
Nabe ku mirovekî Êzdî di emrê xwe da, carekê
di derheqa “Tawisê” yan jî “Senceqê“ de
nebihîstibe – nîşana serokê melekan – Tawisî
Melek. Nîşan, ser û dora kîjanê gelek çîrok,
serencam û serhatiyên cûre cûre hatine
efrandinê û têne gotinê. Van paşwextiya de
geleka ji min pirs dikirin, gelo ew
“Senceqa“ ku Qewalan di dema destpêka Şerê
Cîhanê ewlîn de hîştibûne li wan deverên
Serhedê de (ku diketine bin hukumê
Impiratoriya Rûsiyayê de) kîderê veşartî ye,
yan jî di mala kî mirovî de ne...
Serencama wê „Tawisê“, kîjan miqîm yek ji
wan heft “Tawisên” kevin e, ku li
Ermenistanê dihate xweyîkirinê, di nava
Êzdîxanê de ne ewqasî eyan bû. Êzdiyan ciyê
xweyîkirina “Tawisê” (kîjanê re Êzdiyên
Ermenistanê dibêjin “Tawisa ‘Enzel”) li ber
tirsa bêxwedêtiya Komûnîstan nedikirine
eyan, çawa ji ber şil‘etê (şir‘etê), wisa jî
ji ber gelek komên Êzdiyan. Hineka digotin
ku ew “Tawisa” li bahaxaneke (mûzêûm)
Ermenistanê de ne, hineka jî digotin ku ew
“Tawisa” di erdê Qersê de (di dema rev-bezê
ji ber zulma Roma Reş) veşartine, ku nekeve
destê dîndijminên xûnxwer.
Dema meha Çiriya ewlîn (Cotmeh) ez li
Ermenistanê bûme mêvan, û min bi
bexteweriyeke mezin ve, ew “Tawisa ‘Enzel”,
bi çevê xwe dît.
Nêta min di vê gotarê de ne ew e ku ez
eyankirinê serencama efirandina her heft
“Tawisan” bi zanistî û ciyê xweyîkirinên wan
bi hûr gilî bidim kifşê. Helbet şirovekirina
vê fikrê wê biba lêkolîneke hewaskar û
pirqîmet, kîjanê re hewce ye wextekî mayîn.
Nêta here sereke ya vê gotarê ew e, ku
civakên Êzdiyan bi hebûna yek ji wan her
heft “Tawisan” di nav civaka Êzdîxana
Ermenistanê de bibhîzin, bizanbin ew çawa
ne, bi çi cûreyî ye û wisa jî serencama
xweyîkirina wê. Ez di pêşî de dixwezim çend
giliyan di derheqa rîtûala “Tawis Gêranê” û
heft sembolên pîroz – “Tawisa” (“Senceqa“) –
de bêjim.
Hetanî salên dehan ji sedsala buhurî, Qewal
hê dihatin û “Tawis” li nav wan civakên
Êzdiyan de digerandin, ku bi destê felekê
wergahastî û cîwer bibûn ser axa qezayên
Qersê, Bazîdê û Surmeliyê.
„Tawis Gêran“.
Wek qirarên ola Êzdiyatiyê salê du caran
(berê heft deveran) Qewal “Tawisan” li nava
Civakên Êzdiyan de tevî def û şibaba, didine
gerandinê. Qewalan pirsên ayîn û qirarên
dînê Êzdiyatiyê şirovedikirin, Qewl û Beyt
digotin, Dua û Dirozge dikirin, xortên
Êzdiyan hînî (fêrî) Qewlan û Beytan dikirin,
û maşê “Tawisê” ji bona Lalişa Nûranî berhev
dikirin û wisa jî gelek pirsên civakên
Êzdiyên mayîn (der) belav û safî dikirin.
Ewana demekî dirêj ve di nava civakên
Êzdiyan de dimane, gund bi gund, cî cîna jî
mal bi mal digeriyan.
Hatina Qewalan cara paşîn di nava Êzdiyên
Rûsiyayê de.
