|
Padîşahê
Êzdiyan û êzdayetiya îroyîn Tehsîn
Beg e. Begê me li paytexta Şingalê
rûniştiye û mîrnişîna xwe, bi
dilovanî, bawerî û zîrekî diparêze.
Bergîriya lana êzdayetiyê , li wir ,
dike û erzêla Bazên perşikestî , li
ser çiyayên Şingalê,qirşik bi qirşik
, ji nû ve , ava dike û rêveberiya
Êzdiyan , bi berdevk û alîkarê xwe
Mîr Kamîran re,bi
serbilindî,dimeşîne.
Tehsîn Beg xwe bi cil û bergên Erebî
radipêçe,lê dêm û reûdanên wî , awir
û xwîna wî Şingalî ne,saf Kurdî ne.
Mîr Kamîran jî bi cil û bergên Kurdî
raçengî wî dibe.Bi hev re,weke du
Bazan,li asîmanê Êzdî û êzdayetiyê
dirêsin,Bazên Şingala bi dar û ber
in.Lê,li ser rûkê zemînê tim
mikûsdayî ne,xemgîn in,bi kul û jan
in.Belê,tu dipelînî ku ji rojên
reş,rojên sergirtî,bi hesab in û bi
tem û givala dîroka bêbext pêçayî
ne.Erê,reşbîniyê konê xwe li ser
rewşa wan vegirtiye û bêhêvitiyê
raçavî wan dike,lê werêra çakbîniyê
jî ji dûr ve diçîsîne û wan bi omîd
dike.
Belê,azarîkêşana sedên salan, ji
pêmayên dîroka xeddar û bedbext,li
dêmên wan dide der û belû diyar
dibe.Bobelatên ku bi ser gelê wan û
navçeya wan de hatine nayên
jibîrkirin û dem nikare wan,bi
asanî,xîş bike.Ji ber ku van
bobelatan, di mîrnişîna êzdayetiyê
de,ziyan gihandiye her kes û
kûsî,her cih û warî.Wilo jî,dest
avêtiye hemî werselên jiyan û hebûna
mirovayetiyê.Suruşt hatiye
binpêkirin,erdnîgarî hatiye
wêrankirin û mirov hatine talankirin
.Ango,çi dîmenên berçav ziyandar
bûne.Ev ziyana mezin ne tenha
gihiştiye ol,dîtin û behweriyên
êzdayetiyê,lê hingiviye mêr û
jinan,xort û keçan, zîç û
zarokan,deşt û newalan,çem û
cobaran,bîr û kehniyan ,dar û
deviyan,teyr û tilûran.Lewra dêmên
van herdu mirovan bûye neynika civak
û xwerista wan,ku her tişt tê re tê
dîtin û tê de tê xwendin.
Min, ev dîtin û bîr û boçûn di sala
2001ê de,li şarê Hewlêrê,li otêla
Çwarçira, li bal Tehsîn Beg û Mîr
Kamîran pelandin. Ev pelandin ji
axaftin û gengeşa bi wan re hate
meyandin.Belê,ez û hin rewşenbîrên
Serxetê û Binxetê , çend caran,bi
wan re,li salona otêlê,
( Ji Çepê :Mîr Kamîran,Rezo,Bavê
Kisra,Tehsîn Beg )
rûniştin û me hin pirs,piştî
xwepêdanenasînê, ji wan kirin.
Gava hevalekî me ji Tehsîn Beg pirsî
: " Çima hûn dergehê ola me ji me re
venakin,da em li ola xwe vegerin....?".
Bersiv nerm,rewan û asan ji hêla
Tehsîn Beg ve hate dayin,got: "
Birazî,ticarî dergehê olê nehatiye
girtin û kesek nikare dergeh lê
bigre.Lê,li ba we, yê ji ola xwe
derkeve dibe Mirtid.Yê Mirtid jî,li
gorî ola we,serî tê
jêkirin.Belê,dema hûn ji ola xwe
derkevin û li me vegerin,hûn dibin
xwîniyên me.Hinga,parastin û
bergîriya we ji me tê xwestin,da
kesek nikaribe,li ber me,serê we jê
ke.Em jî qels in û nikarin xwîniyên
xwe biparêzin.Pêşî,çîroka xwe li ba
xwe safî bikin,pişt re dozê li me
bikin....li ser ser û çavan"
Mirov ,êş , jan û azariyên dîrokeke
zirz û dûvdirêj, ji vê besivê,
dipelîne.Mirov dipelîne,ku dema
kesên desthilat hişkor û nezan
bin,wilo jî bi olperestî piçpiçî bin
û ji xwe pê ve kesekî, li ser rûkê
zemînê, nebînin û nepejirînin,hinga
ne tenha xwe berdevkên xwedê
dibînin,lê dikarin,bi navê
xwedê,wêraniyan jî bînin serê herkes
û hertiştî, dixwazin û hewl didin ku
dergehên behweriyên ayînî jî li ber
her mirovê behweriyê bi ola wan
neyîne bigirin.
