|
Min û to, pêkewe çend
hunermendêkî dest rengîn û ciwan bûyîn
Min û to pêkewe tabloyî jiyaniman kêşa
Tabloyî qayiq û derya
Min û to beb ê ewî tir hîç bûyîn
Min û to herdû tewekerî yek bûyîn
Min, qayiqêkî çikoley ser aw bûm û
to, deryayekî tofanî û pir coş û xirûş bûyît
Min û to, rêgayî jiyaniman pêkewe depêwa le naw
deryayî bê binî to da
To bo min wek melewanî şarezayî ser aw bûyît
Ke le katî niqûm bûwinda feryagozarim bit
Ema, ema min bo to çi bûm?
Min bo to wek laşeyekî bê giyan ke dekewête bin
aw
Hêdî hêdî ew laşeyî firêdedeytewe qerax (rox) aw
Toyî ture, be şepolekant detwîst
Nuqmî bin dinyayî tarîkî xotim bikeyt
To detiwîst be baweriyekanî min
Min le aw nehêniyekanî xot da bim toyêniyetewe
To pêtiwabû ke çitir qayîqe piçkolekem natiwanêt
Xoyî bigeyenête rûyî asoyî rûn
To be şepole ser lêşêweyekanet, xot dekuta be
cesteyî min da
Taku qayiqekem netiwanêt berew pêş birwat
Ema her carêk kebe tewawî tiwanayî xot, xottit
dekuta be cestemda
Hemû ew tiwaneyî debûn be hêzêk bo min û berûpêş
deroyiştim
Mi êsta le armanc nehêniyekanî to têgîştem û
Xomim berew rûyî asoyî roşin kêşa
Demewêt bo yekem car le jiyanim da
Tewawekerî ew tabloyîye bim
Ke to le nêweyî rêga da becêt hêşt
Belam to her le naw gêjawî xot da mayît û
Be destî xot şepole tûrekanet
Dekutitewe aw derûnî xot û
Xot serkût dekeyt û be hîç nageyit
Her le naw derokanî xot
Be ser lêşêwaw demêniyetewe
Çunke hergiz rast nebûyît û
Bawerêşt be qiseyî xot nebûwe
|