Marwan Othman
Bêguman dîmenên jiyana siyasî, di dema nêzîk ya dawî de, li sûriyayê
rewşeke taybet didin xuya kirin. Rengvedanên vê rewşa teybet, li ser
her hêlên pêşveçûn û bûyerên siyasî, komelayetî, rewşenbîri û abûrî
akamî û bandorên xwe dadimezrînin. Bi şêweyekî ji şêweyan û heya
astine destnîşankirî, mirov dikare vê rewşê fêrbike û
têbigihêje
Piştî dehên salan ji dûrxistin, pûçkirin û gemkirinên bêsînor, di
her warên jiyana komelayetiya Suryayê de, ji hêla rêjîmeke
diktatorist, di hemû movikên xwe yên bingehîn de, normal e ku dîmen
weha bin û weha werin dîtin û xuyakirin.
Ne hiştina jiyana siyasî an pûçkirin û sînorkirina wê, di çi civak û
komelgehêkê de, heya radeyeke zor bilind, dikare kiryara siyasî û
siyasetmedariyê bi hêmîşeyî, di wê civakê û komelgehê de, tune bike
an bi kêmahî, bêakam û bêkêr bike
Serberdan ji rewşek weha re, bêyî ku ti veguherîn tê de bibin, û
berdewamkirina vê rewşê ta demine dirêj, ne tenê komelgehê an civakê
digihîne astengeke asogirtî, rêjîma desthilatdar, bi xwe jî, dighîne
asteke weha.
Rêjîma Sûryayê, bi qasî ku berê, bi hesanî dikarîbû deslatdariya xwe
bajo û bi karbîne, lê di rewşa nû de, ya ku ew bi xwe tenê berpisa
çêkirina wê ye, nema dikare wê hesaniyê bibîne û xwe, di gelek warên
bikaranîna deshiladariya xwe de, dest kin û pûç dibîne.
Li ser ku, komelgeha sûriyayê gihaye astengeke asogirtî -wek ku li
jor hat diyarkirin - û destpêkiriye ku ji hev biweşe û bifelişe û
wek encam ji vê yekê re, awayek ji awayên hevdijayetîyê, di navbera
parçeyên civakî ya komelgeha Sûriyayê despêkiriye ( biner bûyerên
Suweydaa di navbera ” Sunî – Durzî yan de”, buyerên serhilana adarê
li herêma Kurdistan 2004: “bikaranîna Ereban dijî Kurdan”û bûyerên
5/6/ 2005, li Qamişlo: dîsa bi karanîna Ereban dijî Kurdan, buyerên
Hisça 2005: di navbera“ Ereb – Aşûrî û Siryanî yan de” buyerên
Qadmûs 2005: di navbera ” Simaîlî – Elewî yan de” ) û Rêjîma
Sûriyayê, bi xwe jî gihaye rewşeke ne normal, derfet li pêşiya wê,
her bi her, di vê dema dawî de, teng û lawaztir dibin, nexasim piştî
biryarên Kongerisa Welatên Yekbûyên Emerîkî dijî Sûryayê û derketina
Biryara 1559 ya “Civata Ewlekariyê”, lê hîna Rêjîma Sûriyayê, bi ti
guhertinên navxweyî rasteqîne ranebûye û ti guhdanên resterat bi
komelgeha xwe re nekiriye û hewlnedaye ku dest deyne ser kokên
arîşe, pirsgirêk û problemên bingehîn yên civak û komelgeha Sûriyayê
û xuya ye ku nake jî, an nema dikare bike, ji ber ku gihiştine
radeya ku nema têne çareserkirin bi destên, an di bin sîwana rêjîma
desthilatdar de.
Li ser vê jî, guhertin û pêşveçûnin navneteweyî pir mezin û bigehîn
çêbûne û bi şêweke rajeyî , bi lez têne çêkirin. Bandora van
guhertin û pêşveçûnan heya radene mezin dadikeve ser hemû gel, welat
û dewletên cîhanê û li ser tevan xwestekên xwe yên bêçariyane
datînin, lê dîsa, heya nuha Rêjîma Sûriyayê pişta xwe dide hemû
xwestin û vexwendinên ku jê re têne şandin an xwestin, ku bi awayekî
din danustandinê, bi evan guhertinên herêmî û navneteweyî re bike.
Rêjim hîna berdewam e, li ser rêbaz û kiryarên xwe yên berê, dîsa
wek berê li ser lîstika” buhirandina demê dilîze”. Rast e Rêjîma
Sûriyayê, di dema serkomarê berê Hafiz El-Esed de, bi zîrekî,
dikarîbû bi vê lîstikê bilîze: Ji ber ku rewşa herêmî û navneteweyî
pê re alîkarbû, ji bilî taybetmendiyên din, yên serkomarê berê Hafiz
El-Esed, wek kes, nexasim kiriyarên wî yên ku, di destpêka destdanîn
û zeftkirina wî ya leşkerî ji destlatdariyê re(1970 ), ku hemû
movikên desthilatdariyê xistin dest xwe û artêş bi xwe tenê ve
girêda û ew bi xwe ve kontrol kir û ji hemû kes û her astên ku
metirsiyê dadimezrînin paqijkir, ji ber ku tirsa xwe ya mezin, di
artêşê de didît - hemû guhertinên berê yên rêjîmê, ta bi ya wî, di
riya artêşê de û bi artêşê hatibûn û hatine pêkanîn - û karîna wî ku
hevdijayatiyên herêmî û navneteweyî li gor berjewendiya xwe û
pêwestiyên berdewamiya rêjîma xwe bi karbîne û dikarîbû gelek ji
hêzên herêmî, ji xwe re û ji bo berjewendiyên xwe bi karbîne dijî
dewlet û hêzên herêmî yên dijber, Ango; karîna wî, gelek caran, ku
ne bixwe, bi xeynî xwe armancên xwe pêkbîne; ta ku ew bi xwe jî
buhayê pêkanîna armancên xwe nede, wek nimûne:
• Bikaranina hêz û partiyên rikberiya rêjîma Iraqê ya bingor bûyî,
dijî rêjîmê, li ser zemîna rikberiya xwe ji rêjîma iraqî re.
• Bikaranîna Pkk ê û hêzên çep yên tirkî dijî rêjîma tirkî.
• Bi karanîna hêzên felestînî dijî Israîl û Desthilatdariya
Felestînî,
• Bikaranîna hêzên felestînî û libnanî wek Huzb-Ellah û hinin din
dijî Israîl û dijî dijberên xwe li Libnan.
Lê kurê wî yê “mîratxur” Beşar Elesed, ne rojev û ne jî rewş pê re
alîkar in ku vê rêbazê berdewam bajo, ji ber ku ne ew, wek kesayetî,
dikare bi zîrekiya bavê xwe lîstik û kiryarên bavê xwe berdewam bike
û wan bi zîrekî bigihîne serî .
Di baweriya min de, serkirdeyên rêjîma sûriyayê, ew jî, di wê
baweriyê de ne, ku nema dikarin, wek berê, berdewam bikin, lê ji ber
ku dizanin: biçûktirîn guherîn, ku pê rabin; dibe, bi tevayî, bibe
bingeha nemana wan û rêjîma wan, ji vê yekê , di destên wan de, tişt
namîne, ji bilî dana sozan û firotina gotinan û avêtina gavine
dijhev û lerizî û bê wate. Ev hewldan û kiriyar, mirov dikare wek
lîstineke bêçareyî, di demên windayî û mirî de li wan binere.