Piştî pênc sal û yazdeh mihan ji vê
hevdîtinê,di 14.8.2007 an de,grûpek
terorîstên xwekuj,gundên
Şingalê,gundên Girê Ezîz û Sîba Şêx
Xidir kirin armanc ji êrêşên xwe,yên
hovane re û ev gund bi ser serê
xelkên wan de
hilweşandin.Belê,herkes dizane ku vê
carê armanca terorîstan ne tenha
kuştina êzdiyan ,yan vemirandina
çira Êzdayetiyê bû,lê armanca wan
birrîna herêma Şingalê ji laşê
Kurdistanê bû.Ango,biryar ne ayînî
bû,ne ji bo bidestxistina mifteyên
buhuştê bû!!, lê siyasî bû , ji bo
kirkivandina gewdê welatekî bû. Ji
ber ev nijadperestên destqirêj
dizanin,ku di dirêjahiya dîrokê de
nikarîbûn Şingalê asîmîle bikin û wê
ji erdnîgariya Kurdistanê
biqetînin,loma bi vî kiryarê hovane
rabûn û ev bobelat bi serê Kurdên
êzdî de anîn,da hêviyên xwe di rev û
koçkirina Şingaliyan de vejînin,lê
heyhat e, ku karibin van xewnên
gemarî bikin rastiyek.Bila zanibin,
ku Bazên Şingalê li asîmanê azadiyê
dirêsin û bi tûjawirî di bin xwe re
dimeyzênin.Ev Baz serdest
bûn,serdest in û wê serdest bimînin....
Belê, vê bobelata dawî,ya ku bi serê
êzdî û êzdayetiya Şingalê de hat,ev
hevdîtin di bîra min anî.Ne tenha
wilo,lê bersiva pirseke din jî di
bîra min anî.Pirs jî,dîse ji
hevalekî me bû : " Şêxê min,va Bexdê
tabûrek leşker ,bo parastina we,bi
we re rê kiriye Kurdistanê,da hûn bê
tirs werin nav kes û kûsên xwe.Ma
rûniştina Şingalê,di bin serdestiya
Seddam de, ji rûniştina Kurdistanê,
ji we re xweştir û birûmettir e!?...çima
hûn li vir ,di nav kesên xwe de,cih
nagirin?".
Tehsîn Beg,bi vê pirsê re,hinekî
bêdeng ma.Li Mîr Kamîran
meyzand,riha xwe bi destê çepê tîmar
kir û em tev di bin awirên xwe re
derbas kirin,got: " Xorto, yê ne li
malekê,nizane bi hewalekê !!.Pirsa
hêwirbûna li Kurdistana azad,kekê
Mesûd jî ji min kir,lê ne bi vî
şêweyî û ne bi vê maanê.Ji min re
got,ku mana li Şingalê bi min giran
be,ez dikarim li vir bi qedr û
qîmet,di nav Êzdiyên xwe de,rûnim.
Min lê vegerand,ku ez nikarim dev ji
Şingalê berdim.Ez li wir sitûna konê
Şingaliyan im.Eger ez ji wir
rabim,wê kon bi ser wan de bê xwar....Hinga,kekê
Mesûd gotin dirêj nekir,got:Ez
dizanim ku dewlet jî li vê yekê
digere....Pişta me ji xwedê û ji te
rast e....Bila weke te be,baştir
e....Bê bac û westan jî nabe...Dilê
me li ser we ye....".
