|

Hunera helbestê (1)
Heyder Omer
Pêşgotin
Tevî ku rexne, wek têgeheke sanistî, an jî wek
zanistekê di nava zanistên mirovane de, li ba
hemî miletan gavên fireh ber bi pêş de qevaztine
lê li ba me gelekî jar e, ta radeya, ku mirov
dişê bêje me rexne nas nekiriye, loma jî pirê
guftugowên me stuyê evê têgehê badidin, û ji
wateya wê ya zanistî bi derdixînin. Lewre jî
gava rexnevanek berhemeke wêjevanekî me dide ber
ronahiya rexnê, eger boçûnên wî li kêfa xwediyê
berhemê nebanin, dinya bi serê wî de tê
hilweşandin, û hemî sinçên mirovane dibine
qurbana rika çewt û qerêj, ji ber ku rexne li ba
me bi wateya pesnê, an birînkirinê tê fêmkirin.
Bi baweriya me ev helwesta çewt pirên rewşenbîr,
helbestvan û nivîsevanên me, wek civaka me, ji
çanda rexnê bê par dide xuyakirin, pêre jî
bandûra xwe ya neyênî dikşîne ser tevayê wejeya
me, û wê jar û qels dihêle.
Lê mebest û wateya peyva rexne, bi wateya ku ew
li ba hemî miletan tê xebitandin, ji wateya
peyva criticism( kirîtîsîzm ), a zimanên ewrupî,
ku ji lêkera krinein ( kirîneyn ) a Girîkan
hatiye wergirtin. (Wek nimûne, bi zimanê
îngilîzî (critic – kirîkîk), bi yê elmanî (kritik),
bi yê firansizî (critique - kirîtîk) û bi yê
rûsî ( krîtîka ).
Ev lêker di bingeha xwe de wateya biryar ( hukum
) an jî pûnijî dide, pêre jî, gava di meydana
wêje de tê xebitandin, dikare bihayê (nerx)
berhemeke wêjeyî diyar bike.
Rexnevanên Eُreban, li gor wateya lêkera Girîkan,
peyva Enneqd ( El-neqd ) bi kar tînin. Ev peyva
eُrebî, di zimanê wan de, wek ku di zimanê me de
jî, wateya dirav ( pere ) dide. Lê çima
rexnevanên eُreb wê bi wateya lêkera Girîkan
dixebitînin?.
Ewana weha diçin, ku ev peyv dikare diravên rast
ji yên sexte cuda bike, ango dikare, di meydana
diravan de, biryarê ( hukum ) bide, ku ev pere
rast e, û eva din jî sexte ye. Ev wate peyva
eُrebî ji wateya lêkera Girîkan ve nêzîk dike,
pêre jî diyar dibe, ku evê peyva eُrebî di
zimanê wan de du wate hene; yek jê dirav e, û ya
din, ku di meydana wêje de tê xebitandin,
biryardayîn e, nerxandin e.
Eger mirov li pey wateya peyva biryar here, û wê
vekolîne, em bawer in dê li dawiyê bigihîne
wateya peyva hukum û biha an nerxandin, ji ber
ku ji hêlekê de biryar bi xwe hukmek e, û ji
hêla din de ti biryara bê biha ( bê nerx ) nîne,
çi ew nerxa bilind be, çi jî nizim û erzan be,
pêre jî dê bigihîne wateya peyva pûnijî, ji ber
ku her biryarek encama pûnijiyê ye.
Dêmek gava em peyva rexne di meydana wêje de, bi
wateya lêkera Girîkan, dixebitînin,hîngê mebesta
me biryardan e, nerxandin e.Vê lomê em weha
diçin, ku peyva kurdî ( nerx )an jî ( nirx ) dê
di vê pergalê de ji peyva ( rexn ) rastir be,
çimkê, ji hêlekê de, wek diyar e, peyva (nerx )
dikare wateya lêkera Girîkan û ya peyva zimanên
ewrupî ( criticism ) di xwe de bicivîne, û ji
hêla din de, peyva ( rexn ) a kurdî, eger (e) bi
paş wê nekeve, bilêvkirina her du tîpên (x, n)
li pey hevdu gelekî giran dibe, û eger tîpa (n)
bête avêtin, (rex) dimîne, û wateya ( kêlek –
kenar ) dide, pêre jî ji wateya lêkera Girîkan
ve bi dûr dikeve.Bi baweriya me, tîpên evê peyvê
bi pêş û paş hevdu ketine, pê re jî nerx bûye
rexn.
