|
Roniyek li ser jiyaneke
windayî
Dr.Zara Brahîm
Bêguman bajarê Qamişlo îro yek ji wan bajarên
taybet e, ne tenê di cografiya
kurdistanê de, lê belê ew bûye paytext di dilê
her mirovekî kurdistanî de ji
ber wê dilzîzî û dilovaniya xelkê wê, her û her
lana leheng û qehremana ye.
Gava mirov dîmenekê ji wan kolanên wê bigrê,
gelek êş û kul xwe didin der.
Bi dehan zarok û xortên nûhatî jiyaneke hejar û
perîşan ji bêçarî lê derbas
dikin, û heger ev kes hatine jibîrkirin ji aliyê
dewletê ve, ya ku di ber
mafên wan de berpirsiyare, lê tê xwestin kû em
jî wan jibîr nekin.
Xortekî bîst û sê salî ye, navê wî Ronî ye,
bêtirî deh salan kû wî nas
dikim, dê û bavê wî herdû çûne ser dilovaniya
yezdan xwe hîn gava ew di
pêçekê de bû, zavayê wî( mêrê xuha wî) ew
xwedîkir, çikû bavê wî di jin
anîbûn tevlî hemû astengiyên jiyanê û zehmetiya
xwedîkirina zarokan. Kalik û
pîrka wî jî guh didanê, sedema vê rewşa nesax,
Ronî bêtirî xwendina serete
tewaw nekir û di bere jî destbikar kir. Pelikê
şens( yanesîb) difrotin bonî
alîkariya malê bike, dawî dev ji dibistanê berda
û ma karkerekî ji temenê
xwe meztir di jiyana xwe ya zaroktî de. Lê
herûher dilê wî biser xwendinê ve
bû û roj bi roj ew nostalciya xwendinê canê wî
diguvaşt, lê mixabin êdî dem
derbas dibû.
Ronî ta ku hinekî dilê xwe xweş bike, diber wî
karê firotinê de dest bi
zimanê kurdî kir û hêdî hêdî fêr dibû, gelek
caran dihat cem min û pirsê
ziman dikirin, û niha ew bi kurdî dixwênê û
dinivîsê û her dem berîkên wî
dagirtî pelikin û gotinên kurdî yên nû nivîsîne.
Jibilî vê jî ew li malê, zarokên xuh û birayên
xwe hînî zimanê kurdî dike û
her tim gotinên wan yên şaş rast dike, û li cihê
kar, li kolanên Qamişlo ew
heval û dostê xwe naberdê û bela xwe ji wan
navekê û gotinên wanî erebî şaş
rast dikê û gotina kurdî hemberî jêre tênê,
tevlî kû hin ji wan qeşmeriyên
xwe jî pêdikin.
Lê tiştê herî xweş kû şahiya mirov tênê, kû êdî
ew hînî zimanê ingilîzî bûye
bê kû here tu dibistana ji xeynî dibistana
kolanên Qamişlo, û ji wî re bûye
armanc kû hînî gelek zimana bibê, jiber wilo jî
ew fêrî hin zimanên herêmê
yên devkî bûbû weke filehkî-aşûrî û ermenî,
sedema têkiliyên wînî kar bivan
xelkan re.
Bi rastî mirov gelekî serbilinde bi van xortên
weke Ronî, çikû dibin barê
giraniya jiyanê de, ew rih û hestê netewî û
welatperweriyê bi vî rengê xurt
peyda dibê. Lê hin caran ew gazina bêşensiyê
dike, dê û bav nînin û nikarîbû
bixwênê û eva ha jî wî bêhêvî dike. Lê hêviyeke
wî kesayetî heye kû rojekê
karibê here derve û bi riya zanînê xebatekê
diber welatê xwe de bike, sedema
vê dilşewatiya Ronî em di wê baweriyê de ne ku
hin destên sipî û xêrxuazên
li dervey welat wê karibin destê alîkariyê bidin
vî xortê nestêlih û hêja da
ku xwestekên wî bicî werin, jiber ku ew serbixwe
ye, bê jin û zaroke.
Ev yek nimûneye me hinekî danasîn , lê bi sedan
weke Ronî hene , berxwedanê
bi jiyanêre dikin û gelekan ji wan jî pir tiştên
xwezayî winda kirine, lê
kesên weke Ronî şeydayê netewa xwe bi vî rengê
xurt kêm peyde dibin.
|