|
Di vexewndina min de ji
pirtûka Nizar Agrî re ya bi navê "KAN YA MA KAN"
ji tevna wî
û çapemenîya "DAR AL ZEMAN; Şam- Sûriya 2006 bi
zimanê erebî ku bi kurdî tê wateya “Hebû nebû”
ku N.Agrî li ser çend çîrok û serpêhatiyên
kurdan diraweste û wan ji hev divewejîne! Yek ji
wan jî Mem û Zîna Ehmedê Xanî ye.
Tevlî ku min bi sedê caran Mem û Zîna Ehmedê
Xanî xwendibû û bêtirî wê jî ez ji ezberbûm û di
bûyera 300 salaliya di ser nivîsîna Mem û Zîn de
ku min û çend hevalên rewşenbîr pirtûka "
Kurdish Nationalism in Mem û Zîn of Ehmedî Xanî"
ya Ferhad Şakilî wergerand bo zimanê erebî û
weke pirtûkekê hate belav kirin û çend şevên li
ser neteweperweriya Ehmedê Xanî û Mem û Zîna wî
ku me li Qamişlo, Amûdê û Hisîça pêk anîn û di
wê salê de (1995) mamosta M.Emîn Bozarselan
nameyek bi navê xwe û birek ji rewşenbîrên kurd
ji UNESCO re şand ku sala 1995 bikin sala Ehmedê
Xanî û Mem û Zîna wî di nav Neteweyên Yekbûyî
de. Lê mixabin ev xwestek weke gelekên din neçûn
serî! Di vê bûyerê de rewşenbîrên kurd jî li her
çar perçeyên Kurdistanê û Ewrûpa festîval,
semînar û şev lidar xistin û bi sedan helbest û
gotar nivîsîn û di çapemenîya kudî de hatin
belav kirin; bi hêviya ku karibin hinek ji
rumetên Xanî li ser çand û neteweperwerîya
kurdan lê vegerînin!
Bi rastî dema ku min pirtûka N.Agrî xwend ez mat
mayî mam! Ji bo wilo ez dîsa li pirtûka Mem û
Zîn vegerîm û vê carê Min bi kûrî Mem û zîn
xwend û ez ketim ramanên kûr û dirêj û min ji
xwe pirsî: Gelo tanî niha me rewşenbîrên kurd
Xanî û Mem û Zîna wî şaş xwendiye û naskiriye û
raste weke N.Agrî dide xuyanîkirin ku Xanî
zilamekî oldar û nefsa wî gelekî qels bû di
zimanê Kurdî de û ji xwe neteweperweriya wî bê
şik tev derew û zilamekî heyranê navê xwe bû û
li sermilên kurdan xwe da xuyanîkirîn! Û di
esasê xwe de Xanî Mem û Zîn ji Memê Alan dizî û
Mem bi xwe jî zilamekî qewad bû - dii nerîna
N.Agrî de.
Lê disa jî min pirsî gelo ev nivîskarê
payebilind (N.Agrî) çima tanî niha kesî tu
beşdariyên wî ên bi Zimanê Kurdî di çapemenîya
kurdî de nedîtine! destpêk ji kovara Metîn,
Decle, Armanc, Nûdem, Azadî, Gulistan, Pirs, Aso
û ne jî di malper û belavokên tevgera rêxistinên
kurdî de nedîtine û tanî niha ev rexnevanê mezin
û hêja li ku bû ku ji zû ve rêyên me yên netewî
bi ronî bikra û em jî ji mirîdîtîya yên weke
Xanî û yên din azad bibana û em çilo mabûn di vê
kûraniya rewşenbîrî de û nezanistiya me ji çand
û wêjeya me re!
Di vê xwendinê de ez ê tiştê ku Agrî nivîsîye û
tiştê ku di Mem û Zîn de hatiye bidim berhev û
ez ê gelekî zelal bikim bê çiqasî Agrî şaş çûye
û sedem jî di nerîna min de ev in:
1. Agrî Mem û Zîn fêm nekiriye yan jî nikarîbû
fam bike û gelekî di ser re çûye (Ne bikûrayî lê
neriye û zar û zaravên wê ji hev dernexistîye)
yan jî tenê rahiştîye Mem û Zîn rûpelên wê li
hev qulibandiye û hema derhal rahiştiye pênûsa
xwe û dest bi rexneyên xwe yên ne li cih kiriye.