Cara paşîn, neh Qewal ji gundên Başîk û
Behzanê, û yek ji wan jî ji gundê Baadirê,
hatine nava Êzdiyên qeza Qersê (berê
Rûsiya), û piştî destpêka şêr, nikarîbûne
paşde vegeriyana û wextekî pir dirêj di nava
wê civakê de mane. Çevkanî û îsbatiyan vê
elemetiyê, daxuyaniyeke[i]
bi qolê “surî” ve ye, ku di derê de tê
destnîşankirinê, ku ji wan, 4 kes li ser
erdê Rûsiyayê mirine, û 5 kes jî paşde
vegeriyane malên xwe.
Navê wan Qewalan yên li Rûsiyayê çûne ber
rehma Xwedê:
-
Qewal ‘Elî kurê Qewal Reşo;
-
Qewal Hisên kurê Qewal Mado;
-
Qewal Xelo kurê Qewal Xidir ji gundê
Başîkê;
-
Qewal Hesen kurê Qewal Xidir ji gundê
Behzanê.
Navê wan Qewalan yên paşde vegeriyane malên
xwe:
-
Qewal Elyas kurê Qewal Biro;
-
Qewal Reşo kurê Qewal Mirad;
-
Qewal Hacî kurê Qewal ‘Elî ji gundê
Başikê;
-
Qewal Reşîd kurê Qewal Hacî ji gundê
Behzanê;
-
Qewal Hisên kurê Qewal Ado ji gundê
Baadrê.
Êzdiyên Ermenistanê digotin ku du kes ji wan
çar Qewalan di goristana gundê Sengerê de
(nehiya Axbaranê) hatine heq kirinê. Bi
rastî jî, extiyarên wî gundî, di nav
goristanê kevn da, du mezelên kevn yên
Qewalan, nîşanî min kirin, û di ser de jî
navê yekî rind dihate bîra wan – Qewal
Hisên.
Wêne 2. Mezelê qewal Hisên. Senger, 10.2007.
Ermenistan.

Tawis.
Tawis (çend sedsal pêş de bi navekî – duda
wek „Senceq“ jî tê gotinê) – yek ji sembolên
Êzdiyan yên pîroz boy navê Tawisî Melek e.
Di demê buhurî de cem êzdiyan heft “Tawis”
hebûne û bi van navan hatine naskirinê:
- Tawisa Enzelî (Tawisa Êzî);
- Tawisa Şingalê;
- Tawisa Helebê;
- Tawisa Xalitiya;
- Tawisa Zozana;
- Tawisa Miskoviya (Misqofa);
- Tawisa Tewrêzê / Tebrêzê[ii].
Her “Tawisek” ser navê Mîrgeha Êzdiyan (wek
Şêxan, Şingal, Heleb, û hwd.) hatiye
naskirinê. Di pêşî da, Qewalan wextê “Tawis
Gêranê”, ew her heft “Tawis” jî digerandin û
her yek dibirine deveran ser navê wan. Lê vê
demê, Qewal “Tawisê” digerînin di Deverên
Şêxanê û Şingalê de. Her wisa jî dibêjin, ku
eva du sê sal e, çawa Qewal “Tawis” di nav
Êzdiyên Suriyeyê jî digerînin.
Serencama Tawisê di Ermenistanê de.
“Tawisa” Ermenistanê di Ocaxa Şêxê
Şêxûbekira, Ezîzê kurê Mirazê Hisoyê Feqîr
Ozman, li gundê Ciraratê Qeza Armavîrê de,
hatiye sipartinê. Serhatiya sipartin û
xweyîkirina wê “Tawisê” bi devê Şêx Ezîz û
bi destûriya wî ku tê destnîşankirinê ewa
ye:
Yek ji wan heft “Tawisa” li Sînekê, qeza
Qersê, li ba Feqîr Ozman ji Ocaxa Şêxê
Şêxûbekira, hatibû sipartinê. Nêzîkaya salên
dehan ji sedsaliya buhurî da, Mîr Îsmayîl tê
Qersê, ta ku ewê “Tawisê” bibe Lalişê, lê
civaka Êzdiyan yê wê qezayê lavayî û dîleka
wî dikin ku “Tawisê” di nav wan de bihêlin.
