Leyla Fîgaro romana nivîskar
Ibrahîm Seydo Aydogan ya diwemîn e, piştî
Reş û Spî.
Ev roman ji weşanxaniya Elma li Istenbolê
hate weşandin. Ji 163 rûpelê 21x14 pêk tê.
Dema min ev roman xwend, pir li xweşiya min
hat û li her deverê min behsa romanê dikir û
min xwestibû li ser binivîsim, lewra jî min
bizav da, ku çend caran bi hûrbînî bixwînim
û bi çavekî rexnegirî lê temaşe bikim. Lê
piştî xwendinek kûr û pir û pirsên ku min ji
rêzdar Ibrahîm Seydo dikirin, gîham encamekê
ku ez xwe bi destê xwe dixime bîreke bêbinî
de û min dest jê berda. Min newêrîbû vê
rîzîkoyê biçim, lê piştî demeke dirêj bi ser
de çûbû, dîsan li serê min da, ku xwe berdim
qada nivîsîna li ser romanê, ku divêt bi
rastî bibêjim, ji qada şêr ji min re zortir
e.
Berahîka ez xwe berdim nav dojeha Leylayê û
qedera Fîgaro bişopînim, dixwazim têgeh û
têgehîştina xwe ji hêla teorî ve li ser
romanê biçesipînim, da di dawî de, bizanim,
ka gelo Leyla Fîgaro dikeve çarçewa romaneke
çawa?
Cihê romana modern, rastiya jiyana mirovî ye
û hundurê wî meydana vebêjeriyê ye, û
têgihîştina mirovî ji demê, gerdûn û EZ
repîvan bilind e ya boşahiya hundurîn e.
Rastiya helbestiyane di hundurê romanê de,
dest ji hûriktiştên realîteyê û caran
nerealîteyê jî bi nermahî li gor
serpêhatiyên xwe bi realîteyê ve berdide.
Di navbera van herdû nerînan de, jiyana
romana modern serê xwe hildide û berfereh
dibe û pêwendiyên civakî, di bergeha
nûnertiya helbestî de ber bi xwe ve dikşîne..
Dixwazim li vir bibêjim, bila xwênerê vê
kurtelêpirsînê hêvî neke ku ew dê pêrgî
hukmekî, an jî xalên serkeftî û neserkeftî
bibîne. Eger xwêner weha bawer bike, dê ew
jî mîna Leyla û Fîgaro, ka çawa poşman bûn,
dema dev ji hev qeriyan, bi xwendina vê
nivîsê poşman bibe.
Ez jî xwendinekê li vê romanê dikim, wek her
xwênerekî ku beşdariya nehişmendiya xwe bi
tewawî bikim.
Di lêkolînên edebî de, mijara xwendinê bi du
terzên cuda hatine pêşkêşkirin:
1. Bi pirrengiya xwêneran ve girêdayî ye, ji
hêlên civakî, dîrokî, pirane an jî yekane ve.
2. Bi wêneyê takexwêner ve ku we karekterekî
taybet e, an jî vebêjerek e.
Bêguman di navbera van herdu nêrînan de
xaleke winda heye, ew jî ev e: qada xwendinê
bi xwe û şêweyê xwendinê jî. Ev jî ji
xwênerekî bo ê din cuda ye.
Lê xwendin çawa bê û çilo bibe, bila bibe,
pêdiviye qadên diyar û elementên nebeşdar
amade bike. Li vir dixwazim bibêjim ku
Romana LEYLA FÎGARO ne tenê dihingivê
rêalîteyê, belkî wê diafirînê. Dixwazim weha
dest pê bikim: Gelo çawa deqek dikarê bihêle
em gerdûneke xwe ya sîberane ava bikin?
Kîjan hêl ji Romanê dihêle em berhemekî ava
bikin di dema xwendinê de? Û em bi xwendinê
re ber bi kû ve diçin?
Ev pirs û gelek pirsên din, dê ta demeke
dirêj bêbersiv bimînin, ya rast wê gelek
bersiv bêne dan, bêy ku nerînek ya din xîş
bike û tine bike.