Lê tevî vê baweriya me, em dê di vê xebata xwe
de peyva ( rexn ) bi kar bînin, û vê boçûna xwe
ya jorîn ji danustandin û gengeşeyên wêjeyî re
bihêlin.û bidine pêş zimanzanên me, da her du
peyvan vekolin, belkî karibin vêkra bigihînin
boçûneke yekta.
Ev lêkolîna me pirojeya karekî rexneyî ye, li
kêlek hinek lêkolînên me mîna ( Helbest û civak,
durvkirina demdarî û helbesta pexşane ) ku berê
di kovar û malperan de hatine
weşandin,berxwedide ku durvê helbestê û hêmanên
huneriya wê bipelîne. Lewre jî dê giraniyê bide
warê têorî, lê gava pêwîstî bi warê piratîkî, ji
bo ravakirina hin boçûnan hebe, dê berxwebide,
ku hinek nimûneyan ji helbesta kurdî bide ber
ronahiya boçûnên rêbazên rexnê.
Lê wek çawa Kurd dibêjin goşt bê hestî nabe, em
jî nikarin vê xebata xwe ji lekeyan bişûn, û
bêjin ew karekî bê kêmasî ye, nemaze jî em
dibînin, ku deriyê vê babetê, li ba me hîna
kilîtkirî ye. Hêviya me ew e, ku hevalkarên
rêzdar berxwe bidin, da, bi xebatên xwe,wan
lekeyan ji vî karê me bidin alîkî, û şûna wan
kêmasiyan teng bikin, belkî cefayên me hemiyan
vêkra vê valahiya, ku di tevgera me ya wêjeyî de
li ber çava ye, dagirin.
1 / 7
Helbest di navbera îlhamê û cefa de
Bê ku em dîroka helbestê, wek celebekî wêje,
dubare bikin, em dikarin xwe bidin kêlek gelek
dîroknivîs û rexnevanên wêje û helbestê, û weha
biçin, ku helbest, li nik miletên, ku wêjeya wan
ji roja zaroktiya wan de hatiye naskirin, di
pêşiya pexşanê de bûye; ango helbest ji beriya
pexşanê hatiya naskirin, Ji ber ku ew li ber
dergehên zaroktiya miletan ji dayikê bûye, û ji
wê demê de jî awayê nivisandina helbestê bûye
mijara gelek danûstandinan, û gelek rexnevanan
cefayên mezin, di vê babetê de, diyarî
pirtûkxaneyên mirovaniyê kirine, û hîna jî
dikin.Pêre jî diyar dibe, ku ewana her tim tiştê,
ku helbestê û pexşanê ji hevdu cuda dike,
dipelînin.
Mixabin, pirên guftugowên, ku di vê mijarê de,
li ser zibanên pirên helbestvanên me digerin,
didine xuyakirin, ku haya wan ji evan cefayan
tune ye, an kêm e, pêre jî xuya dibe, ku ewana
weha diçin, ku kêş, bi tenha, dikare helbestê û
pexşanê ji hevdu cuda bike, û deriyê helbestê li
pêş her kesekî li ser piştê veke, bi ser de jî
hinek dibêjin: "Ma form ( durv ) dikare çi li
helbestê zêde bike? " . Gelo ev yeka rast e?.
Bi rastî eger ev boçûn li cihine din de bête
gotin, belkî bi hêsanî derbas bibe, bê ku bala
mirov bikşîne, lê gava di meydana helbestê de tê
gotin, gelek pirsên, ku li derdora zanîna
xwediyê wê digerin, dilivîne.
