|
Baxçeyên me çilmisîne
Reyhan Sarhan
Di mijdarê de li vî bajarê deryayî me çi dît û
çi nedît?
Piştî demeke dirêj careke din hatim vî bajarî.
Bûm mevanê vî bajarî û hemû
bîranînê me yên ku di paşila me de kedî bûbûn,
piştî dûrbûna me ya ji vî
bajarî ew heviyên me yên ku jiber bûbûn! Mîna me
winda bûbûn li ser bedena
vî bajarî...Tenê bexçeyên me çilmisîbûn...Tiştek
mîna berê nemabû, her der
guherîbû; demsal zîvirîbûn bi ser dema xwe ve,
winda bûbûn.
Bahar nexweş ketibun! Gulan rengên xwe nedidan
der, bêhna xwe nedidan
derdora
xwe...
Mîna me?.. Ji hev xeyidîbûn, ji hev...
Tu tişt mîna berê bi tam nemabû ku bexçeyên me
jî îro çêjdar bimîne…
Dîsa ez geriyam li vî bajarî, bi hêviya ku li
dereke bêdergeh pêrgî we
werim, ji nû ve giyan bidim baxçeyê me yê
çimlisî, lê ev ne mumkin bû,
mixabin...
Baxçe xwêdan dixwest, xwîn dixwest! Ked di xwest
Û em dixwestin...
Ji ber ku em jî mîna hêviyên xwe berî bûbûn.
Mîna bayê payizê serxweş
ketibûn!...
Her yek ji me li derekê bû.
Her yek ji me li welatekî bû.
Dîl hatibû girtin.
Mîna hêviyên me yên şkestî
Mîna çavên me yên demûş
Mîna dengê me yê xemgîn...
Çilmisîbû baxçeyê me..li wî bajarî
Van bîranînan ez birîndar kiribûm careke
din...Bêşax û bêper kiribûm. Li ber
bayê bîranînan, bêhnçikandî bûbûm.... Mîna
karkerê demsalê westiyayîbûm,
Mîna rêwiyekî bê nav û nîşan, berê min li riyeke
nediyar bû...Êdi nema
dikarîbû bi van bîranîna bijîm û
wan hilgirim, mina etaran bigerînim gund bi gund…Jixwe
gund jî nemane...
tenê bûne kavil, hatine hilweşandin. Mîna mejiyê
me yê ku hatiye
dagirkirin, bi mijê hatiye dorpeçkirin, mîna
hevşiyeki ku kur li dore li hev
civiyane em û baxçeyê me jî mina hefşiyekî ku di
nav koma kuran de hatine
dorpeçkirin di nava wî bajarî de dîl hatine
girtin û çilmisîne di
mijdarê de...
|