Çûyîn û hatina civaka Êzdiyên di vê qezayê
de (û wisa jî ji qezayên mayîn yên ku
ketibûn bin destê Rûsiyayê) bi mehna Şerê
Cîhanê yê yekem, hatibûn birînê, lema jî Mîr
Îsmayîl destûra hîştina “Tawisê” dide û dua
li mayîna wê sembola pîroz li ber Xwedanê
Feqîr Ozman dike.
Di sala 1918-an de, Roma Reş, dîsa ne bi
xêr, careke din li Êzdiya tê xezebê û dest
bi qirkirina wan dike. Ber xezeb û zulma
Roma Reş tevî hezaran hêsîrên Êzdiyan yê
qetlê filitîbûn, Feqîr Ozman jî tenê xurca
“Tawisê” li ser milan, li ser cemê Erezê re
derbas dibin û xilas dibin. Feqîr Ozman diçe
gundê Sengerê di nava Mirîdên xwe de cîwer
dibe. Paşê dibe xweyî mal, Ocax û Xwedan ser
ku derê jî, xurca “Tawisê” tevî nîşanên
ziyaretî yên mayîn, tê xweyîkirinê. Bi vî
cûreyî “Tawis” derdikeve ser erda
Ermenistanê û tê xilas kirinê.
Di salên bîstan de ji sedsala buhurî de,
wextê qirar û qanûnên Dewleta Şêwrê, bîr û
bawerî, dîn û hebandina Xwedê, qedexe
dikirin, Êzdî jî ditirsiyan, aşkere rê û
rismên dînê xwe wek qirara olê bidine
qetandinê. Lewma jî hebûna wê “Tawisê” çawa
mala Şêx Hisoyê Feqîr Ozman de (paşê jî kurê
wî Şêx Mirazê) li gundê Sengerê, wisa jî
nava Êzdîxana Ermenistanê de, dihate
veşartinê û nedihate aşkere kirinê hetanî
salên destpêka hilweşandina Dewleta Şêwrê
(1990). Di sala 1973 an de, malbata bavê Şêx
Ezîz – Şêx Mirazê Hisoyê Feqîr Ozman –
werguhastî dibin û têne gundê Qurû Erez li
qeza Armavîrê de cîwer dibin.
Di sala 1983-an de, Şêx Mirazê Hiso diçe ber
rehma Xwedê. Ji wir û şûnde, herdu kurên
cahil yên Şêx Mirazê, Ezîz û Elî tevî
jinbava (dêmarî) xwe Meyrê û keçika wê ber
Ocaxa tevî “Tawisê” qulixiyê dikin. Di sala
1990-î de, Şêx Mawî ji Mala Mîra tê
Ermenistanê û diçe mala Şêx Mirazê bi wê
fikrê ku tevî “Tawisê” paşde vegere. Lê
feqet peymanên wî nayêne qebûl kirinê û bi
vî cûreyî, xwestin û mirazê Şêx Mawî nayê
hasil kirinê.
Xêlekî şûnde, di salên 1991 de, wextê
hilweşandina Dîwana Şêwrê li Ermenistanê de,
di dema pir xirab de, bêxweyîbûnê û
tevlihevbûnê, dîsa “nêçîra Tawisê” – yek ji
sembolên baweriya Êzdiyan yên lapî pîroz –
dest pê dibe. Nav tûra wan “nêçîrvana” de
çend Êzdî bûne dînfiroş, heramzade, cesûs û
yên ku ebûra rûyê wan tune bûne, tevî
herebaşiyê Ermenî nêta kîjana ew bû, ku
esseyî ewê “Tawisê” dest bînin û axiriyê jî
bi qîmetekî pir mezin ve bifroşine ser
bikirçiya (ewana perê qalim soz dabûn).
Ewana hazir bûn her tiştî bikin, ber tiştekî
nesekinin, her tek tenê bighejine qetandina
nêta xweyî qilêr. Ewana ya xwe kiribûne yek
ku bi destê zorê û tirsandinê yan jî bi
qeweta pera ji cem Meyrê (jinbava Şêx Ezîzê)
ewî Şexsê Êzdiyayî pir pîroz hildin.