Agrî di rupela 41 de dibêje:
Ji Malika 1 – 360 Xanî pêşgotina xwe û ramanên
xwe yên netewî û olî dide xuyanîkirin û tu
girêdanên wan bi çîrokê ve tune ne!
Ji Malika 361 – 2453an de çîrok û astengî û di
nav de gelek gotinên Xanî yên kelevajî hene; ku
tu girêdanên wan dîsa bi çîrokê ve tune ne!
Ji Malika 2454 – 2656an de û tanî dawî dîsa Xanî
vedigere ramanên xwe û dîsa jî ti têkilîyên wan
bi çîrokê ve tune ne!
Eger em li van gotinên Agrî ên jorîn meyzebikin
emê bi hesanî zanibin bê çiqasî Agrî xwe bi
xwendina pirtûka Xanî re êşandiye û bi mihan û
salan li pey şopa bingehê gotin û peyvan[ zar û
zaravên wê[ ku têde hatine û bi kûrayî li ser
zar û zaravê Mem û Zina E.X kolaye û ji hev
vewejandiye!!!....
2. Mixabin tê diyarkirin ku Agrî gelekî xwestiye
ku dengekî weke gurrî bi xwe bixe! Hema rabûye û
gelekî bi arzanî lê nerîye û zemanê (wextê) Xwe
yê giranbuha çend deqîqe pê re qedandiye û
pirtûka xwe ya zêrîn nivîsandiye; Xanî tê de
şermezar kiriye (Xanî li ser ên weke Agrî wilo
dibêje: Ma'mul ewe ji ehlê rszan ew dê nekirin
bi min tinazan); deyndar derxistîye, ew li
meydana cirîdê şikand û xwe weke lehengekî di
warê rexnevanîya kurdî de û nemaze Mem û Zîna
Xanî ku kurd û rewşenbîrên xwe yên bê aqil û kor
û nezan; ku wê weke destanekê dibînîn û Xanî jî
weke neteweperwerekî dibînin û wî dighînin asta
Firdewsî û bi vî awayî pirtûk bi erebî belav
kiriye! Em gelek hêvîdarbûn ku pirtûk bi zimanê
kurdî ba ji bona kurdên me yên nizanin bi zimanê
erebî bixwîni wan jî ji vê kaniya zelal av
vexwara û pê pîroz bibana!
Agrî Mem û Zîn weke komek bacan yan jî pîvaz
didît! û di hundirê pênc deqîqan de wê ji hev
diveqetîne, ê hûr danîn alîyekî, ên orte danîn
alîyekî din û ên gir jî danîn alîyê sisiya (Wassalam)!!
Di rêşopiya pirûkan xwe de "Kan Yamakan" N.Agrî
wilo Ehmedê Xanî dibîne: Bi zimanê E#erebî û di
bin re min wergirtye zimanê Kurdî
ثم يتوقف المؤلف عند الأسباب التي دفعت به إلى وضع
نص مم و زين ويذكر من جملة ذلك :
افتقار الكرد إلى الأد ب والعلم والمعرفة واتسام
اللغة الكردية بالضعف و الهزال إزاء اللغات الأخرى.
ومن ذلك فإنه شمر عن ساعديه وتناول القلم واخذ على
عاتقه اجتراح اعجوبة تنقذ الأكراد من هذا العار.
ولنا ان نلحظ مقدار ما ينطوي عليه هذا الزعم من
غرور لا يعرف الحدود فكأن مصير اللغة الكردية كانت
توقفت على رغبته في ان يصنف كتابا ينزل الأكراد
منازل العلم والثقافة فإن لم يضع نصه في أيدي
القراء كان الأكراد ضاعوا وانقطعت بهم السبلê
وينقد المؤلف حال الأكراد وافتقادهم الى مكانة
لائقة بين الأمم ووقوعهم بين أيدي ثلاث أمم تتحكم
بهم وتأخذ بهم مآخذ شتى وهو يدعوا من الله أن يمن
على الكرد بملك مقتدر وعادل فيوحدهم و يعلي من
شأنهم في الأممê الكتاب صفحة 81ê
Wergerandina vê nivîsara jorîn wilo ye: N.Agrî
li ser Ehmedê Xanî dibêje:
(Nivîsevan yanî E.X li ser sedema kû hiştiye M.Z
binivîse gelek in ji wan: Qelsiya kurdan di edeb,
wêje, îlm û zanistiyê de û zimanê Kurdan
zimanekî qels û ji hevketîye li gor zimanên din!