Erê Begê min,tu çiqasî kûr û dûr
diramiya yî.Te,bi wê nermiya
axaftina xwe,em tê gihandin ku çavên
Guran li talankirina herêma te ye,li
wêrankirina cihê bav û kalên te
ye,li vemirandina ola te ye.Belê,erk
û armancên te ,di jiyanê de,ne xweşî
û aramiya kesatiya te bû,lê
parastina kes ,war û ola te bû.Ev
bîr û boçûnên te,di roja bobelata
dawî de, ji nû ve li ber çavên min
çûn û hatin û di guhên min de, ji nû
ve deng dan.Belê,ez niha dizanim ku
ne tenha Laleş li ba te cih û warekî
evra ye,lê wilo jî Şingal.Belê,ne
tenha wilo,lê her bostezemînek ji
xaka Kurdistanê,di çav te de,di
pileya evrabûna Laleş û Şingalê de
ye.Wilo,te ol û warê xwe,ayîn û
welatê xwe bi hev re kirine gewd û
can,ku bê hev nabin.Te zanîbû tu
çendî li bal kekê Mesûd rûmetdar
î,loma te ew rûmetpêdan kire
sîmbolek ji kurdewariyeke resen û
petî re,da her Kurdewarek zanibe ku
Kurdistan bexçek ji kulîlkên ayînî
ye,rengên ayînê li rengê xakê vedaye,
bê hev sipehîtayî nayê dîtin û
pelandin.
Begê min,te di vê bobelata dawî
de,perrên xwe davêtin ser Şingaliyên
xwe û ew diparastin.Te ew,di
wêrangehan de,di xanîkên hilweşayî
de,di nexweşxaneyan de û li
komelcihan,di bin baskên xwe de
diveşartin.Te zîç û zarokên
birîndar,di dilê xwe de dihêwirandin
û dilorandin.Lê,bê tu hawara xwe
bigihînî Kurdistana azad,serok Mesûd
bi hawara te ve hat,pişta te girt û
şîna dawî, bi te re, kişand.Belê,da
zanîn , ku nema Kurd , ne jî hukûmet
û perlamentoya Kurdistanê,êdî
dihêlin Şingal û gelê Şingalê,bi
destên nijadperestan, wêraniyan
bibînin.
Di wê hevdîtinê de,di hevdîtina li
Hewlêrê, ez bi axaftinên te re kûr û
dûr diçûm.Min ji xwe re digot, ne bi
zarê te û ne jî li ser zimanê te,
kanî mafên mirovan di pejirandina
behweriyên kesane de, di jiyaneke
azad û serfiraz de!?.Çima, em
Misilman minareyên camiyên xwe ber
bi asîman ve hidikişînin û bi
dengbilindî ji ola xwe re kar û
xebatê dikin, em ji ola xwe pê ve ti
olên din berçav, rasteqîn û mafdar
nabînin. Çima Dêr û kenîse şinge
şingê ji naqosên xwe tînin û dengê
xwe li çarkenarên dunyayê belav
dikin, da ola xwe bi guhdaran bidin
nasîn. Lê, Êzdayetî di şikeftan de,
di zikê zemînê de, di pîrozgeha
Laleş de, di malên êzdiyan de, di
dilên şikestî de, bêdeng, ji zora
talankeran, tê parastin!!?.Çima,
Tirk û Firs û Ereb milsitûriyan li
hemî nijadên ji wan cuda dikin û wan
mirov, xwdîmaf û xwedî hest û nest,
nabênin.Lê, Kurd mirovan, her mirovî,
xwedî mafên mirovaniyê û hebûneke
serbixwe dibînin.
Erê felekê, ev çi dîrokeke bêbext,
riswa û rezîl e!. Ev çi heyameke
bêol, bênirx û bêwicdan e!.Ev çi
demeke bêfedî,derewîn û rûşûştî
ye!.De rabe lêborîna xwe ji êzdî û
êzdayetiyê bixwaze, rabe xwe ji
kîn,rikgîrî û gemara zemanî paqij
bike, rabe talankerên xwe li kozikên
wan vegerîne û wan gem bike. Bila
mirovatiyê, weku mirovan,ne weku
hovan, hest bikin.Bila dolabên xwe
negerînin, benên xwe nerêsin û tevn
û torên xwe nehûnin, lê wê ew bi xwe
bi dîlîtî bikevin tor û davên xwe de
û di wan de dîl bibînin. Eger xwe ne
mirov bibînin, wê roj zû li wan here
ava, wê heyv li wan xira bibe û wê
dîroka mirovaniyê wan binpê bike.
rezo_aro@hotmail.com
|