Wek me berê gotiye, helbest celebekî wêjeyî kevn
e, her weha ji wê kevinbûnê de jî bûye mijara
rexnevanan.
Berî pêşî helbest li gel Ilhamê hate bestandin,
û hate gotin, ku helbestvan li gel xwedayê huner
( muses ), ku li gor boçûna efsaneyên Girîkan,
sîmbola wê îlhamê bû, têkildar e.
Efletûnê Girîk pirsek berda holê: Gelo îlham
jêdera helbestê ye, an cefa?.Ilham jî li ba wî
li gel xweda girêdayî ye. Lê li benda bersivên
kesên din nema, belê ewî bersiva pirsa xwe da, û
weha çû: Helbesta, ku jêdera wê ne îlham be, bê
nerx dimîne, îlham dikare helbestvanan bixe
pergaleke mîna pergala sofîtiyê û pêximberiyê,
lewre jî cefa û xebat têra afirandina helbestê
nakin, ji ber ku helbesta helbestvanê, ku hestên
wî sar in, nikare hilkişe asta ya hestên wî germ
in.
Rexneya Romayê ya kevin di bin bandûra vê boçûna
Efletûn de milxwar bû, û gelek rexnevanên wan,
mîna Şîşron, Horas û ên din xwe dane kêlek
boçûna Efletûn, û nerîna wî cûtin û dubare kirin.
Her weha gelek nivîsevan û helbestvanên çerxa
raperîna Ewrupayê jî weha çûn, ku helbestvan
xwediyê helwesta pîroz û derûna xwedayî û
zîrekiya, ku ronahiya xweda wê dafirîne ye. Lê
bi vê yekê tenê qayîl nebûn.
Rexnevanên Eُreban yên kevin jî li gor vê boçûnê,
gotin, ku her helbestvanekî şeytanek heye, hêza
helbestiyê di wî helbestvanî de dafirîne (1),
ango ewana jî helbestvanî xistin bin bandûra
hêzeke veşartî, bêyî wê hêzê helbestvan nikare
helbestê bafirîne.
Dêmek Efletûnê Girîk berî pêşî weha çû, ku
helbesta nerxbiha berhema îlhamê ye, ji ber ku,
wek ew dibîne, cefa bi tenha nikare helbestê
bafirîne (2). Lê tevî vê boçûna wî, ku giraniyê
nade cefayan, belê tenê bi lez rola wan nîşan
dike, mirov nikare çavên xwe li hember wê rolê
damirîne; ango helbest, li gor boçûna Eflatûn,
berhhema îlhamê ye, lê hinek cefa jî divê, da
naveroka îlhamê wergerîne.
Lê di pey Eflatûn re, şagirtê wî Erîstotalîs
hat, û nerîneke eşkera diyar kir, tevî ku ewî jî,
li gor mamostê xwe, naveroka civakî û perwerdeyî
ya helbestê teqez kir, lê ewî rola cefa ji ya
îlhamê, ne tenê, kêmtir nekir, lê bi ser de jî
îlhamê ewqas bala wî nekişand, ji ber ku rûdawên
helbestê bala wî kişandin,pêre jî ewî riyeke din,
di penava şirovekirina helbestê de qelaşt. Lewre
jî ewî zagon û usûlên hunerî, û bandûra wan, ku
helbest li gor wan tê afirandin, pelandin, û
pêre Eflatûn û Erîstotalîs, di meydana rexna
helbestê de, bûne du nûnerên du rêgayan, ku heya
vê çexa nû têne gengeşekirin, û bersiva wê pirsê
dipelînin: Gelo afirandina helbestê giraniyê
dide îlhamê an dide kar û cefayê helbestvan?!.
Evî cefayê, ku Efletûn rola wî bi lez nîşan dike,
û Erîstotalîs wî gelekî biha dinerxîne, bala
nivîsevan û rexnevanên çerxa raperîna Ewrupayê
kişand, ewana jî ew zor bilind nerxandin, û weha
çûn, ku afirandina helbestê gelek cefa û kar jê
re divên (3).
