|
Daxuyanî ji bo
piştgiriya ROJ TV
Xwendevanên rêzdar!
Rojnamevan,siysetmedar û ronakbîrên têkoşer!
Wek her dem çavên dijminên Kurd û Kurdistanê ji pêşdeçûna bizava
azadîxwaza Kurdistanê dêşin, û bêhna wan pir teng dibe,Ewanan bi
hemî awayên ne mirovane serhildan û şoreşên Kurdistanê beravêtî
kirin,û bi sed hezaran Kurdistanî li pênava peyva azad û rizgariya
welatê xwe bûne pakrewan, lê gelê me bi vîneke pola û hêzdar di
pêdariya welatparêziya xwe de û ji bo çaresera kêşa kurdî ya dadmend
berdewam kir û ew hîn jî di têkoşîna xwe de bi hemî şêweyên
aşitiyane û şaristanî berdewam e .
Wek tê zanîn, ku rojnamegerî û ragiyandin bi hemî cureyên xwe ve ji
bo xebata demokratî, azadiyê, û pêşketina şaristanî, xurtirîn alav û
çekên mirovane ne.
Îro rola“ROJ TV”wek dezgeyeke ragiyendinê di bizava siyasî û
rewşenbîrî de payebilind e,ewa bi hemî hêzên xwe zordestiya
dagirkerên Kurdistanê û bi taybetî deslata Turkiyê dicersîne û wanan
li pêş raya gistî li cîhanê şrmezar dike,lewre jî rêjîma Turkiyê
dixwaze destên xwe yên gemarî dirêjî alava ragiyandina “ROJ TV”
bike,û dengekî ji dengên azadî û demokratiyê, yên blind, nizim bike.
Destlata Turkiyê ji Danîmarkê û ji hin welatên din jî dixwaze, ku
ewanan “ROJ TV” qedexe bikin, û riya weşanê li pêş wê bigirin.
Em wek desteya kovara “ PÊNÛS “ bi bûneya vê daxwaza ne rewa û rûreş
ji aliyê hukumeta Tirkiyê de, dengên xwe li dijî vê helwesta şoven
ya rêjîma Tirkiyê bilind radikin û armancên wan yên jehirkirî li pêş
raya giştî li cîhanê bi tundî şermezar dikin,.û herweha jî em
hêvîdar in , ku daxwaz û dengên rêjîmên dagîrker û ne demokrat li
welatên ewropî netên guhdarkirin û berevajiya wê,em bang û lava ji
serdarên dewletên ewropî dikin ,ku ewanan li rex demokratîxwaz û
azadîxwazan, ne tenê li Ewropa , lê belê li Rojhilata Navîn û li her
welatekî din jî, bi giranî rawestin .
Li dawiyê em dixwazin bi qîrînî bêjin,ku dengê
azadiyê,demokratiyê.aşitiyê,û wekheviya gelan nizim nabe , lê bila
dîktatur, rêjîmên kevneperest, şovenîst û ne aşitîxwaz bimirin !
Desteya kovara “PÊNÛS”
01. 12. 2005
|