|
Banga Komela
Dostên Serê Kanîyê li Almanyayê
ji bo
bigazîveçûna zirarlêketîyên lehîya li bajarê
Serê Kaniyê rabû
Ji
roja şemîyê, 28.10.2006 ve lehî li bajarê kurdî
Serê Kanîyê, li bakur-roavayê Sûrîyê rabûye. Avê
kuçe û kolanên bajêr girtine û derbasî hundurê
malan bûye. Du rojan li serhev baraneke gıran
bariyaye. Avbırrên, ko tirkan li ser rêçên avî
li herêmên nêzikî sînor avakiribûn, tije av
bbûûn. Ji bo ziyanê ji ser dezgehên xwe yên avê
û aborîyê bidûrxînin, tirkan ji nişkave rê li
ber wê ava pirr, ko gelek rojan hatibû girtin û
civiyabû, vekirin û bi ser can û milkê mirovên
bajarê me de berdanç ew mirovên bêgunehî ji vê
gosirmetê re ne amade.
Di
ancamê vê lehîya hanê de bêtirî 20 malên
bajarîyan li tara mehetê (roavayê bajêr), ko ji
herîyê avabkirîbûn bi temamî yan beşek jê
hilweşîyane. Ji navên xwedîyên wan malan heya
nuha ev nav gîhane me: Usê Şêx Emer, Mehmûd Mele
Derwêş, Sofî Xelef, Saîdê Qesab, Mele Mihemed,
Ibrahîmê Paşê, Xelîlê Hekarî. Herweha agir bi
mala niştecî Abdilhelîmê Hecî Taha ketîye. Av
ketîye bêtirî 200 malan û gelek dikan û mexazên
niştecîyan û ziyaneke mezin gîhandiye milk û
xirad û firaxên mal û dikanan. Ji kerema xwedayê
mezin tu kes dîrekt ji niştecîyên bajêr li ber
avê neçûye.
Komela Dostên Serê Kanîyê li Almanyayê dide
xuyanêkirin, ko ew dest bi kampanya berevkirina
bêşan dike ji bo bigazîveçûn û piştgiriya
ziyanlêbûyên lehîya Serê Kaniyê; berî hemî ew
kes û malbatên, ko xanîyên wan hatinexwar,
nexasim zivistan nêzîke li ber derîyane.
Em
bangî hemû dost û hezkiryên bajarê Serê Kaniyê
yê dîrokî û hemû xêrxwazan dikin, li Almanya û
Ewropayê, bi bêşên xwe alîkarîya ziyanlêbûyên bi
hacet bikin.
Hûn
karin bêşên xwe bişînin ser hesabê bankê yê
komelê:
|
Hesabê bankê
(KONTO):
150148500 |
Numera bankê:
25050000 |
Navê bankê:
NORD / LB |
bêşkirin ji derveyî Almanyayê kare li ser vî
hesabê navnetewî pêkwere:
|
IBAN: DE 77 2505 0000 0150 1485 00 |
BIC: NOLADE2HXXX |
Ji kerema xwe
re vê hevokê li ser kaxeza bêşê binivîsînin:
SPENDE
-FLUTOPFER-OKT/06
Civata
berpirsyarên Komela Dostên Serê Kanîyê li
Almanyayê dê ji bo hemû pereyên bêşkirî belgeyên
bêşê derxîne.
Ji bo têkilî û
pirsyanê:
Silêman Alî
0049(0)5361/7072824,
0049(0)1705408663,
suliman-ali@web.de
Ebdilqadir Mihemed Alî
0049(0)1741002334
Civata berpirsyarên Komela Dostên Serê Kanîyê li
Almanyayê
Braunschweig, Komara Almanya Federal, 30.10.2006
|