Wek ku me li jor gotiye, gelek ramanbîr û
fîlozofên Romayê, û nivîsevan û helbestvanên
çerxa raperîna Ewrupayê bûbûne dîlên beşê yekem
( îlham ) yê boçûnên Eflatûn, û ew cûtin,lê
nivîsevanên çerxa raperîna Ewrupayê rola kar û
cefayê helbestvan ji bîra nekirin, ta ku ewana
gîhane çerxa 17ê, ku rêbaza kilasîk destlatdar
bûye (4), hîngê felsefa Erîstotalîs li ba
kilasîkan deslatdar bû, û rexnevanên wê demê
bûne meldarên nerîna wî, û cefa û karê
helbestvan, di endizyariya helbestê de bala wan
zor kişand, û ewana şeweyê derbirina helbestî
pelandin.
Di pey wan re romantîk hatin, û careke din
boçûna Eflatûn ( helbest berhema îlhamê ye )
vejandin, û helbest ji bin sîbera hiş ber bi
sîbera hestan bi tenha de kişandin, û weha çûn,
ku îlham û paşhestan (bêageh) kaniya helbestê ye,
ji ber ku ewana mêldarên xweyîtiya mirov bûn, ew
gelekî biha dinerxandin, û hest didane pêşiya
hiş. Lê tevî vê yekê jî gelek helbesvanên wan,
ku rexnevan bûn, nerxê îlhamê kêmtir dikirin,
wek çawa helbestvan û rexnevanê emerîkî Êdgar
Alan Po dibêje, ku pozbilindiya helbestvanan rê
nedida wan, ku lixwenin, ka çiqas cefa di ber
afirandina helbestê de dikşînin, ewana wî cefayî
nîşan nakin, da kesên din bidin qayîlkirin, ku
ewana îlhamdar in, û helbesta wan jî berhema wê
îlhamê ye.
Her weha her du helbestvanên firansî Bodlêr û yê
îngilîzî Spîndar yê hemdem, xwe dane kêlek Ê. A.
Po, û bûne hevalên boçûnên wî.
Bodlêr weha diçe, ku divê helbestvan destlatdarê
helbestê be, rê nede wê ku destlatdarê wî be, da
zanîn, hişyarî, aramî û rastiya hunerî di
helbesta xwe de bicivîne, û bikaribe li ser
wateyan û derbirina wan destlatdar be.
Her weha Spîndar jî weha diçe, ku cefa di
helbestê de her tişt e, belkî ev cefa rojekê,
çend hefteyan, an çend mehan bidome, ta ku bête
xuyakirin, ku helbest di tevaya vê demê de, ji
xwe berê hatiye nivisandin.
Ji vebriqandina ramana yekemîn bi şûnda çi rola
îlhamê namîne. Di dû vebriqandina ramana yekemîn
re rola karînên helbestvan dest pê dike, ku
bikaribe wan wateyan bi cefa û derbirina xwe
bike helbest.(5).
Bi ser de jî rexnevanê eُreb Teysîr Şêx El-Erd
weha diçe, ku raman bi awayê tewaw venabiriqe,
belê ew beriya, ku bi derkeve meydanê,her tim
dubare dibe, da ew û xebata helbestvan ya
zimanewanî û kêşesaiyê li hevdu bibanin (6).
Kiroçê jî para xwe kiriye vê babetê, û îlham
şirovekiriye, lê ji çarçewa ewan rexnevanên jor
bi dûr de neçûye. Ewî jî rola cefayê helbestvan
di dûzankirina berhema îlhamê de zor biha
nerxandiye, û weha çûye, ku gelek cefa divêye,
da helbestvan bikaribe bermayê îlhamê, ku bi xwe
nehênî ye, bi derxîne, û bike helbest, pêre jî
gîhaye wê baweriyê, ku eger îlham kaniya
zîrekiyê ye, zîrekî, di meydana helbestê de,
wateya karîna hunerî distîne.
