Dewleta Tirk eşkere dibêje, ew hebûna
statuyek kurdî, li ku dibe bila bibe, qebûl
nake. Her weha ew destê xwe dirêjî kar û
barê navxwe yê herema Başûrê Kurdistanê jî
dike.
Ji destpêka şerê DYA yê li dijî rejîma Sedam
Husên û piştî têkbirina rejîmê û ketina
Bexdayê di 9.04.03 an de deblomasiya tirkan
bi serkêşiya AKPê kete nav tevgerê.
Di destpêkê de behsa “Welayeta Mûsilê” hat
kirin. Wezîrê karê derve yê wê demê Yeşar
Yakîş dîroka Osmaniyan vejand û xwest
tevahiya Başûrê Kurdistanê bi ser xaka
Tirkiyê ve bête girêdan, an jî bête “vegerandin”.
Yakîş digot, li gorî peymana 5 Hizêrana 1926
an tevahiya Mûsilê para tirka ye!!.
Wê demê jixwe dewletên derdorê her yekê û
beşek ji Iraqê kiribû para xwe…
Rêvebirya AKPê jî ger carnan Mûsil û ger
carnan “Mafên Tirkmanan” ji xwe dikir buhane.
Digot em li dijî fedraliya kurdane û em
nahêlin ku Kerkûk bikeve jêr destê hikûmeta
heremê, lê di heman demê de behsa fedraliya
Tirkmanan dikirin.
Bi gotinek din, ya kurdan li ku baya, ya
tirkan jî li himber bû. Her cara ku MGKê jî
dicivya statuya Başûrê Kurdistanê mîna
“Mezintirîn û tahlûketirîn xetera stratîjî
li ser Tirkiyê” nîşan dida. Ev kar li ber
çavan bû. Lê hin karê din hebû: Dewleta tirk,
çi wek hikûmet û çi jî wek eskerî, kiriyarên
herî qirêj li başûr bi rêve dibir. Hêzên li
dijî hikûmeta başûr destek dikir. Eniya
Tirkmanî xurt dikir û dixwest astengiyan li
Kerkûkê saz bike. Hêzên sunî yên dijberî
kurdan û mafên wan û şûnmayên Bahsiyên Sedam
bi rêxistin dikir û kongre ji wan re li
Stenbûl û Enqreyê lidar dixsit.
Ev ji bilî civandina hin kurdên xwefiroş li
jêr serokatiya wezîrê Sedam yê berê Erşed
Zêbarî û sazkirina partiya “Adalet û
pêşkeftinê” ku wek yekîniyekê li dijî mafên
kurdan bixebite. Hêzên islama siyasî yên li
başûr her ku diçe şaxên xwe fireh dikin û
civakê radîkalîze dikin, ew jî ji Tirkiyê
alîkariyê digrin û li gorî xwestekên wê
tevdigerin.
Ji vê zêdetir, dewleta tirk li cem DYA yê
“alîkariya xwe ji bo aramkirina rewşa Iraqê”
bi diyarkirina helwestek Washingtonê ya xurt
li dijî kurdan û Kerkûk û Fedralîzimê ve
girêdide..
Erdoxan jî çavê wî bar nabe ku pêşwaziya
Serokê Iraqê Celal Talabanî û Serokê Heremê
Mesûd Berezanî bike. Ew heqaretê jî dike û
dibêje, ev serokêlin û em wan qebûl nakin…
Dewleta tirk niha bi “Komara Herema Kesik”
ya li Iraqê dixwaze peymanek şerê giştî li
dijî Tevgera Azadîxwaz ya Kurdistanê ilan
bike. Dixwaze hikûmeta Malikî ya nikare
Necef û Kerebelayê biparêze here başûr û
şerê şervanên kurdan bike.!!
Bi vê yekê Tirk dixwazin Iraqî wek çawa mîna
Sedamî, niha jî destûrê bidin wan ku ew
Iraqê li ser kêfa xwe dagir bikin û derbasî
başûr bibin. Ev xwestek jî ji aliyê Malikî
ve hatiye qebûl kirin. Malikyê ku qebûl nake
Hizbulaha Lubnanê û Hemasa Filistînî wek
terorîst bêne binavkirin, niho dixwaze kurd
hev terorîst ilan bikin û ji wê zêdetir jî
şerê hev bikin!.
Aqilmendên hikûmeta Başûr û siyasetmedar û
rewşenbîrên kurdperwe dizanin, ku ev peyman
ne tenê li dijî Tevgera Azadiya bakur e, lê
ew bi derca yekê li dijî hebûna statuya
herema başûr e jî. Ew herema başûr ya ku
MGKê dibêje, xetera herî mezin li ser
Tirkiyê ye.
Ji ber hindê, gelê kurd li hêviya helwestek
xurt e, ku bihêle Erdoxan û Malikî, bi hev
re, imza xwe balêsin û soz û dek û dolabên
wan pûç û vala û fişe derbikevin….
tariqhemo@hotmail.com