|

Dibe ku dereneg ma be jî ev xwendin di
Kurteromana (Gulistan û şev) ya ku di sala 1987
ji aliyê nivîskar Hesen silîvanî de hatiye
nivîsandin û di sala 1996an de hatiye çapkirin
bi tîpên latînî . Lê dema ku çapxana LÎS li
Istanbolê bi şêweyekî Ciwan ji nû ve çapkir di
vê salê de 2007 û bi destê min ket, min xwend û
min dît ko hêjayî vê pênasiyê ye li ser
binivîsim, ne bi awayekî rexne lê wek dîtin û
nerîn li ser vê romanê , bi rastî min hêja dît
ku ez li ser van dîtinê xwe bînim ziman ta ku ez
hin tiştan ronî bikim û li gora xwe ez bînim
ziman ji ber ku bi rastî jî Romanek dihêle mirov
xwe jî tê de bibîne û her kesî ev êş tam kirye
êşa bendemayinê û bi hêviya hatina heval yan
evîndar yan kesekî li ber dilê mirov şêrîn ev
tiştek gelek zehmet e . bi taybet wexta ew heval
yan evîndar di şerekî de be û ji mecbûriyê jî
xwe di nav de dibîne . wê demê hêviya vegerê
çendî kêm û zahmet be jî lê dîsa bîr û hizra
mirov herdem xeyalê vegera wî bi serê xwe de
dilorîne û li ser wê bendewariyê mirov disoje û
lawaz dibe , eveye rastiya romana Gulistan û şev
dîmeneke gelek ciwan li pêşya çavên mirov radixe
û her weha girêdana bi bîranîn rojên derbasbûyî
ve her dem xeyala hatin û vegera wî kesî di hişê
mirov diçe û tê .
Şêweyê ku nivîskar nivîsî ye ne fantaziye yan
xeyal e ev çîrok rasteqîne , nivîskar mirov dibe
nava romana xwe û bi hest û nazikya derbirîn û
rasteqîna vê bizavê di dihîse .
Her kesek ku li benda ezîzekî be û di her kêlîk
û caxekî de bi şev xeyal û tesewira hatine wî
birame . bi rastî wexta merov Kurteromana
Gulistan û şev dixwîne merev bi lehengên romanê
re dibe yek û pê re bi şev li ser dengê dergeh
hizir dike wa ezîzek ji zûde ji merev dûr hat û
li dergeh dide . weha roman dest pê dike , (ez ê
bêm ma tu bawer nake ez ê bêm lê dibe hinek
dereng be? . lê her ez bêm! ). Gulîstan di nava
xwena vegera hevjînê xwe Dilşad yê ku di nava
ceng û şer de ye di dema şerê Iraq û Iran de ew
şerê ku Dilşad ji neçarî xwe di nav de dîtiye .
û ji neçarî ew tiracîdya kuştin û mirinê dibîne
, tariyê şer nexweş e û her tişt .. Weha
lehengên romanê Gulîstan bi wê bîreweriya vegera
Dilşad di nava xwen û xeyalan me dibe û tîne li
gelek deveran me digerîne û di gelek çaxan me
vedigerîne . di nav de behsa bîranîn xwe di gel
Dilşad dike û gelek dîmenan li ber cavên me
datîne .
Tiştê ku gelek bala mirov dikşîne ew e ku
nivîskar zimanê romanê bi curyekî pir naz û
ciwan daye nivîsîn , rehet û xweşe bi şêweyê
helbestê di gelek deveran de diyar dibe û
rupelên romana xwe dineqişîne . û roman
dewlementir dike û rengên cur bi cur ji
edebiyatê têde pêk aniye û xistiye xizmeta
mebesta xwe ji vê romanê .
Roman ji du Beşên serekî pêk tê. Yek Gulîstan e
û yê din jî lehengê romanê ye Dilşad e . Du kes
dipeyvin Gulîstan bi şev û bi tenê mayin Dilşadê
xwe tîne bîra xwe . Romanivîs û lehngê romanê
hevalê hev in herdu jî di şerê Iraq û Iranê hev
nas dikin .
Beşê diwem jî bîranînên ji deftera Dilşad mayî
li mal e dema ku şev dereng dibe û li ber destê
sibehê Gulîstan radibe û wan kaxezan yeko yeko
dixwîne û navê wan "kaxezên bi behna barûd û
beybûnê xemilandî" gelek dîmenan ji nexweşiya
şer radixe ber çav .
Di baweriya min di ev roman gelek tiştan di nava
xwe de dicivîne jiyan û hêvî bawerî dilsozî
hijêkirna hevaltî û girêdana bi xaka welat ve ,
xweş e ku di dema qonaxa îro de di nava romanê
de li ser berxwedan û têkoşîna kurdewearî hebe
ji ber ku diyar e ku lehingê romanê Dilşad weha
bi hesanî venagere û ji leşkeriya dijmin dire
nava refên pêşmerga û ji bo gel û welatê xew
têdikoşe .
Berdêliya wê bendewariyê . şiyar mayine û xwe
sotandin û li hêvîyê baweriye ev jî nîşana
jiyanê û berdewamiya wê destnîşan dike heger ev
tişt nebin wê demê ne sebir û ne aramî be wê
cawa mirov bijî û nekeve . hege ev herdo tişt ji
jiyana mirovayetiyê ketin û winda bûn wê demê
jiyan bi xwe jî namîne û têkdiçe .
HESENÊ SILÊVANÎ Ki ye . di sala 1957an de, li
gundê Tirkija, nêzîk bajarê Zaxoyê, jidayk bûye
. Piştî şikestina şoreşa kurdî di sala 1975an
de, li başûrê Kurdistanê, hukumeta Îraqê gundên
wan şewitandin û ereb anîne şûnê. Lewra ew ji neçarî
ber bi bajarê Mûsilê çûn. Di sala 1975an de dest
bi nivîsîna helbest û kurteçîrokan kiriye û di
rojname û kovarên kurdî de belv kirine. Heta
niha ev berhem çap kirine:
Hozanên Sava. Helbest 1991, Kurdistana başûr.
Balûlka Şekrê. Kurteçîrok 1994, Siwêd. / Çîrok û
helbest, ji welatê Nêrgiza. Bi zimanê erebî. /
Gulistan û şev, roman.
Silîvanî xwedanê imtiyaza Kovara PEYV e .ji sala
2001 an de heta niha seroketiya Yekîtiya
Nivîskarên Kurd şaxê duhokê dike .
|