekiriye.
Em bawer in ku
wê her beşek ji
aliyekî ve we
têr bike. Ji bo
hejmara 16’emîn
jî wekî dosye em
ê Seydayê Tîrêj
û ciyê wî di
wêjeya kurdî de
bigirin dest.
Kesên ku
bixwazin dikarin
nêrîn, nirxandin
û lêkolînên xwe
yên der barê
Seydayê Tîrêj de
ji me re bişînin.
Heta hejmareke
din bimînin di
xweşiyê de...
Naveroka Hejmara
15’emîn
SERGOTAR /
Edîtor
SEYDAYÊ
CEGERXWÎN: XANÎ
/ Arjen ARÎ
HER ZİMANEK
ÎNSANEK E /
Evdile KOÇER
QEDERA
DERENGMAYÎ /
Amed Ç. JIYAN
DI GOTİNÊN
PÊŞİYAN DE AGIR
/ Kovara W.
MEYMANÊ XWEDİYÊ
MALÊ / Dilawer
ZERAQ
CEGERXWÎN
TARÎXEK E /
Hevpeyvîn: Enîse
ŞÎRÎN-Azad ZAL
HELBEST MAR E,
EVÊ WÎ Lİ BER
DİLÊ MİN E /
Hevpeyvîn: Fatma
SAVCI MÊRİKÊ LAL
/ Sherwood
ANDERSON
PISÎKÊN ADARÊ /
Şêxmûs SEFER
AGOS / Arjen ARÎ
SIRGÛNA ÇAVA /
Muslum ASLAN
VEQETÎN / Rûheyv
HIN RÊZIKÊN
EVÎNIYÊ / Gernas
RODERÎN
GULDESTEYEK JI
HELBESTÊN FEDWA
GÊLANÎ / Fedwa
GÊLANÎ
DILNAZ / Sîpan
XIZAN
OSMAN ESAD
EFENDÎ Û MEWLİDÊ
CIYO DİMİLÎ /
Prz. Mehmet
GUZELER
Dosye – Erebê
şemo
Amadekar: Enîse
ŞÎRÎN - Azad ZAL
HÎMDARÊ
EDEBIYATA KURDÎ
YÊ EWILÎN
NIVÎSKARÊ EYAN
BAVÊ ROMANA
KURDÎ / Eskerê
BOYÎK
MILETEK Dİ HEYRA
WÎ DE BÛ /
Xelîlê ÇAÇAN
EREBÊ ŞEMO
RÛSPÎTIYA GELÊ
KURD / Têmûrê
XELÎL
HEVPEYVÎNA BI
EREBÊ ŞEMO RE YA
BERÎ 25 SALAN /
Bavê NAZÊ
NİVÎSKARÊ KURD,
KEDKAR Û
SUXREVANÊ WÊJEYA
KURDÎ EREBÊ ŞEMO
/ Zeynel Abidîn
ZINAR
JI ALIYÊ TEKNÎKA
ROMANÊ VE
‘DIMDIM’ Û EREBÊ
ŞEMO / Edîp
POLAT
PIRÊN ŞKESTÎ Û
ÎZOLASYONA GEWR
/ Cîhan ROJ
KESAYETİYA EDEBÎ
YA EREBÊ ŞEMO /
Ayhan MERETOWAR
HER EW HESRET Û
EW XWEZÎ /
Serwet DENÎZ
JI ŞIVANTIYÊ BER
BI ZANYARIYÊ VE
/ Abdurahman
BAQIR
|