Dibin çavan re
tîrên mirinê ji min re
dişîne.
Xirecira lêvên min
û wê .. agir
di bêdengiya şevê de
vêdixîne.
Destên xwe davêjim
bişkovkên kirasê sor
bi qaçaxî..
û ew helbestên evînî
bi pistepist
ji min re
dixwîne.
Nêrgiz û kulîlk
û darên sêva
di meyxana çavê wê de
zarok û tazî ne.
Ji paş sînorê
pêsîran
li cîhanê dinerim
di zindana evînê de
ji hezar salî de
hêsîr im..
û gotinên nabûnê
di serê min de
bawî ne.
Çira gazê
li ser dîwarê bê ziman
hêdî hêdî vedimre..
û zivistana xulmaş
tejika xewê
ji ser çavê mêvana min
direvîne.