Lê armanca wan miyeser nebû, ji boy wê yekê
ku hê di nava Êzdiyan de mêrê bi xîret û
dînhiz hene. Wextê apê Ezîz – Têmûrê Hiso –
wê pilana qilêr dihese û ji cem jinbira xwe
“Tawisê” hiltîne û bi dizîka ve bi emanetî
dispêre Ocaxa mirovekî xudanesil û
xudanbext, zehmetkêşê dîn û milet – Ûsoyê
Eliyê Fariz, ji qebîla Bûdiya li gundê Qurû
Erez.
Ew nemirovên ku ketibûne pey “Tawisê”,
zapitên polîseya nehiyê û qulixciyê, wan jî
tevî wê “nêçîrê” kiribûn – gelek tiştên
xêlif ji wan re qise kiribûn û gotibûn ku di
mala Ûsoyê Elî de Êzdiya tiştekî xweyî pîroz
veşartine, kîjan “neqişandî ye kevirên bi
qîmet ve, wek almaz”. Hatina erebê polîsa
tevî wan cesûsên Êzdî ve hê ne gihîştî
kenarê gund, rê ve xêrxwezekî wê malê dibîne
û bi leztî cahaba nexêriyê digehîne Ûsoyê
Elî. Kurê Ûso bi leze-lez “Tawisê” ji mal
derdixin û nava qamûşê çimçima li pişta mala
wan, vedişêrin. Hema deqe-deqe pey veşartina
“Tawisê” re çend erebê polîsa tije çekdar tê
de tên û ber derê Ûsoyê Elî disekinin, peya
dibin û bi destxwera pirs dikin ew tiştê
“gulover ku neqişandî ye kevirên bi qîmet
ve, wek almaz” li ku ye, û dest pê dikin wî
tiştî hemû û her dera digerin, nava, bin û
ser hemû tiştî de. Çend seheta de temamiya
malê (çiqas avayê malê hebûne) serûbinî
dikin, zirareke mezin didine wî qapî lê tu
tiştekî wisa nabînin û poşman paşde diçin.
Çend roja şûnde dîsa ji nişkêva ew koma
çekdaran tevî polîsan tên û careke mayîn jî
malê gişkî tev li hev dikin, lê dîsa tiştekî
nabînin û paşde diçin.
Lê heta xilasiya sala 1991-ê de, êdî çend
mirov hatibûne kuştinê: Dêmariya Ezîz –
Meyrê, qîza Meyrê û apê Ezîz – Têmûrê Hiso.
Di pey kuştina heqas meriya re jî, hê ser de
jî, neh salan didine Şêx Ezîzê Miraz û
dişînine kelê (hebsê).
Wexta Ezîzê Miraz ji kelê zûtir tê berdanê û
vedgere ser kuçikê Ocaxa bavê xwe û wisa jî
dawiya “nêçîrvana” diseqire û tê edilandinê,
wê demê Ûsoyê Eliyê Fariz, ku nêzkaya neh
salan “Tawis” di mala xwe de mîna ronaya
çavê xwe xweyîkiribû, dîsa paşde tîne û
datîne nav Ocaxa Şêx Ezîz de.
Li vir hewce ye bê wekilandinê ku Ûsoyê Elî
tevî koma xwe wek mirovne olparêst û
xudannav xizmeteke pir qîmet kirin boy ola
Êzdiyatiyê bi xweyîkirina “Tawisê” ve. 27-ê
Kanûna ewlîn sala 2000 bi hemcimetî û bi
dayîna qurbana Tawisî Melek, Ûsoyê Elî
“Tawis” ji mala xwe derxist û ber Xwedanê
Ocaxa Şêx Ezîzê Miraz “Tawis siyar kir” û
tevî temamiya nîşanên pîroz ve teslîmî wê
Ocaxê kir.
