Weku her havîn ne tenê ji ber germê, lê ji
ber ku xwîna gundan di rehên me de diçe û tê,
diya min dîsan nivînên me derxist li ser
banê malê, da em ji textê gund dûr nekevin,
da em bikaribin dîsan xweşik sitêrkan
bijmêrin û da çîrokên biçûkaniyê xwe
vegerînin ..
Dema em li gund li ser text dirazan
darstinek ji tariyê hebû û goşiyên stêrkan
ramana me bi alî xwe ve dikişandin, mîna
stêrkên Mem û Zîn û stêrka Beko jî.. Ev tev
li gor dapîra min nexşeya stêrkan ji me re
şîrove dikir û ji xwe me jî dixwest hînî
jiyana stêrkan bibin.
Îroj temenê min 23ê sal in, ti tişt wekî
berê nemaye, ne gund, ne Qamişlo û ne jî ez,
em tev hatine guhertin, belkî ne guhertin be
lê mezinbûn be , ya ez dizanim her tişt ne
wek berê ye..
Îroj ez dizanim Mem û Zîn kurd bûn û eger
herdû stêrk bi rastî yên wan bin naxwe herdû
stêrk kurdî ne, ta bi stêrka Beko jî kurdî
ye.
Îroj ez dizanim wateya binkeyê leşkeran li
ser sînorê di navbra Qamişlo û Nisêbînê de
çi ye. Ne tenê bo leşkerên tirk tê de bin,
lê hin tiştên din hene..
Îroj gelek tişt hene, ez fêrî hinekan ji wan
dibim.
Îroj ez dizanim çima ez nikarim pakêtek
çixaran ji Nisêbînê bikirim bê ku ez
pasporta xwe çêkim. Îroj ez dizanim bê çima
ez bi keçeke Nisêbînê re nikarim bibim heval.
Ma carekê şivanekî kurd ji Nisêbînê şaş nabe
û pezê xwe nayîne çêriyê li Qamişloka kurd?
Ma carekê tirimbêlek ji Qamişlo şaş nabe û
ji benzînxaneyek Nisêbînê benzîna xwe
danagire, qey ew naxwazin!?
Nisêbîn bi Qamişlo re şiyar dibe, bi wê re
dikeve xewê de, lê her tişt li paş sînor,
leşkerê tirk,û Saykis Bîko ne.
Bapîrê min carnan li ser dengê melayê sibê
yê mizgefta Nisêbînê nimêja xwe iyar dike,
lê ew ti caran nikare nimêja Înê li mizgefta
şewq kesk ya nisêbînî bike, ev tişt ne
jixweberê ne..
Û li ser banê malê şewqên malên nisêbîniyan
xweşik dibînim, ta bi şewqên malên Qamişlo
re vedmirin, lê ew di çavên min de şevder
dimînin, tevî ez cavê xwe digirim lê ew
venamirin.
Xwezî dunya zivistan an payiz baya, da ez li
ser ban ne razabama û min ev şewq nedîbana û
xweşik xew ketiba çavên min de, an xwezî
kevirekî min hebaya, min ew avêtbaya leşkerê
tirk berî ez bavêjim şewqên vêketî di çavên
xwe de.
Kevir ne kêm in, lê yên rahêjin keviran kêm
in , …ji xwe ez jî tune me.