H  E  V  G  I  R  T  I  N  A

REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE


اتحاد المثقفين الكورد-غربي كوردستان في الخارج
rojava@rojava.net
 

 
 

Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

 

 
 
 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


 
 


Bê gunam Şêx Mimende Meeşuq el-Xeznewî
Rêjîma Suriyê
nasdikir..
 

 rojava.net 04.06.2005
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Medeni Duran

Dema min kuştina birêz  Şêx Mihemed Meeşuq el-Xeznewî bihîst, birastî sergêjek li min gerîya, dilê min kelî, kela girî kete qirka min û mîna tamamê  kurda ez jî bi hêrz bûm. Qîrdanê zoraminbir û ez qîrîyam, lê dengêmin tenê di hate gûhêmin ji ber kû ez ji

li welatekî xwerîb’ penaberim. Mîna Şêx Mihemed Meeşuq el-Xeznewî yê welatparez’ ez jî  muhalîfê rejîmê kû dijminatîya gelê kurd dikinim. û ji ber ve ji li welatekî Ewropa di qampeke de surgun dijîm. ez jî li welate xwe demeke karmend bum bi hehan karker li atolîyen min kar dikirin.

belê devlata dagirker mîna gelek welatparezê Kurd ez jî bi liyîska  girtim bi îşkenceyen giran re rû bi rû hiştim, mal û milkê min jî bela bu dema ez girtî.

davîya girtin û  îşkenceya nehat, neçar mam ku ez derkevim dervî  welat.An ha ez dev ji çîroka xwe berdim dîsa vegerim ser Oldarê Kurd Şêx Mimende Meeşuq el-Xeznewî

Bê gunam Şêx Mimende Meeşuq el-Xeznewî Rêjîma Suriyê nasdikir û baş zanî bu ku welatparezî barekî girane lê wî rahiştibu vî barê giran.

Di bernameyeke zindî ya Roj TV de, Şêx el-Xeznewî ev  bi avayek wekirî di digot: "Ez dizanim ku ez bi êgir dileyizim." ev jî vê rastîyê wekirî nisandi dê kû şex ne xeşim ne jî ne zanbu baş zanî bu kû welatparezî ne arzane û bûhayê vê ji bi zanê bûn didayê.

Dema gelek bindest bê, kesen mîna şehîdê nemir, Oldarê mezin,Şêx Mihemed Meeşuq el-Xeznewî nikarin bê deng bimînin, ew pêşengîya gel dikin. wek şaxsîyet, wek welatparêz, wek Şêxê Kurdan.ev bar barê kesen bi şeref û namuse.Şêxê Kurd’ê nemir jî ev baş zanîbu û li govê jî di têkoşa.

Pêvîstê kû her şexsîyet her welatparez her bahvermend her revşembîr vê reça welatperezê kurd Oldarê mezin baş fam bikê û rêçawî bi şopînê ta kû layîqî vî gelî bibê.

Ez soz didim ji tere’ Şehîdê nemir’ Oldarê mezin’ Şêx Mihemed Meeşuq el-Xeznewî, kû ezê girêdayî rastîya te bim, Welatparêzîya te wê ji min re mînak bê. cesaret û fedakarîya te yî bê sînor ya kû te ji bo vî gelî daye vê rohnî bê ji riyamin re."Şêxê Kurdan namire" ev duruşme bi tevayî gelê Kurd ji bo nate avêt ez ji bi bangek bilin di bê ji Şêxê Kurdan namirê....

Goristana Qudurbek ya li Qamişloyê tenê mehvandarîyê ji laşêtere dikê’ rihê te timî vê di nav dilê gelê Kurd de bi jî’"Şêxê Kurdan namirê" bila di serî de Rêjîma Suriyê û bi giştî rejîmê kû dijminatîya gelê kurd dikin baş bi zanibin.

 berpirsên dezgeh,sazi  û  partiyên kurda bê guman divet ji ve katlere be deng nemîni. Şehîdê nemir Şahsîyeten welatparêz yê mîna birêz Şêx Mihemed Meeşuq el-Xeznewî bi plan ten hilbijartin ji bona kuştinê’ev kuştinê hovane ji hêla dijminen kurdan ve ten organîzekirin.

Li tirkîye dema behsa konsepta sala 1992an were kirin, di serî de kî dê werin bîra we? Weke ku ez dengê we dikim ku hûn dibêjin Tansû Çiller raste.belê beri ku em bahsa Çiller bikin verin em pevre minerin bê Çiller çava bû Serokvezîr li tirkîye Turgut Özal weke ku tê bîramin, dixest kû di derhaqa pirsgirêka kurd de gavin erênî bavêjê, lê

mixabin  hat kuştin.Demirel bu Serok devlet li tirkîye Çiller jî bu Serok vezîr gelek der û dora bi hevî li Çiller,ê nerî di dîroka tirkîyede cara yek emîn bu kû jinek bubû serok vezîr,ev jî di serîde li Emrîqa dura jî li Ewropa bi kefxeşî hati bu peşwzîkirin.ji bona ku demokrasi li tirkîye peş kevê di seride pişgirî jî girt, mixabin dema bu dema çete û kuştinen bê darizandin.