Ji bo wilo E.X zendikê xwe vemaltin û rahişte
pênûsa xwe û tiştek bi ecêb ji bona kurdan
nivisî; ji bona ku wan ji vê fedî û şermezarîyê
xelas ke!? Gelekî belû ye bê çiqasî E.X di ser
xwe re çûye serçûneke bê sînor û xwe payedar û
di ser milletê xwe re dibîne! E.X dide xuyanî
kirin ku ne ji vê nivisara wî ba; tucarî kesekî
kurd di cihê rewşenbîrîyê de ne didîtin û wê
windayî b mana tu kesî nizanî bû bê ew kî ne! û
ew ji Xwedan dixwaze ku serdarekî bi hêz rabe û
kurdan bighîne warekî payebilind û zanîn û
xuyayî yê!).
Ehmedê Xanî di sedema nivîsîna pirtûka xwe M.Z û
bi zimanê kurdî wilo dibêje:
XANÎ JI KEMALÊ BÊ KEMALÎ
MEYDANA KEMALÊ DIMIT XALÎ
YANÎ NE JI QABIL Û XEBÎRÎ
BELKÎ BI TA'ASIB Û EŞÎRÎ
HASIL JI ÎNAD EGER JI BÊDAD
EV BID'ATE GER XÎLAFÊ MU'TAD
ÎNAYE NIZAM Û ÎNTÎZAMÊ
KÊŞAYE CEFA JI BOYÎ AMÊ
DA XELQ NEBÊJITIN KU EKRAD
BÊ MA'RÎFETIN BÊ ESL Û BINYAD
HEM EHLÊ NEZER NEBÊN KU KURMANC
IŞQÊ NEKIRIN JI BO XWE AMANC
KURMANC NE DI PIR BÊ KEMALIN
EMMA DI YETÎM Û BÊ MECALIN
FILCUMLE NE CAHIL Û NEZANIN
BELKÎ DI SAFIL Û BÊ XWEDANIN
GER DÊ HEBÛYA ME JÎ XWEDANEK
ALÎKEREMEK LETÎFEDANEK
ÎLM Û HÛNER Û KEMAL ÎZ'AN
ŞI'R Û XEZEL Û KÎTAB Û DÎWAN
EV CINS BI BÛYA LI BA WÎ MA'MÛL
EV NEQD BIBA LI NIK WÎ MEQBÛL
MIN DÊ ELEMA KELAMÊ MEWZÛN
ALÎ BIKIRA LI BANÎ GERDÛN
PÊ NAVÊ RIHAMA MELÊ CIZÎRÎ
PÊ HEY BIKIRA ELÎ HERÎRî
KEYFEK WE BIDA FEQÎHÊ TEYRAN
HETTA BI EBED BIMAYÎ HEYRAN
ÇIBIKIM KU QEWÎ KESADE BAZAR
NÎN JI QUMAŞE RE XIRÊDAR
GER ÎLMÊ TEMAM BIDÎ BI POLEK
BIFROŞÎ TU HIKMETÊ BI SOLEK
KES NAKETE MÎTERÊ XWE CAMÎ
RANA GIRITIN KESEK NÎZAMÊ
Eger em li nivîsîna Agrî ya bi erebî binêrin emê
bi hesanî tê de bibînin bê çiqasî camêr bi
qeşmerî û pê re jî bi xebîsî li ser Xanî
nivîsiye û bi taybetî jî dema di erebî de yek
bibêje "Filan şammar en saideyhî" yanî weke tu
qerfê Xwe pê bike, ev yek; a didiwan: gotina "Ictîrah
û'jûbe" di zimanê erebî û bikaranîn di yekî weke
Xanî de dinerîna min de bê edebîyek e, ji be rev
ne gotareke rojnamgerî ye ku Agrî weha bibêje!
- Agrî dibêje: Xanî gelekî bilind û di qada
jorîn de xwe dibîne (مغرور) Malika yekem bersive
(Xanî ji kemalê bê kemal.....Yanî ne ji qabil û
xebîrî)
(Teşnî nekin wekî xeyûran Islah bikin li min
qusûran)
(Eshabê Kemalê Perdepoşin Erbabê Xerez di pir
xuroşin) û Xanî bi dehê caran di M.Z de
kêmasiyên xwe dide xuyanîkirn û doza lêbûrînê ji
kurdan dixwaze! Di malikên jorîn Xanî pesnê sê
helbestvanên kurd daye; Cizîrî, Herîrî û Feqê
Teyran. Gelo îro Agrî kare pesnê hinek hevalên
karê xwe yên rojnamevan weke Ibrahim Yûsiv,
Salar Osî û yên din bide û wan bide pêşiya xwe!
