|
Kê ji te re got were?
Salih Cefer
Riya tijî kel û kort dil û hinavên Xelîl anîne
xwar, her ku tekerê basê li kortekê diket wî
destê xwe dida ser neksa xwe û bêhna xwe
bernedida daku neêşe, ev cara duyem bû ku ew
dukana xwe digire û berê xwe dide bajarê Kobanê
ji bo derxistina nasnameya kur û keça xwe.
Wî cara yekem pel giş amedekirin lê negihişt ku
pêçîyên wan lêxe ku xwe ji vê kêşeyê xelas bike,
ew çiqa li ber karmendê nifûsê geriya lê bê çare.
Xelîl bang dikir: mamoste Riyad, xwedê zarokên
te bihêle, riya me dûr e, em nikarin careke din
werin û herin, belkî tu me bi rê bikî.
Birêz Riyad guh nedida wî û ne jî lê dinerî, ji
ber ê banga wî dikir ne ew bi tenê bû, bi dehan
bang wî dikirin.
Mamuste Riyad, bi xêra xwe li me jî binêre, yekî
bang dikir.
Birêz Riyad em ji zû ve sekinîne, ma sira me
nehat? yekî din digot.
Xwedê te ji xwediyê te re bihêle, belkî tu me
verê bikî, kalemêrekî bang dikir.
Navê Riyad ji her alîyekî ve wek koralekî
nelihev dihat, ji navê Riyad pêve tu nav
nedihatin bang kirin.
Gava yekî ji bergerên Riyad pir bang dikir
Riyad efendî teng bû û bi qerf û henek bersiva
wî da: çi? çi bang dikî, ma tu nabînî ku ez kar
dikim, ma ez sekinîme!
Xelîl wek ên din gelekî bangî Riyad kir û jêre
got: divê em herin, ez nikarim careke din werim,
bû du car ez têm.
Riyad pir teng bû û lê vegerand:
Kê bi te re got were? Ma min şand dû te?
Xelîl: dê bas here, divê ez xwe bigînim wê.
Riyad: here xwe bigînê, ma min tu nehiştiyî.
Xelîl: ma ez ê careke din vegerim?
Riyad kar dike û di ber kar re bi qerf bersiva
wî dide: veneger, veneger qurban, ma min bi te
re got vegere.
Xelîl: ê baş e tê kengî me bimeşînî?
Riyad: kengî ez vala bibim.
Xelîl bi çavine tijî qehr û kîn lê dinere û xwe
ker dike.
Riyad awirên çavên wî dibîne û jê re dibêje: qey
neket serê te?
Xelîl xwe ker dike û kîna dilê xwe bereder nake.
Keça Xelîl dikeve taya ku bavê wê tiştekî bike,
ji ber behna wî pir teng e wek agirê bantofê
radibe, keça reben matmayî mabû ku bavê wê weha
bêhnfereh bûye!
Bi xwe re digot: ku niha bavê min teng bibe ku
çend xeberan ji vî Riyadî re bêje û ew jî
bersiva wî bide wê çi bi serê wî bike.
Eger diya wê yan bira bersiva bavê wê didan, wî
hezar xeber ji wan re dida û sola xwe di wan
werdikir û eger têketana nav destên wî çend sîle
jî li wan dixistin.
Kat zû dimeşe û Riyad berê xwe nade Xelîl, gelek
kes derbas dibin û bi zimanê erebî diaxivin, ew
û Riyad li hal û demên hev dipirsin û karê wan
tê meşandin û milet bi dehan sekinîne û nayên
meşandin.
Xelîl ji tirsa ku ciyê wî ji dest here nema kane
li derve kerba xwe di serê cixarakê re jî derxe.
Her demekê ew bi dengekî nerm bangî Riyad dike:
Mamoste Riyad, xwedê te bihêle, me verê bike.
Lê bala Riyad ne li ser wî ye, ew di nav agirê
qehrê de tê sotandin û Riyad bi kêf û henek û
ken dan û standina xwe bi mêvanên xwe yên taybet
re dike.
Ji qehran re gotinên Hemo hatin bîra wî: Di ber
tu herî Serê, here mala wî û para wî bidêyê ji
bo te zû bimeşîne, eger tu tiştekî nedêyê wê te
çar pênc caran li ser riyan bibe û bînî!
Lê Xelîl ji Hemo re got: heyfa te, ez bertîlan
bidim! Rihê wî bikeşe jî ez qurişekî nadimê.
Bê ku fersend têkeve Xelîl û li seeta xwe binêre,
ka dem çi ye, bi gotinên Riyad re şîyar bû.
Giş derkevin derve , karê me îro bi dawî bû,
divê em herin mal, zû, yekî ji we li vir nebînim
û kes bangî min neke, roj bi dawî bû.
Xelîl bi dilekî tiji qehr û kîn kor û poşman li
mala xwe vegeriya.
Piştî nîverojê Hemo hate dukanê û ji xelîl pirsî,
ka te çi kir? Te pêçîyên zarokan lêxistin?
Bêdengiya Xelîl hişt ku gotina xwe berdewam bike:
min ji te re negot, te bi ya min nekir, serhişkî
di tiştên wanî de ne lazim e, divê tu riya xwe
bi mala wî bixî, yanî divê tu para wî bidêyî, bê
wê tu tu carî nikarî karê xwe bibî serî, berî te
gelekan serê xwe hişk kirin lê bê fayde.
Xelîl serê xwe hejand û got xwiya ye ku ya te
rast e, divê ez wer bikim.
Roja din bi serê sibê re Xelîl û herdû zarokên
xwe çûne mala Riyad, silavek lê kirin û
diyarîyek bi xwe re ji zarokên wî re birin.
Bi vekirina Serê re wan xwe avêtin hundir û li
sira xwe sekinîn. Piştî çend kesan dora wan hat
û Riyad bangî wan kir û pêçîyên zarokên wî li
pelan xistin û jê re got: Xwedê tev karê te be .
Li derketinê, dostekî Xelîl ew li ber deriyê
Serê sekinand û jê pirsî bê ka ciyê derxistina
nasnameyan li ku ye.
Xelil jê re got:
Te rê şaş kiriye bira, ciyê derxistina
nasnameyan ne li vir e.
Çima ji Serayê rabûye?
Erê!
Ku ve çûye?
Taxa Gomrigê * .
Gomrigêêêê!
Erê.
Tu henekê xwe dikî?
Na bi xwedê.
Çawa?
Mala Riyad li wir e!!!!
De here looo, û berê xwe da hundirê Serayê.
Kete hundir odeya derxistina nasnameyan û bang
kir: xwedê te bihêle mamoste Riyad belkî tu me
bimesînî, lê Riyad qe lê nenêrî.
Pîştî demeke dirêj dîsa bang kir:
Xwede bi zarokên te re be, ez siba nikarin
werim, belkî tu me bimeşînî.
Kê ji te re got were ! neyêêêê, ma min tu kes
şand dû te!
Yê li ber wî sekinî jê re got: ma tu çûyî mala
wî?
Na !
Divê tu berê herî wir, pişt re wê te bimeşîne.
Mala wî li ku re?
Li Gomrigê ye.
Gomrigêêêê....
A haaaa, min nû fêm kir bê mebesta Xelîl çi bû !
03.12.2006
* taxeke ji taxên bajarê Kobanê, piranîya
karmendên hukûmetê lê dijîn.
|