Xwêner çendî zîrek û zane be, dê nikaribê bi
hemî hêlên romana Leyla Fîgaro ve xwe mijûl
bike. Ez dê li ser çend xalan rawestim ku bi
rewşa bedewî, huneriya romanê ve têkildar e,
ango forma avakirina romanê, ji hêlên
estêtîkî û sêmantîkî ve. Di wê baweriyê de
me ku xwênerê vê nivîsê bixwe armanc e û
parçeyek ji prosêsa xwendinê ye.
Kurtegotinek li ser romana LEYLA FÎGARO û
hundurê wê
Ev Roman behsa evînekê dike ku 5 salan dirêj
kiriye, lê di rojekê de, ji hev dixeyidin û
di dawiya rojê de li hev vedigerin.
Bi kurtî ev e, lê di hundurê xwe de çend
mijaran hildigire, mîna evîn, windabûn, hêvî
û poşmanî.
Romana Leyla Figaro li ser çar beşan hatiye
belavkirin û her beşek jî bi çend hevokan
dest pê dike û di serê her şaxekî ji van
beşan de jî ji cihên cudacuda hevokan tîne,
carnan bi şêweyên stiranan, carnan pendan,
carnan helbestan ji ên kurd yên kilasîk û...
Roman çi ye?
Yekemîn car ev peyv di sedsala 12an de, li
Fransayê peyda bû û bi vî şêweyî pênasîna wê
hat: “Çîrokek dirêj û kurt e, vegotinek
pexşanewî ye, li ser çarenûsa civakekê û
jîngehê tête vegotin”1
Nivîsînên li pêş sedsala 12an, ku bi romanî
dihatin nivîsîn, ji wan re roman dihate
gotin, ji ber zimanê miletî jî weha bi nav
dibû ( linguaroman). Di sedsala 13an de,
vers û pexşan têkilî hev bûn, peyvê berê
wateya xwe ber bi edebiyatê û toreyê ve
guherand, û hin bi hin vî têgehî wateya xwe
fereh, zelal û bi sînor kir, ta giha sedsal
18an û wirde wirde têgeh ber bi asoyên din
ve çû, lê di çarçewa toreyê de ma û derneket,
heta îro, ku roman bûye diyardeyekî piralî “
Phänotyp”.
Eger em temaşe bikin û bişopînin, dê bibînin
ku roman piştî şoreşa pîşesazî bûye mîna
xwarinê ji xwêner e û roj bi roj rola wê
mezin dibû.
Wek diyar û nas e ku li welatê rojhilatê
roman ne ji demeke dirêj ve ye, bo nimûne,
li def ereban, ji sedsala 20 ve ye û
serkêşên wê Cemal, Xeyzanî, Taha Husên ( wî
Dr.ya xwe li Sorbonê temam kiribû) û Nejîb
Mehfûzê hilgirê xelata Nobêl.
“Roman nivîs e, deq e, ew deq e ku xwêner
xwe di nav bûyer û naveroka wê de dibîne.” 2
Roman çarenûsa bûnewerekî nîşan dide, wate
mirov regez û elementê sereke ye, di romanê
de. Mirov di romanê de, navenda bûyeran e.
Bermayî, bîranînên zaroktiyê û derdor û hêl,
dibin xemla romanê, wate sê regezên sereke
ji bo romanê hene ku her roman nikare xwe ji
wan rizgar bike:
1. Leheng (fîgûr)
2. dem
a. dema nivîsînê
b. dema romanê
c. dema xwêner
3. Cih
Tevna vehûnana romanê,
4. struktûra romanê jî regezekî sereke ye,
di avakirina romanê de.
5. makdera rewşenbîrî ya romanê, ku bi xwe
carnan dibe rewşbîriya romannivîs.
Ji xwe rengeroman hene, wek romana dîrokî,
zigurdî, romana cengê, ya ger û geştê,
romanên siwariyê, evînê, feylesofî û romana
zimên ya modern ku hemî zayendên toreyî
dikare himbêz bike.
