|
Sebrî Silêvanî
www.silevani.com
Parçeyek ji beşî 8ê, ji romana nû ( bîst sal û êvarek), bo zanîn
nêzîk bi rêya YNK Yeketiya Nivîskarên Kurd – Duhok, dihê çapkirin.
Diyarî ji bo sercem zarokên jiyanê bi taybet yên Amûda ku li hemû
demsalan germ.
8
﴾ Zarokî wateya sersamiyê dide û sersamî wateya felsefeyê dide ﴿
Li gel zarokan mirov fêrî rastiyê û
hezkirinê dibe.
Li bîra kê dihê, hêj em dû zarokên bêgunneh bûn û li nava kolanên
taxê yên axê dileyzîn. Bi dêmên biçûk û girnijînên mezin pêrgî hevdû
dihatin, lêvên me dilerizîn gava ku bi rexsarî sertiliyên me digehan
hev.
Min ne dizanî ka nêr yan mê çî ye belê min hest dikir ku dû aferîde
yan tuxmên cuda ne. Ji bo xatirya wê min xwe fêrî pêncokanê dikir û
ji bo xatirya min wê jî xwe fêrî xaranê dikir belê bêhemd, me diviya
ku em hindekê veder bibin, dûrî zarokên din.
Kolareya ku me herdûyan ji kaxezkên rengîn çêkirî, li tehreya nîvro
li hindav serên me difirrî. Bi rijiyê min li ser kaxezkan dinivîsî (
Benaz ) û wê jî dinivîsî ( Avdel ) û evca me ew kaxezk bi derzî ve
dikirin da u bigehin kolareyê. Me weha dizanî ku kolare mak e û
kaxezk jî têjikên wê ne, gerek e bigehin hev.
Di zarokiya xwe de me gelek tişt gehandin hev belê em bi xwe ji hev
veqetan.
Wek xewnên şevan li bîra min e; hindek kes bi rûxsarê piyawan li
semta me rawestan û bi vehsanî hêv dikirin livînên me. Ez li ser wê
ditirsam belê min xwe gêl dikir çunkî min ji mezinan bihîstibû ku
jin xwe giran dike bi taybet katê ku piyaw xwe sivik dike. Min gelek
guhdariya axivtinên mezinan dikir, min weha dizanî ku çi tiştê ew
dibêjin rast e, guhar e û gerek ez bikim guhê xwe.
Her hîngê, min dixwazt ez ji cîhana zarokiyê birevim, min hest dikir
ku ez mezin im belê niha dixwazim carekê tinê hest bikim ku ez zarok
im.
* * *
Wî çaxî ez biçûk bûm, ji her tiştî biçûktir lê tinê ji temenê xwe
mezintir.
Li wê nîvroyê kesek girdele, buhadar belê bi qiyafeta xwe sawdar
destê xwe bi serê Benazê de hîna berî ku bi pirsiyarekê sawîlkiya
min ya zikmakî taqî bike: çi ya te ye?
Herdû çavên wî yên ku wek dû libên nîskan man li devê min belê herdû
çavên min yên tijî kinîşte man li Benazê. Min nizanî kîjan bersivê
bidim. Pirsyarek zehmet bû berî hîngê min arastey xwe nekiribû lewra
ji hîngê de ez herdem ji tevnê xeyalgeha xwe pirsyaran divehînim û
arastey xwe dikim ne ji bo ku bersivan amade bikim na, belê ji bo ku
pirsyar zehf in û gereke bihên kirin. Ez li peyvan geryiyam lê tinê
peyvek hat ber devê min: xûşka min e!
Bi dûdilî min hîna ser ziman. Min ne dizanî ka wateya xûşk yan bira
çî ye belê min hest dikir ku peyvek nekês e bo hestên min yên
fûrhayî.
‘‘ Xwedê we bihêle. Têr yariyan bikin û bikenin berî ku hûn mezin
bibin!’’
Ew piyaw çû belê her gavekê li ser milê xwe dizivirî. Min hez dikir
ku ew biçe ji ber ku min diviya Benaz tinê li gel min bipeyve û berê
xwe bide min tinê. Ya ji min ve ku ez tinê heme û gerek e ez tinê
bimînim, ku ev zemîn tinê sexmeratî min dizivire û roj jî tinê bo
pêxemetî min dihele.
Di wî temenî de Benazê bi weynê afretê reftar kir, madê xwe girt û
veder bû. Ez jî girane bûm. Wê zanî ku ez li ser wê ditirsim lê min
bi awayek seyr derdibirrî belê wê dikarî têbigehe lewra ji qehran de
dest havêt pirtkek perdaxa şiketsî û sertila xwe ya şehdê pê
birîndar kir û evca ya min ji bo ku em dilopên xwîna hevdû bivexwin
da ku xwîna me têkil bibe û veqetyana me estem be.
Hêj em dû zarok in û di tunêla tarî de diçin lê yêdî ne bêgunneh in.
Gunnehên me mezin in, têra hemû bêgunnehan dikin û gunneha herî
mezin bendemana bîst salan e.
Tu bêdeng î selara min!
‘‘ Ez çi bibêjim hêja? Rast e bîst salên bendemanê gelek in belê li
gor boçûna Wolterî ne gelek in çunkî ew dibêje bîst sal pêwîst in
heta ku tinê darê mirovî qayim bibe. Vêca di van bîst salan de tu
gehayî jiyanê, mirinê, Benaz û evîna xwe.’’
Dibe can im. Lê, Wolterî gotiye jî ku bîst hizar sal pêwîst in heta
ku mirov li vê jiyanê têbigehe û heta hetayê temen pêwîst tinê ji bo
ku mirov li xwe têbigehe.
* * *
Bîst sal e û ez di terazûya bendemanê de jiyan û mirinê dipîvim û
encam wekhev e: car jiyan dêmek din e bo mirinê û car mirin dêmek
din e bo jiyanê.
Min jî dihizrand ku ez li jiyan û mirinê têdigehim ji ber ku bîst
sal e û di mirinek rojane de dijîm û di jiyanek rojane de dimirim,
belê li dawiyê ji nû ez geham bîndariyê ku ez nezan im û hêj di
navbera herdûyan de daleqandî me. Pêwîst e mirov bijî heta ku bikare
hindekê li vê jiyanê têbigehe.
‘‘ Û mirin?’’
Ez bi essehî nizanim belê bawer dikim ku pêwîst nake mirov bimire
heta ku li mirinê têbigehe.
Li vê êvarê sipî û sar xerîke berf her derê sipî bike.
Sar e, hemû sar e: peyv, awir û ronahiya fenerê belê serbarê sarmayê
ez dikarim ji her demek din bêhtir gotina Sarterê bêmeseb têbigehim
û hest bi wateya wê bikim demê ku dibêje: jiyan dojehe!
|