Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

28 January 2008 16:04

 


 

Dara miriyan
Ehmedê HUSEYNÎ

Dîwarê di navbera hewşa me û hewşa cîranê me Mehmûdê Bişar
de, dîwarekî nizm û ji kelpîçên axê bû, li gorî bejna zarokatiya me ya wê
çaxê hatibû avakirin. Lê her ku em mezin dibûn dîwar jî bi me re bilindtir û
asêtir dibû. Du darên tûyan, yek navê wê dara Evdê di hewşa me de û yek
jî bi navê Reşad di hewşa cîranê me de, bûn. Evdê û Reşad,
hemtemen, hemwane, hemdibistan û hemxewn bûn.

Herdu bi hev re çûn sînemayê û bi hev re bi heman agirî hatin biraştin,
di goristana Amûdê de li tenişta hev hatin veşartin û li ber serê
her yekî ji wan dareke kajê hate çandin.

Darên wan, li pey çûyîna wan, li cihên xwe man, darên tûyê, tûyên sor, spî,
zer, kesk, reş, tûyên di çêja xweliyê de, di rengên mirinê de û di
bejna bêrîkirina dayikên wan de. Her wisa çîveçîva çûkên gizingê, bîna
qehweya tal a bavê min jî, di pey wan re, li cihên xwe man.

- Bavê Hewas! Bîna goştê biraştî ji van daran tê! Di her çequlekî
de rûyê reşeqederekê, di rîş û qurmên van daran de pêlên
şînîgirî û deryaçeyên reşegirêdana dayikên Kela Dimdimê dibînim
ha! De vî barê giran ji ser dilê min bavêje!

- Ew ne bîn e Şêxê min, ne jî qeder e, ew sîberên miriyan in, baranên
kenên wan in, rûbarên tinazî û laqirdiyên wan in, şevbuhêrk û
evînbaziyên wan in, dest ji pêçana wê cigareyê berde, de ka em herin serdana
Evdê û Reşad, bawer im niha çavên wan li me digerin! Bavê Hewas bersiva
bavê min dida û dest bi pêçana cigareyekê dikir.

Bavê min, dara tûyê ya ku bi navê birayê min Evdê bû, ji hewşa me hil
kir û ji qurm ve avêt.

Piştî çavên reş ên Evdikê min, bila dar li dinyayê nemînin. Bila
tû û sîber bimirin, bila çûkên berbiyaniyê xwe bikujin.

Piştî 25 salan, niha jî em dê bi destê xwe dareke din ji darên tûyê
bişewitînin. Lê niha em qênc, jixwerazî, çepgir û xwedêgiravî
rewşenbîr û şagirdên zankoyê ne. Diya min biryar daye ku dara tûyê
ya ku li başûrê hewşê ye, bişewitîne. Bahane jî ku, darên
tûyê bêyom û li me nayên.

- Îşê vê darê ji mirinê nîn e dayê!

- Hebe yan tune be, piştî çavên bavê we, lingên vê darê li hewşê
neman!

Niha, ji metbexê li dara pêşberî pencereyê dinêrim.

Bavê min û birayê min Evdê, Mehmûdê Bişar û kurê xwe Reşad li bin
siya darê rûniştîne, der barê şewata mirovan û daran de dipeyivin.

Qehweya xwe ya tal vedixwim û cigareya xwe vêdixînim. Dara li pêşberî
min jî dest bi vegotina bîranînên miriyên xwe dike.

Bîna goştê biraştî tê min…






                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1