Beşê yekem:
Her ji destpêkê ve em pêrgî serhejînekê
dibin ku nivîskarê romanê, Ibrahîm Seydo
Aydogan, berê me didiyê û me di nav mij û
dumanê de dihêle û dixwazê em bi xwe pîl û
çirayên xwe derbixin, pêşî li xwe û hundurê
xwe û piştre li nav rûpelên winda ji romanê
bigerin, ji ber rûpelên di pirtûkê de têra
romana Aydoganî nakin.
Destpêkirina Leyla Fîgaro bi hevokekê dest
pê dike û ku her di destpêkê de çarenûsa
pêwendiya di nav Leyla û Fîgaro de dixe nav
hêsir, girî, ger, êş, hêvî, windabûn, dîtin,
dilxirabî û poşmanî û vegerê de. “ Ha mejiyê
mirov û ha dojeh..” (Leyla Fîgaro, rûpel 5)
Gelo ma pêdiviye em pirsiyarekê ji xwe bikin,
gelo nivîskêr çima bi vê hişkahiyê dest bi
romana xwe kir? Mebesta wî jê çi ye? Çi
serborî ne ku ew êxistiye bin bandora
jixweacizbûnê? Û gelek pirsên din jî ku di
beş, bend û paragrafên di hundurê pirtûka
evînê û Qedera Fîgaro de? Erê çima dojeh?
Çima Fîgaro? Çima Leyla?
Ez nizanim dê hetanî çi radeyê rast be jî,
lê ez vê pirsê berî herkesekî ji xwe wek
xwêner dikim?
Bo çi Ibrahîm Seydo ev navnîşan ji bo romana
xwe hibijart? Bo çi ev rengê qehewî û bo çi
ev keman?
Dibe xwênerên hêja bibêjin, ev çi dinivîse,
lê min di destpêkê de nivîsiye, ku ev roman
romana form û dirûv e, ne romana babet,
mijar û bûyera ye, romana tevin û hûnandinê
ye.
Lewra jî ez bi van pirsan dest pê dikim.
Min di destpêkê de ew hevoka Qedera Fîgaro
nivîsî û piştre vegeriyam berg û navnîşanê,
ji ber ez bawer im ku girêdan her ji
destpêkê ve bo min diyar dibe û ji bilî wê
jî diyar dibe ku nivîskêr, ne tenê rahiştiye
pênûsa xwe û çîroka xwe nivîsiye, lê belê bi
mebest û pilan û tektîk, teknîk û huner
nivîsiye, her ji bergê bigire ta peyva dawî.
Aya Nivîskar bi rastî Figaro, wek wî fîgurê
ku Mozart û G. Rossini ew mîna fîgurekî
neberbihev ve di opêra xwe ya bi navê „Zemawenda
Fîgaro“ de bi kar aniye? An jî ew dirama
kenok ya dramatorgê fransî Pierre Augustin
Caron de Beaumarchais (24.1.1732 –18.5.1799)
„Berberê ji Siviliya“, ku por û gijola wî
tiştekî taybet bû û wek mirov jî
taybetmendiya wî hebû.
Bêguman min ev pirs kirin, ji ber di encama
xwendina xwe de, min dît ku Fîgaro xwedî
taybetmendiyekê ye, dema li ber pencerê
radiwestê, dema mitalan dike, dema gulan av
dide, dema pirsan di hişê xwe de diçîne. “Ma
dîroka hemû evîn û hezkirinan ne ji bo kulan
bû ji xwe?” (Rûpel 119)
Jixwenebaweriya Fîgaro bi şêweyekî ji
şêweyan hişt, eger bi mebest an jî bêmebest,
rengê qehewî li berga romanê bikeve.
Bêguman peyva Leyla jî eger ji Leylan hatibe
-ji bilî ku navekî erebî ye. Em dizanin ku
kurd di pir caran de tîpa “N” ji dawiya
peyvê ji bo sivikbûnê tavêjin-. Ew kesayetî
jî dilxirab, wesaskî, şermîn, fediyok û
jixwenebawer jî. Ev rewş ya herdu lehengên
sereke yên romanê dihêlin ku jiyan, dirûvê
jiyanê, demên nivîsê, cihên nivîsê, bûyerên
nivîsê têkevin nav mij û dumanê.