Lê piştî ku zanyarên derûnî tiliya xwe didine
ser devera paşhestan (bêageh), nemaze jî piştî
derçûna pirtûka Sîgmond Firoyd ( Cîhana xewnan )
sala 1900î, pirsgirêka îlhamê pirtir ber bi warê
zanistî de tê kişandin, ji ber ku cîhana
paşhestan, li nik wan, şûna îlhamê distîne,û
nerînên rexnevanan jî têne guhertin, û giraniyê
didine cefa û xebata helbestvanan.
Bi vî awayî, sayî tê xuyakirin, ku ewan
rexnevanên, ku di meydana helbestê de, giranî
dane îlhamî, ji Efletûn de bigir, ta digihînî
Kiroçê, nikarîbûn rola cefayê helbestvan di
endizyariya helbestê de tune bikirana.
Eger em bipirsin, gelo mebesta wan ji cefa çî ye,
em bawer in, ku mirov dikare, bê dudilî, bibêje,
ku cefa wateya xebat û karê helbestvan di
avakirin û endizyariya helbestê de, nîşan dike;
ango me ber bi pelandina durvê ( form ) wê de;
ber bi alavên hunerî, ku helbestvan ji bo
avakirina wî durvî dixebitîne de, dikşîne; ev
cefa jî ne tenê hilbijartina kêşa ye, belkî
mirov bikaribe bêje, ku kêş hêsantirîn beşê wî
be, ji ber ku kêş, bi xwe, bermayên kesine dine,
û ji beriya helbestvan hatine afirandin, ew
dikare, bê cefa, rahêje wan.
Cefa, wek me berê gotibû wateya kar û xebata
helbestvan distîne, awayê ristin û avakirina
helbestê distîne; ango hestên ku helbestvan bi
wan hestedar e, ji xwe berê nabine helbest, belê
divê ew hestan bi awakî bêne wergerandin û
organîzekirn, ev awa şêweyê derbirina helbestî
ye, awayê avakirina durvê helbestê ye.
Rexnevanê Eُreb Teysîr Şêx El-erd weha diçe, ku
sê istûnên derbirina hunerî hene, ew jî ev in:
Pergala wijdanî ya hunermend, karîna wî ya
hunerî, û şêweyê wî yê taybet, ku dikare pê li
ser xebata xwe ya hunerî destlatdar be, û pêde
diçe, û dibêje, karîna hunerî di xebitandina
alavên hunerî û ciwanî de tê xuyakirin, ku
hunermend çawan dikare pergala xwe ya wijdanî bi
alîkariya wan alavan bide diyarkirin, û wê
pergala hestewerî ( agehî ) derbas hundirê
derbirina hunerî bike (7).
Wek çawa koma keviran ji xwe berê nabine
avahiyeke ciwan, belê gelek metiryalên din divên,
da avahiyeke ciwan û tewaw ji wan hemiyan, bi
zanîn û xebata avakerê jîrek qulafetê xwe yê
dawî bistîne, weha jî koma gotin û peyvan
nikarin ji xwe berê bibine karekî hunerî ye
xweser. Lewre jî rexnevanan her tim alavlên
derbirina hunerî û avakirina helbestê pelandine.
***** *** *****
Jêder û çavkanî:
(1) Biner: Dr. Mihemed Xuneymî Hilal:Rexneya
wêjeyî ye nû. Bi zimanê eُrebî, Bêrût 1987, rû
345,346.
(2) Jêdera berê, rû 347.
(3) Jêdera berê, rû 348.
(4) Biner: Dr. M. X. Hilal: Romantîk. Bi zimanê
eُrebî. Bêrût 1973, rû 11- 30.
(5) Dr. M. X. Hilal: Rexneya wêjeyî ye nu. Bi
zimanê eُrebî, rû 349.
(6) T. Şêx El-Erd: Pelandina bingeha huneran. Bi
zimanê eُrebî. Weşanên hevgirtina nivîsevanên
Eُreb, nimra çapê nediyar e, Şam 1991, rû 223.
(7) Jêdera berê, rû 203.
|