Nefstenikbûna Xanî weke roka havînê belû ye eger
mirov ne kor be wê wêna bibîne! Û gotin tê de
nabe (Ev gotinên ku me daxuyanîkirin li ser
nefêmkirina Agrî ji M.Z diçesipîne!)
- Dîsa Agrî dibêje: Xanî zimanê kurdî qels û
jihevketî dibîne, Xanî dibêje:
Safî şemirand vexwarî durdî Ma nende durê Lîsanê
Kurdî.
- Xaleke gelek taybet heye ku Agirî gelekî Xanî
pêve girêdaye di pirtûka xwe de ew e; (Xweda û
olîtîya Xanî) mirov dikare di her ruplekê ji yên
pirtûka wî de bibîne; rast ne rast û vê yekê ji
Xanî re weke gunehekî dibîne û ewî pê ciza dike!
Sedama wê jî ew e ku astengiyek di hundirê Agrî
de heye dijî oletîyê û belû ye kû hîna ji
zikmakî de pê re maye û mixabin tanî îro
nikarîbo xwe jê aza bike.
- Di rûpela 63an de Agrî E.X girê dide bi
cîwarekî û dijîtiya Xanî ji warekî dî ve dide
xuyakirin û sedema wê jî di nerîna Agrî de
mijareke eşîrî ye yan jî bendîtiye! Pirsa me ew
e gelo wê demê jî Mehmûdkî û Etmankî; Xelîl Begî
û Îssa Begî jî hebûn! Û eger wilo be gelo Agrî
kare ji me re diyar bike bê Xanî Mahmûdkî yan
Etmankî; Xelîl Begî bû yan jî Îssa Begî bû!
- Agrî dibêje ku Xanî ji Xwedê dixwaze ku
serdarekî bi hêz ji kurdan re bişîne lê E.X di
wê malikê de navê Xwedê bikar neanîye tenê
dibêje:
(Ger dê hebûya me jî xwedanek Alîkeremek
letîfedanek). Agrî gotina Xwedan di vê malikê de
ji ku anî! Xwedanek li vir: Yanî serdarek ne
Yezdan anjî Xwedan.
Gelek xalên din hene ku min dixwest ez li ser
rawestim lê tê xuyanîkirin ku berdewamiyek wilo
wê bibe pirtûkek jibo vê yekê ezê hinekî vê
xwendinê kurt bikim û bi hêvî me ku rewşenbîrên
din wê li ser xalên din weke Şeytan, guftûgoya
Xanî bi xameya wî re û pirsa neteweperweriya
Xanî û M.Z a wî û whd.
Lê ez gelekî bi hêvî me ku rojekê mamostayê me
yê payebilind vegere Hicra melayekî ji ên
gundekî kurdan û li ber destê mele hînî
veweşandina Mem û Zîna E.X û hînî nivîsandina bi
ziman û tîpên kurdî bibe û pê re jî doza
kurdperweriyê ji nêv kurdên paqij û delal bibe!
Wê demê belkî bikaribe rojekê ji rojan li ser
Mem û Zîna Ehmedê Xanî raweste û VEJÎN bike ne
RIJÎ bike!!.
Bi rastî min mebest hebû ku ez vê havînê herim
Bayezîdê li ser gora Xanî û çend malikên
helbestê yên binî ez li ser kêlawî binivîsim!
Ji Xanî re
Sêsedê sala qedabû tevna warê me te rist
Lê mixabin her me hûnî xav dihatî yan jî sist!
Ger bi sohtim laş seranser pêş te nadî ronîyek
Lê di wan baxên te çandin belkî bibme çuqlîyek!
Kovara METÎN Hejmara 45 1995
Lê dema min pirtûka Agrî xwend min biryar û rêya
xwe guhert û di şûn de min çûna Cizîra Botan û
gorna Melayê Cizîrî di plana xwe de danî berî ku
N.Agrî pirtûkeke din li ser Cizîrî binivîse; wî
tê de ciza bike ku çawa ewqas helbest ji bo
çavên jinekê gotiye û fermana wî ji Qolordîya
Dîyarbekirê bîne û hestîkên Cizîrî bavêjin çemê
Dicle û wî ber bi Mûsil de sirgûn bike! Nemaze
jî ku Cizîrî bi zimanê erebî gotiye: Sabahul
xeyrî xana min!
--------------------------------------------
Qamişlo 31ê Gulanê 2007
|