|
Baran, pêjn e...;
pêjn e, ku asman li cem in.
Pêjn e, ku asman heta bi wê ne.
Asman, tev yên baranê ne. Balinde, ku asmanan
hînî firê dikin, wisa dibêjin.
Asman, tev li cem baranê ne, tev li ber wê ne.
Belkî berî wan, belkî piştî wan jî. Belkî ser
wan û belkî bin wan jî, wisa ji dilê xwe, yên wê
bin, wisa ji hezkirina xwe, li ber pêjna wê û li
tenişta bin.
Baran esih e. Lewma çiya û demên wan, yên bilind
û lewma destên ku ji bilind, nayên xwarê, li cem
in.
Baran esih e, lewma av li cem e.
Baran esih e; esih tê, û wisa esih jî, dostên wê,
li cem in.
Baran şilî ye, lewma hezkirin û henekên wê,
wexta şil û pil, şêrîn in.
Baran wisa bi dost û yar e, lewma şêrîn, heta bi
destên wê ne.
Baran pêjn e…,
pêjn e, ku dest û dest, dibare;
pêjn e, ku girî, ji dûr, werdigerîne;
pêjn e, ku nav li giriyê me, dike;
û pêjn e, ku destan di destên me de, diçîne.
Baran terr e.
Demsalên terr hindek ji baranê ne.
Şîr jî, terrbûneke hesan û bêrî ye, memik, wisa
radigihînin.
Gelo baran heta bi memikan e, yan memik heta bi
baranê ne? Baran ji memikan e, yan memik ji
baranê ne?
Zarok, çende şêrîn, li bejna baranê tên. Dost û
yarên li cem baranê, çende ciwan, têra hev terr
in.
Ferhenga gîhê, baran û cem wê, wisa dîrok kiriye.
Jixwe dîrok jî, serpêhatiyên gîhê û baranê ne.
Dîrok, wisa, çende terr e. Dîrok, wisa, çende
xweş û şêrîn e. Dîrok, wisa, çende nerm e, ku ji
paşila baranê dertê.
Gîha, wisa, çende hesan e, ku baranê şirov dike.
Baran bîra avê ye.
Ma li bîra destên te nayê, ku wê avê, destên
gulan, êvar û hêsirên mûma dawî, çende, bi
hatina wê re, terr dibûn ?
Ma li bîra keskê te nayê, ku çawa destên me, di
pencerên terr re, dişêliyan hev û şevên şiliyê
diyarî hembêza hev dikirin?
Ma li bîra destên te nayê, ku me çawa girrê xwe
di gîhê dida, ku çawa gîha zehir bi terrbûna me
dikir?
Ji pencereyên terr zûtir, ma kirrek heye, ku
tîna destan, li cem baranê, bişikîne ?
Ji destan bigirrtir, ma girrek li cem baranê
heye, ku terrbûnê, wisa dilovan, hişyar bike?
Ma ji terrbûna me hişîntir, ku dibe destek ji
baranê û li ser lêvên çemên buheştê hişîn tê,
dartahmek din heye?
Kî girrê gîhê nizane, ku li cem baranê ye?
Kî girrê daran nizane, ku di baranê de ne?
Kî girrê destan nizane, ku ji baranê tên?
Kî girrê baranê nizane, ku ji destan û vir de ye?
Xwezî, tu careke din jî, bibaya girr.
Xwezî, baran careke din jî, vî girrî, li cem min
û te baya.
Xwezî, gîha dîsa bibaya em û terr bi girrê me
biketa.
Terrê me girr e.
Girrê me terr e.
Kirrê me baran e.
Û baran, terrê bi girr, gîhayê bi girr û em yên
bi girr in.
Baran, hîn jî, li cem destên me ye.
Asman, hîn jî, mîna destên me, esih û terr in,
heta bi baranê.
Baran, hatin e...;
hatina ji dûr e, ku her dûrek, li cem e.
Dûr, şansê baranê ye…
Hindek şans asman e; hindek ewr e; hindek çem e;
hindek derya û qerax e; hindek çiya û deşt e;
hindek gîha ye; hindek şîr e; hindek memik e;
hindek pencere ye; hindek “sêva Xelatê” ye;
hindek “Girê Heyhayê” ye; hindek darbest e;
hindek paş-dest û pêş-dest e; hindek cem-dest;
hindek jor-dest û jêr-dest e; hindek têr-dest e;
û hindek dar-hest û helbest e.
Baran sihûd û qubal e,
pêjna memikan jî, li asmanên baranê, wisa tê.
Baran pêjna zarokan e.
zarok pêjna baranê ne.
Baran li derve ye…
Aaaaax derve çende şêrîn e.
Baran pêjna destan e…
Li bîra te tê, wexta ku destên me, diketin
baranê û bi kevanê keskesorê, gilî û gazinde, ji
navbera hev û ji nav tiliyên hev, diçinîn?
Baran, navber e:
navbera deman û deman e;
navbera çiyan û çiyan e;
navbera dilan û dilan e;
û navbera destan û destan e.
Destên min, bêriya navberekê dikin.
Navber, heta bi baranê ye.
Baran, hîn li derve ye.
Xwezî careke din, derve bibaya em, ku hîn li cem
baranê ye.
Xwezî em bibin baran…
Xwezî...
|