Piştî demeke kin, Ezîzê Miraz ji gundê Qurû
Erez derdikeve û li gundê Ciraratê cîwer
dibe. Eva nêzkaya 7 salan e ku “Tawis” Ocaxa
Şêx Ezîzê Miraz li gundê Ciraratê qeza
Armavîrê bi eşkeratî tê eşaret kirinê,
Êzdîxane bê tirs û bi şabûneke mezin tê ber
wî Şexsî tiya dibe.
„Tawis siyar kirin“.
“Tawis” ser Stêrê malê tevî temamiya nîşanên
pîroz, ku di wê Ocaxê de hene, tê
xweyîkirinê. “Tawis” her tenê rojên carşema
(roja Tawisî Melekê) bi qewlgotinê ve û hê
heta roj neçûye ava tê vekirinê (binêrin
Video “Tawis siyar kirin”). “Tawis”
Şexsekî bi nav û deng e û wisa jî berî
“siyar kirinê” gere qurbana Tawisî Melek bê
dayinê.
Wêne 3. Tawis siyar kirin. Rzayê Kakê û Şêx
Ezîzê Miraz. Cirarat. 10.2007. Ermenistan.

Wêne 4. Tawis siyar kirin. Pîr Rzayê Kakê û
Şêx Ezizê Miraz. Cirarat, 10.2007.
Ermenistan.

Nîşanên pîroz yên mayîn tevî Tawis.
Mala şêx Ezîz de “Tawis” tevî nîşanên pîroz
yên mayîn di xurcê de bû, û xurc jî di nava
perçê xas de pêçayî bû û ser Stêr danî bû.
Wexta “Tawis siyar kirinê” me ev nîşanên
pîroz dîtin:
Wêne 5. Tawis. Şêx Ezizê Miraz. Cirarat,
10.2007. Ermenistan.

Wêne 6. Tawis. Cirarat, 10.2007. Ermenistan.

|
N |
Navên nîşanên pîroz |
Ji çi çêkiriye |
|
1 |
Tawis |
bronz |
|
2 |
Şelbkê Tawisê |
sifir |
|
3 |
Şelbik |
sifir |
|
4 |
Qûlê reş |
bronz |
|
5 |
Tacê gulî |
rîs (hirî) |
|
6 |
Hile |
rîs (hirî) |
|
7 |
Xerqe |
rîs (hirî) |
|
8 |
Xadimê Nûranî ser benê piştê |
Xelekên bronz; Benê piştê ji rîs
(hirî) |
|
9 |
„Darikê nezerê“ |
dar |
|
10 |
Moriya Bedenê |
du kevirê heva girêdayî bi benikê
rîs va |
|
11 |
Berat |
axa Lalişê û ava Kaniya Sipî
|
Wêne 7. Şelbikê Tawisê.

Her mirovekî êzdî ku salê carekî (wek qirar
û ayîna dînê êzdiyatiyê rojekî ji wan rojên
ezîz û pîroz) here ber ocaxa Şêx Ezîzê û
tiya be ber “Tawisê”, wê xêreke pir giran ji
xwe re qazanc bike û wê dua Tawisî Melek ser
wan hebe, û wisa jî ziyaretiya wan (dibe ne
kêmî ziyaretiya çûyîna ber Lalişê) bê qebûl
kirinê. Rojên pîroz bona cûyîna ber “Tawisê”
ew rojên çarşema ne (roja Tawisî Melekê) û
wisa jî rojên eyda ne (Eyda Ezîd; Eyda Xidir
Nebî).
3 Video:
Ermenistan / Çiriya pêşiyê, 2007
[i]
Kaxezeke
nehênî „surî“
ji qayimeqamiya Şêxan, hijmara 26, 21 /
Nîsan.
1930.
Kopiya
vê
kaxazê
Dr.
Хelîl
Cindî
Raşo
nîşanî
min
kiriye,
ewî
jî
salên
1995\96
ji
Ahmedê
Mala
Xelîl
standibû.
[ii] Êzidyatî.
Wane bo fêrxwazên
Êzdiya.
Xidirê
Pîr
Silêman.
№1-6, Hewlêr,
1998-2000.