|
MIRINA REŞO
Salih Bozan
Salihbozan@yahoo.com
Reşo xwe dît nedît şivan bû, ji zarokiya xwe de
kete ber vî karî. Hîn salên wî ne gihîştibûn
heftan çû ber kar û berxan.
Ji tavsorka sibê de, diya wî deng lê dikir: law
Reşo.. ji xew rabe, kar û berxên gund ji kozên
xwe derketin û berve zadan direvine, zû here wan
vegerîne, berê wan bi çolê de, bila Axa disa bi
ser bavê te de neke hêlehêl.
Reşo ji ciyê xwe bi cangiranî derdiket û xas
direviya pêş kar û berxan. Şihjikan nigên wî yên
teziyayî diqurincandin, loma bi tirs pêl zemînê
dikir, û bi rêve çavên xwe yên tiji xew û zîç bi
pişta destê xwe mis didan.
Bi tîrêjên rojê re dikete pêş keriyê kar û
berxan, bi awazekî xemgîn bang li wan dikir, û
hêdî hêdî ji gund derdiket.
Piştî çend salan ew bû şivanê keriyek dewar, û
cihana wî bû çola bê sînor, kişwera ew tê de
paşayê bê heval û hogir bû. Wî jiyana xwe bi
dewarê xwe re didomand, hemû mitên qeracan
nasdikir; navên wan, kî çax hêşin tên, kî çax
hişk dibin, çi digrin, çi ji mêweyên wan tên
xwarin, çi nayên xwarin. Ew ji lawiran ne
ditirsiya, navên wan azber kiribûn, çi dixwin çi
naxwin, kî çax dizên, kî çax hildibirin, û baş
zanibû çawa yên goştên wan tê xwarin nêçîr bike.
Reşo ji demê çi pê gerek bû dizanibû, wî demsal
bê rojname nasdikir, zivistanê li ewran dinihêrî
û zanibû ewr bi baran in lê stewr in, ji pûk û
bahozan ne ditirsiya, kêfa wî ji birûskan re
dihat, gava ku birûsk zêdetirîn vedidan û
çixîzên agirê sor di nav ewran de dibirûsîn, wî
ber xwe de digot: hîro firîşteyê Mîkayêl xeyêdî
ye, û hişkan qamçê xwe li piştê ewran dixî, eceb
dike wan kuda bajo?.
Reşo navên mehan nizanibû, katjmer nasnedikir,
pir caran bi hestên xwe wext dizanibû. Xeynî
zivistanê, wî li bejna royê dinihêrî û wext
nişan dikir. Carekê Axê gund katjmêreke xwe ya
nû kirî û ya xwe ya kevin da Reşo. Xêrxwazan ew
hokire katjmêrê. Lê piştî çend heftan, carekê
hate gund û çû cem Axê, jê re got: Axa ji te re
katjmêra te. Axa lê ecêbmayî ma, jê pirsî: law
Reşo! çima tu vedigerînî? Min belaş da te, tu
timî li çolan î, katijmêr ji te re gellek girîng
e. Reşo jê re got: Axê min, zor spas ji
comerdiya te re, lê va ciwa bi min ne gerek e,
ez û wê lihev nakin; ew wextê min hûrikhûrik
dike; û tim min bi van hûrikên wextê re hişyar
dike, ji tevahiya ro û şevê sê çar nîşanên wextê
bi min gerek in, ew hûrikên wextê serê min
dêşînin.
Reşo miyên xwe yek bi yek nasdikirin, her yek
çend salî ye, çend caran za ye, dolê kîjan
beranî ye, û ji cem xwe de nav li gellekan
kiribû. Wî nav bi gêwlê (mezacê) xwe li wan
dikir, ji yên hezdikir, navên weke serbilidê,
çav reşê, milahîmê li wan dikir. ji yên hez ne
dikir navên weke serhişkê, terêxê, poz bi like
li wan dikir.
Kêfa wî zêdetirîn ji şevê re dihat, bi taybetî
şevên bê hîv. Gava dewarên wî têrbûn, û li
kêleka wî dimexelîn, wê çaxê li ser pişta xwe
vediket, kayîkên miyan di gohê wî de lîstika
dengan bû, û ji xwe re li stêrên ezmên dinihêrî.
Wî gellek stêr bi nav nasdikirin, kîjan stêra di
kîjan wextê şevê de û li kê derê aso hiltê, li
ku diçe ava. Di kîjan wextê şevê de ku hişyar
dibû, wî li stêran dinihêrî, û zanibû çiqas ji
şevê çû ye, çiqas ma ye. Gava dengê qeyîjik û
tîtiyan dihatê, wî dizanibû ku êdina berbang e.
Wê çaxê xwe amededikir ku keriyê xwe ji mexelê
rake, û li çêra wan bigere.