Du peyvên dûrî hev, yek rojhilatî û yek
rojavayî, hev digirin û senfoniyeke
jixwenebawer, winda û gêj ji derdê evînê,
xeleka yekem ji pêdeçûna vê derya vebêjeriyê
vedihûne û her weha di xem û bixwerepeyivîn
sirûdên poşmaniyê de melevaniyê dike.
Leyla Fîgaro qedera xwe û xwêner dike nav
kefteleftê de, berhevkirinekê pêşberî me
dike, ew jî mejiyê mirov û dojeh e. Di
jiyana xwe de, tiştê normal nenormal dibîne.
Destê xwe bilind dike, nikarê û naxwazê li
pêşberî zehmetiyan raweste, lewra jî xwe
çemî her deverekê dike ku mîna baweriyên wî
teslîmker in. Fîgaro, bi berovajî mêrikê
rojhilatî di destpêkê de, dixwazê xwe ji
meydanê derbixe û hertiştî têxe hustuyê
xeyinî xwe de, lewra di beşê yekem de, rê
dide xwe ku li ser Leyla tevna romana xwe
vebêje û weha xwe tavêje bextê Albert Camus:
“Îro min dev ji mêrê xwe berda, belkî jî do
bû, ez nema dizanim..“ (R. l 7)
Her di destpêkê de, lehengek ji lehengê
romanê, ku Leyla ye, dikeve nav mij û dumanê,
xwe ji bîr dike. Winda ye, gij e. Netenê
wilo jî, her bi cînavê nebeşdar û dema
bihurî dest bi windabûna xwe dike. „Diçû. Wê
sar bû an na, hayê wê bi xwe jê tune bû.“
(R. 7)
Dema mirov dest bi xwendina romana Leyla
Fîgaro di cihê ceh de, pê hest dike ku
vebêjer û nivîskar yek in û çîroka xwe
dibêje, lewra her ji destpêkê ve xwe avêtiye
meydana çîrokbêjiyê.
Ev şêwe vebêjî bûye şêweyê romana
postmoderîzmê û nivîskar vebêjeriyê dike,
mîna nûçegîhanekî û mirovekî çîrokan bide
hev. Li vir Aydogan bîranînên xwe belav
dike, dike par û parçe, naxwaze rabirdûya
xwe vegerîne, di wan kêlîk û demên xweş de
li gel Leylayê
kela dilê xwe bi rabirdû dişkîne û di
kêlîkên xweş de derbasî mitalan dibe. Leyla
bo wî dibe alavekî xwejibîrkirinê. „Dema
bihurî jî bo wî poşmaniyê tenê li şûn xwe
dihêle“ (R. 7)
Carnan piştî xwendina romanê, min ji xwe re
digot, nivîskarê romanê kel, derd û mebest û
lîstikên xwe ên hunerî û tişta dixwest
bibêje, di beşê yekê de got û hemî hunerên
ku pê roman dixwest ava bike, bi kar anî, ji
„flash back“ heye hevokên kurt, di destpêkê
de ku mebest jê hilweşandin û balkişandina
xwêner bû, belkî jî windahiya nivîskar bi
xwe bû û di pey re hevokên dirêj ku mêrgên
zimên, cihê nepenî ta bi dawî, ji bilî çend
nîşan û çirûskan û demên curbicur di kavilê
nehişiya xwe de diberin semayê.
Lê vê qasê kela dilê wî têr nabe û qunax bi
qûnax êdî xwe tavêje dema bihurî, hem çavê
xwe ji bedewiyê dixwaze têr bike û hem jî
dixwaze di rêya Leylê re tola xwe ji
serpêhatiyên xwe ên nebiserketî werbigire.
