|
Ji Bakurê firîşteyên qurnefîlê
Hêmin Kurdaxî
hemenkurd@hotmail.com
Ji Husên Hebeş re….
Bîranîna çar firîşteyên Amedî
Di kîjan bayî de…
Ez ê pêrgî saya çeperên berfa te werim
Di kîjan şevê de…
Ez ê derbasî xewna ya ku, bi revan tevizî, bibim
Ma heye tiştek ji spî bilindtir?
Dipejirînin ev bijang vebin, eger dar li ser
neyêne çandin?
Di kîjan xewnê re derbasî hilkişên te yên ji
sinatîk û tirsan bibim
Di kîjan çeperê berfê de, dikanim derbasî tirsa
te ya xûzik û sar bibim
kîjan firîşteya dikane bêyî te bifire!
kîjan Xwedaya bêyî te layîqî jêrenimêjkirinê ye?
Firîşte…
Xweda…
axxxx… û
ew aaaaxa axxxx!
De bêje, bila ew bilûr van şeqam û bajaran;
Ji te…
Ji jorê te…
Ji revên te…
Ji va xencera ku dide awazan li ser sîngê te;
Bike ava xewnan û di damarên darên ser bijangên
te bixindirîne
Têêêêr nabin em
Em wek wê gotina di gewriya te de bi kêndira
dêngê te ve, daleqandî
û xwe li baaaaa dike
Em xwekuj in
Em xwe…. ku…..ji….in.
Li ser eniya me hatiye nivîsîn ku em nikarin,
Zarokekî digrî bi kenandin bidin
Helbestek xemgîn şakirin bidin
Çar gulan
Çar çivîkên perzerik
Çar çiyan
Bi navê çar şehîdan bi nav bikin?!!
Em xwe…. ku…..ji….in.
Belê…
Li ser eniya me hatiye nivîsîn
Ku em di nav bê û bêhnê de
Di lêdana tîrêjan de
Di xewnan de
Li jehrê…
Li tewanbarî û mirinê bigerin.
Li ser eniya me hatiye nivîsîn…
Ku emê hezar zarokî lal di sîngê xwe de tîmar
bikin
Hezar Şêrî bê diran di daristana xwe de, bi
gewde bikin
Hezar û hezar Teyrênbaz di hulma xwe re, no û
şerdar bikin
Lê, ji ber ku em xwekujin,
Çar gulan
Çar çivîkên perzerik
Çar çiyan
Em nikarin bi navê çar şehîdên zarok binav bikin!!
Zîlan… ji te hezdikim, te çiyayê Cûdî şewitand!
Dîlan… ji te hez dikim, te ba jehr kir û nimêj
li xweda herimand!
Rêhan… ji te hez dikim, te adamê bav ji cinetê
qewitand!
Şêlan… ji te hez dikim, di kêlîka qirêj de, te
gerdûn zîvirand
û li ber lingên xwe cemidand!!
Ji we hez dikim, we navek li bêdengiyê kir, we
mirinbendek derizand!
Ji Bakurê firîşteyên qurnefîlê, bihuştek li ser
baskên çar çivîkan direve min,
Ev car a yekem e, ez xwe di sînorê welatekî ji
axê dûrtir de dibînim
Weha diçe û carna weha…, ronahî asîmên parve
dike
di destekî min de hebûn, bi çend tîpine riswa
xwe tazî dike
di yê di de nebûm
û sînoreke dirêê….j dibe berdêla dengê reva
hişîn,
ji Hewreya ber neynûkên xwedayekî,yê ku rojekê
li va sîngî
li zingara mayîna xwe digerî
zarokine bextqurşînî ketine devê Amedê.
Ne ez bêdeng im
bêdeng namînin helbestên min jî rojekê…
ji qehremaniya xwe, naxum heya ku tirs têra min
bike
ji asîmanê ku Hawarê û Lêlûn daye min danagerim
ne jî ji pêsîrên Kurdaxê …
ev nexşa li bedena min bi agirê cigareyên van
qelaşan hatiye sînor kirin
bi dû… bi va dûyî… pêrçemokên tariyên min hatine
xeniqandin
dibim lehngekî pir tî, di çolistana romana
welatekî parvekirî de
berî demekî destên min bend kiribûn û ji mala
xwe hatim derxistin
mala min ya ku ji baranê
………
çi sanciyên payêzê hene, her imzeyên biharê di
bin re ne
ne bêdeng im…
ne jî li malan digerim
ew malên ku di kêlîkên zaroktiya min de, bîhna
wan hatiye çikandin
bûne pariyekî nanê hişk ew dîwar, di destê şevên
birçî de.
28. 11. 2006 4.20,ê Berbangê
|