Va kultûra Reşo bû, û wekî din tiştek ji vê
cihanê nizanibû, û ne jî ji civata mirovan. Ti
carî wî nimêj nekiribû, tew nimêj nizanibû, lê
baweriya wî bi Xwedê kûr bû, Xwedayê wî bi
xûristiyê ve grêdayî bû, gava pûk û serma zêde
dibû, gava bahoz girgîn dibû, tav û pirûskan
dikire gure gur û şeqe şeq, wî wê çaxê dizanibû
ku Xwedê gellek xeyîdiye, mirov zêdetirîn
gunehan dikine. Ew li ber Xwedê digeriya, jê
dixast ku gunekaran efû bike, û digot: Xwedêwoo..
ma çi gunehê min û miyên min hene, çi gunehê
lawirên çolan hene, ku tu ji bo nankoran me jî
didî ber xwe.
Lê gava di biharê de zemîn janvejîn dibû,
keskahiyê weke xaliyan xwe li ser hemû çiya û
deştan rêdixist, tîna royê hestiyên wî germdikir,
wî ber xwe de digot: Xwedê gellek hîro bextewer
e.
Jiyana Reşo weha siste sist meşiya. Bav û diya
wî mirin, du birayên wî yên jê çûktir mezin bûn,
zewicîn, zarokên wan peyda bûn, li ser pişta wî
bi mal bûn, û Reşo di rewşa xwe de ma; şivanê
keriyê gund.
Wî di hundirî xwe de dizanibû ku birayên wî pê
dikenin, li zewaca wî mijûl nabin, û ne li
jiyana wî ya hovane, weke ku Xwedê ew ji
şivaniyê re daye.
Salên Reşo şêst derbaskirin, meziniyê pişta wî
xûz kir, rû qermiçî, nig sist bûn, û gundî
mecbûr bûn şivanekî din bigrin, û ew li ezelê ma,
bê xwedî, bê jin û zarok, bê mal, û bê dost û
hogir. Ew hinî bi tenahiya xwe hestbû. Di
hundirê xwe de gellek xemgîn bû, lê nizanibû
xemgîniya xwe aşkere bikira. Yek caran ji xwe
pirs dikir: çawa ew gîşte vê rewşê? bi salan e
ji civata mirovan qut bûye, bi dewar û cola îsiz
re jiya ye. Û li dawiyê bi xwe re digot:''
qaskiya ez di şivaniya xwe de bimra ma?''.
Reşo weha li jiyana xwe vedigeriya, lê nuxtika
tewre dijwar, çima ew ne zewicî. Ma çî wî kêm bû.
Ew ji wexta ku bi peyatiya xwe hestbû dixwest
bizewice, lê bavê wî guh neda vê xasteka wî, û
paşê herdu birayên wî jî. Çendîn agirek di
hundirê wî de yekcaran gurdibû û alewîyên germ
di pozê wî re derdiketin, gava jinên gund ku
dihatin bêriyê, li dor Reşo kom dibûn, henekên
xwe pê dikirin, bihev re digotin:'' ji Reşo
metirsin, ew nêremê ye, tiştekî peyatî bi wî re
tine ye, ew weke me ye, bes simêlên xwe hene.
Hinekan ji wan digot simêl di nav çaqên me de jî
hene. Reşa bi xwe bawer bû ku peya ye, ew
carcaran li çolê tevleşe kera xwe dibû.
Di jiyana xwe de Reşo çend caran navê bajarê
Helebê bihîstibû: jê re digotin Heleb gellekî
mezin e, avahî weke miyên te berhev de rêz in,
kolan û çarşiyên xwe dirêj in, li her aliyên wan
dûkan di berhev de ne, û tijî hûrmûr in, tu çi
dixwazî ew heye. Jê re digotin millet li Helebê
wekî axê pir e, di nav hev re mîna muriyan
dimeşin.
Reşo xast li dawiya jiyana xwe Heleb bibîne. Û
rojekê li Postê siwar bû û berê xwe da Helebê.*
Bi rê ve nasekî wî jê pirsî: law Reşo tu kuda
darî?. Reşo got: ez darime Helebê. Nasê wî jê re
got: law tu yî li Helebê winda bibî, û kesî te
vegerîne gund li wir tine ye. Reşo got: law ez
çê xerab çend peyvên erebî lihevtînim, ez ê xwe
bidebirînim.
Reşo gîşte Helebê, li ber avahiyên bilind sekinî
û ji xwe re li millet nihêrî, li dûkanên tijî
hemû babetên tiştan, û di ber xwe de got: weyî
bavo….va cihaneke din e, va ne çola min e îsiz
e, li vir ne mî hene, ne teyr û tilûr, Xwedê
zane ku xelkê cihanê gîşkî li vir hatine cem hev.
Reşo weke dînekî di bajêr de geriya, li koşeyekî
kolanekê nihêrî, dît ku komek mirov li wir
sekinîne, etûran dikirine û li ser nigan dixwine.