Dîsan jî ji ber mentalîteya xwe ya bêdeng
peyvên weke xwe derdibire dema dibêje Leylê:
“Navê te çi be jî, tu bedew î û delal î. Lê
gava ez dibêjim: Leylê, ez kulên dilê xwe
derdibirînim,..“ (R. 39)
Dixwazim li vir bibêjim ku cihê lehengên
romanê û cihê roman lê radiweste, ji hev par
û parçe dibe, xwêner di her parçeyekî ji ceh
de dikare fîgur û lehengekî bibîne, ji ber
lehengên wî bi lîstikên xwejibîrkirin û
windabûnê hatine xemilandin, yek bi ser ê
din de dikeve û her yek ji wan ji malzarokên
cihan derdikevin, cih û deverên xwe dikujin,
deveran tînin bîra xwe, di şikeftên bîr û
hizirên xwe de, livên laşê xwe bi şêweyekî
nêzîkî pesin û xeyalê didin ber çirûskên
jîwariyê û nasnameyên xwe, ji pêwendiyên di
navbera xewn û realîteyê de pêk tînin.
„Ji bo ku li rewşa wî hebekî fehem bikiraya,
li pencereyên din nihêrî. Got belkî jina wî
vegeriyabe malê û wê ew nedîtibe. Di
pencereyan re kesekî din nedixuya.“ (R. 51)
Her li vir dixwest ku bi xwe bide qebûlkirin,
jina wî dê dilê wê lê bixe û berê xwe bide
malê û bêhintngiya wî, -eger mirov bi şêweyê
şirovekirina Freudî şirove bike-
taybetmendiya wî diyar dike û ciwaniya cihê
wî ku li vir pencere ye, dike nîşana
dûrmeyzînê û dike boşahiyeke fîguran „Fîgaro
û jina wî“, her weha deng û vebêjî li vir û
ji vê pencerê wate û pirsan hildigirin û
kesayetî bi xwe jî dibe pirs û li cih belav
dibe..
Dixwazim bibêjim ku romana Leyla Fîgaro
romana pirdever e, bi şêweyê vebêjiyê, lê
mirov nikarê cih û deveran destnîşan bike,
wek ku mirov nikarê bibêje eya Dilber û
Leylê yek in, an jî Fîgaro û Leylê bi xwe
yek in, û li dawiyê dibin du li mîna hev
in??!!
Aydogan pesindariya xwe di rêka Leylê re
digihîne wan ên din û di rêka tolê re wan jî
bi bîr tîne, wan ji bûnewerên mirovane
vediguhêze bûnerwerên cihî, belê li wir jî
wan nahêle bûnerwerên cihê ên dema niha,
dibe bûnewerên dema bihurî. Li vir qehwe
cihê navberê ye, di deqî de, mîna cihekî
nêgatîv diyar dibe.
Li vir Ibrahîm Seydo Aydogan li ser têhna
dema niha dema bihurî vedigerîne, wan
kêlîkên zehmet û zor ku bo wî dîrokî ne, wî
tînin demên bihurî ji bo ji nû ve xwendineke
din li wan bûyeran bike: “Bûyera Evînê“ .
Mîna G. Lokaş dibîne, romannivîs vedigere
dîrokê bo biyavên dokumentî an jî dîrokî û
çêja xwe ya xeyalî çîrokbêjî di yek demê de
pêk bîne. Ji ber wilo jî rola romannivîs
nivîsandina dîrokê yek weke ku regezekî
vebêjî be.
