Abdulkadir Mûsa
Ezê gulan
bispêrim bejna te,
ta ez nekevim…
Ezê kevokên
sifina mala me bikime
gorî pireke heloyên destê te.
Ezê deştan bi pala çiya ve girêdin,
û kewan bikim kembera te
–Sawa çiya-
Ezê rojên xwe yên germ bi qeftikên
tenûran vedim da bê tîn nemînin
şevên zivistana Ebabîlên zozanê dûr
Tu…
Tu…
ger çav
diçin ava…asoyê dûr e tu,
Tu…
ger reng têkeldibin,
keskesora
perê asman e tu,
Tu…
ger hêrs dikevin tavên buharê,
birûska
berya hêstiran e tu,
Tu…
ger tu tu be,
-Sawa çiya-
Em em in yên ji te
danakevin ?!
siwarê keştiya te ne em-Nûhê nû-,
ger tofana sed û yekê be jî,
em Cûdî ji ser kolîna dilê xwe danaynin,
bo berztirbibin lûtkey Zagros û Bêxêr,
Hindirîn û Çiyayê kurmênc.
De…
De xwe ragire,
bi çiya
bi qubanên çiya
bi palên çiya,
bi gelî û deştên xwe dighînin çiya,
bi Zerdeşt,
bi Avesta,
bi agirê Lavijan,
…xwe ragire…
Bila em ardûwê nefretê bin
Bila em xweliya tifikê Laleşê bin
Bila guve-guva bayê reş be…
û em ji te danakevin.
Ji
te danakevin,
me dil heye ,
di cihana sikî-sar de
di jêr evê barana baran de
-şilfî tazî-
hemî kolanan li hevxin,
da rast bêne şûştin ji
vê mirovatiya pûşt
û bibin
derya û pêlên derya…
yên bê sînor…
û
har.. !!