Ew bi birçîbûna xwe hest bû, berve wan çû, wî jî
etûrekî xwe kirî û dest bi xwarina wî kir. Ji
nişkava got: weyî bavo.. çi xwarineke xweş e, va
ne şorbe meyî ye, ne şorbe mast e, va ne gêrmî
ye, ne çîgî niska ne, çi li Helebê tiştên xweş
hene.
Reşo dîsa di bajêr de geriya, carekê li mêdanekê
derket, di navenda mêdanê de istûneke kevirî
bilind sekinî bû, li ser istûnê katjmêreke mîna
katijmêra Axê hatibû danîn. Bes va katjmêra sed
qatî ji ya Axê mezintir bû, çepelên xwe qasî
qoçê nêriyekî du salî bûn.
Gava li jêrî istûnê niherî, wî dît ku mirovekî
desmalek weke sifrakê rêxistiye, û kom kom toxim
û mitên biçûk li ser daniye, û weke delalî
bazarê dewêr dizûre: werin.. werin bikirin, va
mita dermanê bawiyê ye, va ji gurçikê re ye, vî
mitî di avê de bikelîne û wê avê vexwe tu
zivistanê pê de bi sitamê nakevî, û ji nişkava
dengê xwe dibirî, piştî hewşekî disa diqiriya,
werin.. ava mita dibe dar mêweyekê digire ku tu
bixwî tu careke din vedigerî xortekî çardesalî,
û ber xwe de dikeniya.
Reşo nêzike wî mirovî çû, û ber çavên wî re
jiyana wî ya şivantî careke din derbas bû, û
bêdeng bi xwe re got: erêêê va mita bi min gereg
e. Reşo mit kirî, û li gundê xwe vegeriya.
Di cî da wî ew şitla di ber xaniyê xwe de çand,
bi kevir û kerpîçan sînor kir, û mejiyê Reşa
cara yekem tijî hêvî bû.
Mitê Reşo sal bi sal dirêj bû, şaxên xwe ji hev
vekşiyan, pelg dan, û hêviyên Reşo jî sal bi sal
zêdetir dibûn, ew li bende mêweya dara xwe germ
û sar dibû.
Reşo kal bû, heftê sal derbaskirin, êdina ji mal
dernediket, bi ro û şev xwe dabû ber dara xwe,
hêviyên rengîn lihev dihûna, û salê pê de bi xwe
re digot: ku hîcar ez xort bibim, ez zanim ez ê
çi bikim, û nefeseke kûr dikşand, ez ê berî
gîşkî bizewicim, ji vî gundî derkevim, ez ê
herim bajarê Helebê, karekî xwe bibînim, ji bo
ku di jiyana xwe ya duyem de rûyê miyan û yê Axê
nebînim.
Rojekê mirovek li Reşo bû mêvan,, li ber
raketinê mêvanî ji Reşo pirsî: Apo.., ez li vî
gundî dinihêrim, xeynî te li ber malê kesekî ti
dar tine ne. Va dara te gellek mezin bûye, ji
dûr ve dixewine, loma min berê xwe da mala te,
Xwedê zane ku tu tenê li vî gundî ji daran
hezdikî.
Reşo ser xwe de mijûl bû, û cara yekem xast raza
dara xwe ji kesekî re bibêje, wî ti carî ji
gundiyan re ser dara xwe tiştek negotibû. Û Reşo
çîroka dara xwe ji sifteh de ta dawiyê ji mêvanê
xwe re got.
Mêvanê Reşo di ciyê xwe de veketibû û li Reşo
guhdar dikir. Gava Reşo gotina dawiyê kir,
mêvanî ji nişkave serê xwe rakir û li Reşo
appêje nihêrî, û bi dengekî melûl jê re got:
Apo!! Tu zanî ku va dara tiştekî nagire, babeta
wê weha ye, ew mirovê Helebî ji xwe re bi te
kenya ye. Û mêvan li vir sekinî, serê xwe careke
din danî ser balîfê xwe.
Ti deng ji Reşo derneket, mêvên bi xwe re got
Apo raket, dibe ku tew gotina min nebihîst, wî
jî serê xwe danî ser balîfê, û kete xew.
Sibe de, mêvan ji xew rabû, cilên xwe li xwe
kirin, ku derkeve û di riya xwe de dîsa rêwî
bibe. Xast deng li Reşo ke ji bo xatirê xwe jê
bixwaze, û spasiya mêvandariyê jê bike.
Apê Reşo.. Apo.. Apo, lê ti deng bi Apo neket,
mêvên seriyê Apo hejand, û careke din li pê hev
got: Apo! Apo! Apo!
Apê Reşo di ciyê xwe de miribû.
-------------
* ( Di dema Reşo de bi basan re digotin Posta).
* * *
|