Fîgaro liberçavanîna rewşa civakî ji bîr
nake, di demên ku Leyla spêdê zû diçe qehwê
û gerson çayê jê re tîne û xwarinê jî. Çawa
xort dêmên wî ji fediya sor dibe û çawa
dibêje Leylê „xwişkê“ û Leylê jî diyar dike
dema ku yek ji yekê re bibêje „xwişkê“, tê
çi wateyê. Herweha Leyla dîsan bi şêweyê
monolog li ser navê Fîgro dibêje: “Binihêre,
xelkê me digel hemî xerabiyên xwe jî çiqasî
baş e û ji alîkariyê hez dike; li tu welatê
din tu nikarî tiştekî weha bibînî.“ (R. 65)
Di Leyla Fîgro de, dem li bin guhê hev
dikevin, çi demên çîrokbêjiyê bin û çi demên
deq bi xwe bin, ew jî ji ber ku roman hemî
bi şêweyê „flash back“ hatiye avakirin û di
şûn re, vebêjiyek monologî û ketina
navbîranînan weha li demên nivîsê kirin. Lê
divê yek li vir jî bibêje ku dema fîzîkî di
romanê, ango dema ku Leyla ji mal derketiye
û ta poşma bûye û vegeriyaye, demeke
kronolojî ye, ango li pey hev ji spêdê ta
êvarê ew 14 seet in. Di rêka vêbêjiyê re
mirov karekterê lehengên romanê dinasê. Di
romanê de bûyer yek e, lê bîranîn û vebêjiya
wan gelek bûyerên kevin derbas dike, ji ber
wilo jî bi hostetî romannivîs şêweyê
vebêjiya sîberî têkildar bi şêweyê realîte
ve bi kar tîne û carcaran dike şêweyê
poetîkî jî, bo xemleke din bide romanê û
xwendina wê bi xwêner xweş bike û ew jî di
rêka pesin re.
„Meşiya. Bala xwe da darên ku şaxên wan niha
bûbûn tembûra bayî û tev li yên spîndaran ku
tazî nebûbûn, dişibiyan orkestrayeke
Harmoniyê.“ (R. 18)
Vebêjer, ez dikarim çîrokbêj di rêka
vebêjiya xwe re dîmen, resim û tîtalên
xelkên Amedê diyar dike ku em dizanin Amed e
û ku tenê di rêya nemra turumbêlan re tê
naskirin, ku bi 21 dest pêdike. Ev roman bi
rastî em dikarin bi romaneke bajarî li
qelemê bidin, ji ber wan nîşanên ku tê de
hatine, ji jina biçe qehwê rûne û çayê
bixwaze, ji nemrê telefonan, ji estegehên
otobûsan û ji pir tiştên din, ji bilî ku
ziman xwe bi çi şêweyî nêzîkî zimanê
çandiniyê nake, lê belê zimanê bazirganî tê
de mişt e.
Romanivîs xwe dispêre gotin, stiran, efsane,
helbest, û peyvên zaneyan. Eger em werin û
wan pêşpeyvên ku li pêşiya her xelekê ji yên
pirtûkê nivîsînê, dê pêdivî tenê ji bo wan
lêkolînek pir dirêj bibin, ji ber her
bikaranînek ji wan û girêdana wê bi xelekê
re dikare xwêner têxe gerînokekê de ku qet
jê dernekeve..
Dibe ku gelek xwêner babeta vê romanê ne
mezin û ne seyr bibînin, lê dixwazim bibêjim
ku ev roman girifteke herî mezin tîne qadê
ku ew têkiliya Rojava bi Rojhilat re, di
dema ku Fîgaro mîna xortekî pir zîrek di
hundurê romanê de diyar dike ku çawa dikare
li gor civakê xwe biguncîne û xelk jê hez
dikin, lê di hundurê xwe de, nexweş e,
bêtaqet e, ango mîna her mirovekî rojhilatî
ye jî di dawî de. Di hemî romanê de,
kesayetiyekê ji wan kesayetiyan rola xwe
nelîst, ji ber çîrokbêj/nivîskar/leheng li
ser destê xwe rolên wan dinijinandin, lê qet
jî estêtîka xwe winda nekirin, hestewriya
wan ya mirovane, rastiya hunerî û ciwaniya
wan ya bilind hiştin ku ta yê simsar were bi
hewara wan ve û dema xwe ji wan re vala
bike.
