|
Bidarvekirina Sedam û geşkirina
nijadperestiya ereb!
Tariq Hemo
tariqhemo@hotmail.com
Li gorî agahiyan, komên eşîrên ereb li derdora
Qamişlo û bajarên din ên herema Cezîra binxetê,
ji bo şîna dektator Sedam Husên Kon vegirtin û
sersaxî ji ereban re xwestin.
Komên eşîrên Tey, Cibûr, Şerabî, Begara, ji bo
bûyera bidarvekirina Sedam şermezar bikin şîna
wî lidarxistin û ew mîna "Şehîdê netewa ereb"
ilan kirin. Jixwe ji berê jî cihê Sedam taybet
bû di dilê van komên erebên koçer de. Yek ji
sedemên hêrs û kîna van eşîrên ereb li dijî
kurdan ew bû, ku kurdên başûr serî li himberî
rejîma Sedam hildabûn. Wan ev yek mîna "xiyanet"
bi nav dikir û eşkere komkujiyên hovane yên
rejîma Basiyên Iraqê li başûrê Kurdistanê mafdar
û dadmend didîtin.
Em ji bîr nekin jî, ku serhildana 12 Adara 2004
ê ji ber heman sedemê rû da. Wê demê gava erebên
Dêr El –Zorê bi tîmê Fotbolê re hatin Qamişloyê,
yekser dest bi provokasiyonan kirin û dev avêtin
serokê kurdên başûr, ew mîna "xayin" û "ajanên"
DYAyê ilan kirin. Her weha wan wêneyên dektatorê
cehemî Sedam Husên jî hildan û komkujiyên ku
derbarê kurdan de kiriye, pîroz kirin.
Li gelek bajarên Filistînê, Urdunê,Yemenê û
gelek welatên ereban bûyera bidarvekirina Sedam
weke "helwestek li dijî netewa ereb û ola islamê"
hate dîtin. Raya giştî ya ereb bidarvekirina vî
qatilî di roja cejina Qurbanê de, wek ihanetekê
qebûl kir, ku mebesta wê" ihanet û
qedirkêmkirina hemû ereban bû".
Helwesta welatên ereb a fermî jî ne dûrî
helwesta gelên ereb bû. Saûdî Arabistan, wek
mînak, bidarvekirina Sedam a roja Qurbanê "seyir"dît
û şermezar kir. Welatên ereb ên din jî heman
helwest nîşan dan.
Jixwe serokê Lîbiyayê Muamar Qzafî ji bo Sedam
cejin ibtal kir û 3 rojan şîn li dar xist.
Alavên ragihandinê yên ereb jî, dîsa wek her car,
dohn bera ser êgir dan. Wan ev bûyer weke "helwestek
dijminan li dijî tevahiya cîhana ereb û Islamê"
xwendin. Wan Sedam mîna "Sembola Netewa Ereb û
qehremanê cegerdar" diyar kir û derdorên ereb li
ser wî çîrok û çîvanokên lehengtiyê rêsan.
Tevî hemû komkujî û cinayetên mezin ên ku bi
izna Sedam qewimî bûn jî, lê dîsa ew "bê guneh û
bê sûc" ji aliyê bi milyonan ereb û misilman
hate dîtin. Tevî bi sedhezarên kuştî yên kurd,
şîî, iranî û kuwêtî, lê dîsa Sedam ji aliyê raya
giştî ya ereb wek "leheng û simbola netewa ereb"
hate qebûl kirin.
Bidarvekirina Sedam asta nijadperestiya ereb li
heremê zêde, ne kêm kir. Niha gelên ereb, bi
alîkariya Medya Ereb û xîtaba tahlûke ya kîn û
nifretê, ji berê zêdetir nijadperestiyê dike û
weha bawer dike, ku komployek ji aliyê hêzên
derdor(kurd jî di nav de) û derve li ser ereban
heye. Ev şaştêgihîştin jî gelekî tirsnak e. Dema
tu qatilekî destê wî bi xwîna sedhezaran mirov
lewitî ye, mîna 'şehîd û sembola namûs û şerefê"
li qelemê bidî, wê çaxê tiştekî ne normal heye.
Ev tişt jî dikare gelek komkujiyên nû, heger
derfet hebe, rewa û maşrû bike.
Bi kuştina Sedam re, bêtir hayedarî ji aliyê
kurdan tê xwestin. Ji ber rewşa nazik û kîn û
nifreta cîranan, ji kurdan siyasetek têgihîştî û
dûrî hemû cûreyên provokasyonan tê payîn.
* Ev nıvîs di rojnameya Yeni Ozgur Politikayê de
hatiye belav kirin.
|