|
Weke ku ji aliyê raya
giştî ve jî tê zanîn, di van
hefteyên dawîd de gelek rêxistin,
dezgeh, dost, heval, kes û rêberên
me Kurdan nêrînên xwe yên li ser
buyerên tevkujiyên terorîstên kafir,
yên ku di 14 ê Tebaxê 2007 de li
qeza Şengalê bajarokên Tilezerê û
Sîbera Şêx Xidir pêk hatine anînine
ser ziman, lewma ez jî niha naxwazim
cardinê zêde li ser zerar û
wendayiyên wan buyerên tevkujiyan
rawestim.
Tenê, ez dixwazim van çend dîtin û
pêşniyariyên xwe jî dîsa bi kurtasî
bibêjim
Gelek xwandevan jî baş dizanin, min
di pirtûk û gotarên xwe yên hatine
weşandin de timî daye xwanê ku,
gelek ji dîroknas û lêkolînvanan bi
serpêkhatî û fermanên bi serê
bav-kalên me Êzdiyan ve hatine baş
dizanin. Lê piraniya wan ji ber
berjiwendiyên rêxistin û
desthilatdariyên welatên xwe newêrin
bibêjin ku, ji hingava kesên Xwedê
ne nas, menfêatçî, zilmkar û
nijedperest li ser axa derguşa
şaristaniya mirovatiyê ku
mezopotamiya ye peydabûne û heta
vêga, ewan timî bawermendên
Êzdayetiyê di nava dîroka ol û
netewên xwe yên xwînmij, terorîst û
dagirker de qetilkirine û Ezdayetî
di bin gelek nav û kulturên cûde de
veşartine. Her weha zimanê wan
nagere ku bibêjin, Êzdîxan dilê
Kurdistanê û wergeha kevnariya
şaristaniya rojhilatê ye.
Bi dîtana min, dagirker û terorîst
ji dîroka bav-kalên xwe yên xwînmij
baş dizanin ku gelê rojhilatê yê
herî kevnar û kurden resen kîne û
heta ji wan were ew tûcarî nahêlin
ew rastiyên ku di dîrokê de hatine
veşartin eşkere bivin.
Weke Êzdiyekî, tiştê ji min hatiye
min li ser van valehî û neheqiyên di
dîroka me de jî, di gelek lêkolînên
xwe de bahsa xesar û zilma wan şerên
ji bo serkeftina metîngehkaran,
neheqî û zordariya di wexta destpêka
olên xerîb(Zerdeştî, Yahudî,
Xirîstiyanî, Musilmanetî û yên wekî
dinê )hatine li nava Kurdîstanê bela
bûne, her wusa bahsa zilma şah,
xelîfe, sultan, paşa, mîr, beg, walî,
axa, jendirme û berpirsiyarên hemu
baylozxanên dewletên dagirker ku li
Kurdan û Êzdiyan kirine kiriye.
Lewma îro jî dibêjim, ev tevkujiyên
terorîstên kafir jî bi alîkariya
dagirkerên Kurdistanê û bi taybetî
jî bi ya wan dewletên ku li derdora
hukumeta başûrê Kurdistanê ne
diqewimin. Ji xwe herçiqas, „di
çapemenîya cîhanê da cihekî balkêş
negirtibe jî, organîzasyona bi navê
„Yêkîneya Tolhildana Tirk“ [TIB], ku
bi Teşkîlata Istixbarata Millî [MIT]
ya Tirk û Serfermandarîya Ertêşa
Tirk ve girêdayî ye, beyanek bi rêya
e-mailê belav kir û ev kiryara
Şengalê aşkera hilgirte ser xwe…“ *1
Vêca, weke ku di dîroka derbasbuyî
de jî xwanê dibe, çi wexta ku dijber
û xwînmijên Kurdîstanê dîtine hêzen
tevgera demokratîk û rizgarîxwazên
Kurdistanê xwastine hevgirtin û
tifaqeke civakên Kurdî li cem
hevûdinê kombikin û serxwebûna ola
Kurdan ya herî kevn ku Ezdayetî ye
nasbikin, ewan hingê bihevûdinê ra
êrîşên xwe yên terorîst û dagirker
li ser azadîxwazên Kurdî û bi
taybetî jî yên li ser bawermendên
Ezdayetiyê zêdekirine. Berdewamiya
vê nêrîna min hîna di 24.04.2007 de
û di bin navê (Dijberên Kurdayetiyê
ji xemsariya berpirsên hikumeta
Kurdistana Azad û bêtifaqiya
rêvebirên civaka Ezdî fêdedikin) de
di gelek malperên me Kurdan de
hatiye weşandin
Di dawiyê de dîsa dibêjim heta ku
dezgeh, partî û rêxistinên me
Kurdistaniyan di mediyayên çapemenî
û ragehandinê de nêrîn, nûçe, kilîp,
fîlm, semîner, helbest, stran û
pêkenînokên ku çande û kevneşopên me
Êzdiyan piçuk dikin bi zanistî
ranewestînin û wî maf-rumeta ku ew
didine bawermendên musilmanetiyê,
xiristaniyê û olên dinê, wisa jî
nedine yên ola Kurdan ya herî kevn,
dê ev çewtîtiyên dîrokî, êrîşên
dagirker û terorîstên kafir jî li
ser serên me berdewam bikin. Dê
xwedîlêderketin û ewlekariya me
Êzdiyan ya mayîn de jî bi bang,
daxwazî û şiyarî kirinê, sersaxî
xwastin û bi komisyonen lêkolînê
neyê parastin...........
Ez jî hemû qetliyamên terorîstî û bi
taybetî jî yên ku di nava herêma
Kurdistana azad de li derdorên Mûsil
û Şengalê çêbûne bi tundî
şermizardikim.
Dibêjim, bila serê hemû kesên
malbatên şehîdên Kurdistan û
Êzîdxanê sax be!
01.09.2007
Têbinî:
Ez ji ber pirsgireken şexsî nikarim
beşdarî civîn û meşên protestokirina
tevkujiyan bivim. Ji ber wê jî
lêborîna xwe ji we xwandevan,
nas,dost û hevalan dixwazim. Bi
atybetî, gelek spas ji bo wan kesen
ku namen sersaxiyê ji min re jî
şandibun.
|