Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

03 October 2007 17:27

 

Hoşeng Broka

 

Dîwarên wan û dîwarên me

Hoşeng Broka

Îro(03.10.07), 17. salvegera yekîtiya herdu Elmanyan e: Elmanya Rojava/ „Komara Bonnê“ û Elmanya Rojhilat/ „Komara Berlînê“.
Bonn, ku di 03.10.1990-î de, yekemîn car, paş dora 41 salan, çû Berlînê, û pê re, du Elmanya bûn yek û du Elman jî bûn Elmanek, serencama rûxandina yek ji mezintirîn, hovtirîn, zalimtirîn û tirsnaktirîn dîwarên li ser rûyê vê dinyayê bû.

Ma kî Berlînê nas nake, ku navdartirîn dîwar bû?
Kî bi Berlînê nebihîstiye, ku dîwar û dîwar bû?
Kî dîwar nas nake, ku ji Berlînê heta bi Berlînê bû?

Paş 2. şerrê cîhanê, „Reicha Elmanî“, ku paytexta wê Berlîn bû, kete jêr kontrola Amerîka, Sovyêta berê, Brîtanya û Fransayê.
Berlîn, wê demê, bûbû çar Berlîn.
Berlîn, wek dergehekî herî mezin û sereke, ku 2. şerrê cîhanê, tê re derbasî dinyayê bû, êdî bûbû navenda „şerrê sar“ î dirêj, di navbera Rojhilat û Rojava de.
Paşê, wek serencama nakokiyên dijwar, yên di navbera herdu cîhanan de(Rojava û Rojhilat), Elmanya berê, bi awayekî fêrmî, bû du parçe: Di 23.05.1949-an de, hersê beşên „Reicha Elmanî“, yên li jêr desthilatdariya Rojava, bûn BRD(Komara Elmanya yekgirtî), û di 07-ê Oktobera heman salê de, beşê 4., yê girêdayî Sovyêta berê jî, bû DDR(Komara Elmanya Demokratîk).

Yek ji navdartirîn û herweha sexttirîn sînorên di navbera herdu Elmanyan de, bê guman, „Dîwarê Berlînê“ bû.
Ev „dîwarê hov“, di 13.08.1961-ê de, bi qasî 155 km dirêj, û dora 3,60 m bilind, di navbera destên herdu Berlînan de, hate avakirin.
Di 09.11.1989-an de, paş dora 28 salan ji êş, bazdan û kuştina dîwar û dîwar, „Rojhilatê Berlînê“ çû „Rojavayê wê“, dîwar hilweşiya û ew, heta hetayê, di bîra Elmanyayê de, bû dîrok:
Dîroka welatekî bi du paytextan;
dîroka bajarekî bi du dergehan;
dîroka zimanekî bi du ferhengan;
dîroka destekî bi du bîran;
dîroka aliyekî bi du nimêjan;
dîroka asmanekî bi du baranan;
û dîroka dîwarekî bi du welatan.

Îro, „Berlîna dîwar“, dîrok e, ku ev Berlîn, wek wê Berlînê paytext e.
Îro, „Dîwarê Berlînê“, dîrok e, ku destên vî aliyê diwêr, wek wî alî, bi Elmanî, xweşik û bilind, dijîn.
Îro herdu Elmanya dîrok in, ku Elmanyayek bê dîwar, li vê Berlînê bi qasî wê Berlînê, li vê berfê bi qasî wê berfê, li ser destên 90 mliyon Elman, tê xwedîkirin, hezkirin û mezinkirinê.

Elmaya, wisa ji dîwaran; wisa, bi dîwaran; wisa, li ser dîwaran; û wisa, di navbera dîwaran de, hînî xwe û hînî yên din, bû:
Ew wisa, hîn bû, ku dîwar, çawa dikarin bibin dest;
dikarin bibin bajarên xweşik û bilind;
dikarin bibin odeyên razanê;
bibin wexta ramûsanê;
bibin soz û civan;
bibin naqos û pirtûkan hişyar bikin;
bibin xaç û hezkirinê xweşiktir bikin;
bibin yarîgeh, gulîstan û dibistan û herin zarokan;
bibin defter û tablo, daku zarok fantazya xwe, di hişê wan de bikolin;
bibin awêne, daku yar di wan de, bi hev şa bibin;
bibin rê û herin baranê;
û bibin „Weinachtsmann“ û herin „rojên bilind“ û berfê.

Xelk wisa çûn dîwaran û ji dîwaran vegeriyan.
Wisa, dîwar bûn ew, û ew neman dîwar.
Wisa, ew çûn bîra dîwaran û dîwar ji bîra wan çûn.
Wisa, ew, dîwar, hatin çandin, û wisa jî, wan dîwar, ji xwîna xwe çinîn.

Li Berlînê, vê buharê, „war ew war e, lê dîwar ne ew dîwar e“.
Lê li wir, ku paytext hîn dîwar in; „war bi qasî dîwar, hîn ew war e, û dîwar jî, bi qasî war, hîn ew dîwar e“.
War, hîn ew buhar e.
Buhar, hîn ew dîwar e.
Dîwar, hîn ew war e.

Her tişt, dîwar e.
Her kes, dîwar e:
Her tişt bi qasî her kesî,
dîwar û dîwar, dimeşe;
dîwar û dîwar, radibe û rûdine, diaxive, distirê, dixwîne û dinivîse, gurûp û partiyan çêdike, serî li roja xwe, bi „paçikan“ mezin dike;
dîwar û dîwar, derbasî şevê dibe, xewnan dibîne û ji sibehan dimîne.

Dîwar,
her kes û her tişt e.
Dîwar, li vir e; li wir e; navbera wir û vir e;
dîwar, ji vir heta bi wir e.
Ax, dîwar e;
Av, ba, û agir dîwar in.
Berî wan, dîwar e;
Piştî wan, dîwar e.
Xwedê, dîwar e.
Nimêj, dîwar e.
Soz, dîwar e.
Heval, dîwar e.
Dê û bav, dîwar in.
Welat û serok, dîwar in.
Û Baran, dîwar e.

Dîwar ez im; tu dîwar î.
Dîwar ew e; em, tev dîwar in.
Waaaa dîwarno???
-Belêêêê…
Hûn, bi qedrê navê xwe kin, ka bêjin: Hûn ji kuderê tên, berê we li rexê kîjan axê û kîjan avê ye?
- Ji dîwaran, ku tev dora te ne, bipirse.
Kengî hûn, dîwar, çêbûn looo?
- Tenê Xwedê û pirtûkên wî, û serokên vê dinyayê û wê dinyayê, dizanin.
Hûn, çi ji dinyayê dixwazin?
- Em, dinyayê, ku bibe dîwarekî mezin, divên.
Hûn, xweziya xwe bi çi ditînin?
- Xwezî, dîwar e: „Dîwarbilindkirin“, „dîwarçêkirin“ „dîwar-kirin“, „dîwar-perestin“, „dîwar-pîrozkirin“, „dîwar-îzekirin“, „dîwar-şîfrekirin û deşîfrekirin“, „dîwar-dostî“, „dîwariyatî“, „dîwarîzm“… !!!

Hooo Kurdên dîwaran…
Waaa welatê ji dîwaran……
Hêêê xwîna dîwar…
Ma dîwar, bi Kurdî jî, ne wisa ne?
Ma em jî, bi Kurdî, ne wisa dîwar in?
Ma dîwar, bi Kurdî jî, ne wisa dijîn?
Ma hûn jî, wisa bi Kurdî, „pêjna dîwaran“, dikin?
 


hoshengbroka@hotmail.com  







                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1