Bi rastî nivîsîna li ser vê romanê berê
mirov dide bêdawîbûna nivîsînê, ji ber di
her xêz û xelekê de, an jî wan peyvên
serxelekan, mirov dikare bi pir şêweyan
rahêje romanê, lê dixwazim bibêjim ku
Ibrahîm Seydo her li destpêka romana xwe
mirov ber bi bîreke bêbinî ve dibe û mirov
disincirîne û dibêje seqabûn jî tune ye. „Ha
mejiyê mirov û ha dojeh“
(R. 5)
Mirov dikare vê romanê li ser çenda xalan
dabeş bike:
Jixwenebawerî, bîranîn, poşmanî, resm û
rêyên civakê, cenga kevin û ya nû , Rojhilat,
Rojava, xêr û şer.
Cihên ku di romanê de balkêş in.
Qehwe, li ber penceran, cihê gulan, balkon,
êstegeha busan, oda Leyla, mala Cemîla
Qenepe û mala Dîlberê.
Romannivîs hewl daye erkên her lehengekî, an
jî her cihekî li gor pêdivî bîne cih, lewra
jî di dema di kafeteriya de, deftera xwe ya
nemrên telefona derdixe, û wan navan li pey
hev û nemrên wan dinivîse, da li vir aso li
ber deq vebin û nexetimê, herweha dema yê
simsar tirimbêla xwe tîne û dîsan dibe.
Leyla jî ji bo hezkirina wê ji Fîgaro re û
tirsa wê li ser, tê û lehengekî bi navê
Muqedesê diafirîne. Ev jî ji bo rê li ber
vebê û were Fîgaro biparêze..
Ji bo ku roman bê reh nemîne, romannivîs
destê xwe davêje dastanên kurdî û bi
şêweyekî zîrekî wek bûyer derbasî nav romanê
dike, bi şêweyê çîrokbêjiya ku me li
destpêkê nivîsîbû.
Memê Alan û Dastana Fatima Salih Axa têkilî
hev dike: „Ji bo evîna wê ji bavê wê re
şivantî kiribû û xweha mîrê Botan jî ku wê û
yarê xwe yê ku ew jî mîrek bû hevdû di
xewnekê de nas kiribûn û gustîlên xwe bi hev
ve guhertibûn.“ Û piştir e têkilî dastana
Siyamend û Xecê dike: „Û wê xweha heft
birayan jî ku ji ber pezkovî re şer kiribû û
bi dû re di newalê re wer bûbû.“ (R. 90)
Di dawiyê de, dibêjim zimanê romanê bi
zimanekî hêsanî, rojane û rewan hatiye
dariştin.
Lê di gelek caran de, di vebêjiya xwe de,
lehengên romanê dibin yek, ta yek di hundurê
ê din de tête bişaftin mîna rola Bedewê û
Leylê. Ji bilî wê jî carcaran di hundurê
vebêjiyê de dest bi şirovekirinê dike: „ Tu
wê dinasî?“ Got: „Na, lê belê tiştekî kekê
Fîgaro ye.“ (R. 69)
Romaneke mîna romana Leyla Fîgaro mişt ji
xwewindakirin, ponijîn, poşmanî û şikestin,
her fîgurek hewl dide wêneyê xwe ê dîmenên ê
din re bibîne, dixwaze her yekî weke xwe
bike. Di romaneke weha de ku hertişt mîna
hev e, pêdiviya lêkolîneke derûnî ji her
lehengekî re, her cihekî re, her bûyerekê re
heye. Ez jî di wî warî de ne pispor im,
lewra bawer im dergehê lêkolînan li ser vê
romanê nayê girtin, ji ber ev nivîs asoyên
bêdawî ji hemî hêlan ve divê.
Bêguman romanek weha bi babeteke biçûk, lê
hewqas hunerî û hunera vehûnanê, bi tevneke
kompleks, dikare ji nişka ve xwêner ber bi
xwejibîrkirinê ve bibe, mîna lehengên xwe
yên ku xwe windakirin. Romanek weha asteya
ciwaniya xwe bi xwêner re bilind dike û
çêjeke afirander pê re peyda dike.
1. Karl Migner: Zur Theorie des modernen
Romans
2. Heman çavkanî
3. Romana Leyla Fîgaro
tengezarmarini_41@hotmail.com