Dema ku Haviz Esad, çu ser dilovanîya xwe û Beşar Esad çu ser cihe dîse bi hin der û dorare hevî  çe bun ku di revebirîya Surîyê de guherînin baş çe bibin û rîya Azadî, Demokrasîye vebê.

Êdî ev demeke dirêje ku li ser mîrateya bavê xwe Haviz Esad,Beşar Esad rûniştiye.Qaşo dê êdî polîtîkayê bike û herwiha dibe dest û biraye devleta faşit ya tirkîye, bi gotinek dî Beşar El  esad jî  mîna Çiller,e di serîde Emrîqa û Ewropa hin der û dorê ku jê bi hevi bun matmayî hiştin.pistgiriya hêz û gupê terorist kir li Iraqê li Lubnanê dîse tevlî kuştine siyasî bu li Rêjîma Suriyê li Rojaveye kurdistane jî Saxsîyete welatparez’ Revsembîr û sîyasetmedarê kurda bi darê zorê derdixê dervî welat’Zindan dikê’an jî bi kustinê katile van ne dîyar katil dike, Şêx Mihemed Meeşuq el-Xeznewî

yek ji van kesê kû Rêjîma Suriyê jê bi tirs bu, Şêx  dikarî bû roleke jî bona yekîtîya kurda li kurdistana Surîyê bilîzê ji ber vê jî

10-gulan-2005-ê li Şamê ji ber deriyê medreseya (Merkeza Dersên Îslamî)  hat girtin. Berpirsyarên rejîma Sûriyeyê gotin  hay jê nîne û nizanin ew li kûderê ye. Lê kesên şahidê bûyerê wesfên tirimbêla ko şêx xistin tê de û nimareyên wê bo berpirsyarên Sûriyeyê gotin.20 roj bûn ew winda bû û dihat zanîn ko dewleta Sûriyeyê ew girtiye.

Pîştî 20 rojan şunde laşevî kuştî hat dîtin.Ev jî konsepta sala 1992an li kurdistana bakur tîne bîra mirov.Gelo piştî ku seroke rejîma Sûriyeyê Beşar esad çu tirkîye konsepta sala 1992an ku tirkî li diji karmend,siyasetmedar,revşembir û şaxsîyetê Welatparez en kurd  xist rojevede  esat ji devlata tirkî devr git ku li rojavaye Kurdistane bixe jiyanede. dema ku mirov vê pevajoye di şopîne birastî ev îşarete  baştirîn xuyadikin. Rêjîma Suriyê

di xwazê di serîde Kurd Suriyê bi giştî, Kurda çav tirsandî bike.bi kuştîne hovane,

 

 

lê ew hesabêvê vala derkevê, Ji ber kû Kurd êdî ji rejîmê  veke baas û Kemalîst hesaba nake dema ku Azadî, Demokrasî daxaza van bê  Rêjîm Suriyê pişti kuştîna

Şêx Mihemed Meeşuq el-Xeznewî  ev dît kurd ji bona azadî û Demokrasîye hesaba jî tû kes û sîstema nakin di serîde li rojavayê Kurdistan û tama me cîhanê Kurda ji bona şehîdê nemir  Oldarê mezin Şêx Mihemed Meeşuq el-Xeznewî  çalaki û  xwepeşanda pek anîn ji ber vê jî Rêjîma Suriyê  tengav ma vê gavê jî dixwaze xwe ji kuştina wî bêrî bike, lê zehmet e. bi gişti gele kurd di zane ku qatile Şêx Mihemed Meeşuq el-Xeznewî Rêjîm Suriyê ye...

 

Li gorî ku ez li dîroka me ye derbasbûyî dirênim û ji ya niha jî fahm dikim, dema kû

rêberên partî, rêxistin, civak an jî beg, axa û oldarên Kurda ye rizgarî xwaz nêzî

hev bûne û dibin, hingê şîdet û zilma rêvebirên dewletên ku Kurdistan dagirkirine li ser hemû kesayetên Kurdan zêde bûne û ew musilman, êzdî ,alewî dewletên ku Kurdistan dagirkirine van ji hevûdinê cûde nakin- nekirine. li gorî bîr û bahverîya nin  heta piraniya partî, rêxistin, rêber, rewşenbîr, ronakbîr, karker, xwandevanên Kurd êzdî, musulman anjî alewî xwe di nava civakê de yekîtîyek bî hez pek neynê

ne dikarê pêşîya kuştinê bi vî rengî bigrin

 

Ez weke Kurdekî bakur, bi kuştina Şêx Meeþuq el-Xeznewî, morivê oldar û welatparezê  Kurd gelekî xemgîn bûm. di serî de ji malbata wî û tevaye kurdre

Sersaxî û sebrê dixwazim.

 

 

 



medeniduran47@hotmail.com

 

 

 

 

 
 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE