|
Ev çi dînbûn e keçê!?
Ev çi ezman e ku bajar û bajarokan bi ser me de
dibarîne?
Şev û rojan ber bi xewna me ve dişîne. Şev sayî
ye, stêrk diçirisin. Dînîtiya me tenê şiyar e.
Stêrkên şeva Zaxoyê li bîra min tîne. Dema di
bin baskên şevê de ji xwe bazdidam û bi pey xwe
diketim.
Di 16. 1. 2006ê de, lêvên min bi axê ve man û
min bar kir.
Şermîn weke gulekê, ne bi dilekî, bi deh dilan.
Şev, şev têra vê dînbûnê nake. Dengê şehîdan ji
dûr ve tê, ma tu dibihîzîî?
*Em cêwî ne. Bavê me êş, diya me ba ye. Ji xwe
dûr in û li xwe digerin. Karmendên saziya
bêrîkirin û mirinê ne. Em bêriya her tiştî dikin.
Em bêriya xwe dikin.
Li vir, ji tozê re welatek heye. Her tişt
diweste ji tozê pê ve. Kevokên hewşa me jî xwe
li sî û avê digirin, lê belê ji toz û germê
nafilitin, wê rojê ji germa yek mir û bû nêçîra
pisîkan!
Demjimêra bi dîwêr ve daliqandî îro ew jî
rawestiya û ji giranî û wexma hijmartina demê
çirik bi çirik, xule bi xule û seet bi seet,
rizgar bû. Du hogiran pilan li hev girê didan.
Dengê zarokan, kolana me xemiland, û tevlî dengê
çivîkan bû. Bayekî hêmin pelên daran hejand….êêê
dînê xwezî ava min hebûya îro û min gulên
bexçeyê xwe yên tî av dabana!
Xwezî elektirîk vegeriyana da ko min li stranên
xwe bihisanda!
Min bêriya te kiriye
Min bêriya xwe kiriye.
….Xemgîn jî nehat îro û tûrikê êş û kulên xwe ji
min re venekir. Ne jî me ça û çixare bi hev re
vexwarin (Xemgîn ewreke tije derd e, tije xewn
e. Ez dikim û nakim, li paş berçavkên wî, çavên
wî nabînim. Dema jê dipirsim Xemgîn kanîn çavên
te, dibêje, heta ew jî ji me sitandin heval!).
Ne xem e ez ê li dengê zarok û keçikên mala
cînara guhdar bikim, heta ku dîwar ji şerma
xuhdan bigirin.
Va ye du çûk bi tirs nêzîkî deriyê odeya min
dibin. Lê dema bihna mirovekî dikin bi firê
dikevin û dûr diçin. Çavên min li pey wan diçin…li
cîkî dûr, ew hev hembêz dikin, bi hev re dibin
yek.
Firokeyek rûyê ezmên diçirîne, ber bi ciyekî ne
diyar ve diçe….Dilê min dibe û diçe!
……………………….
*Em: ez û tu. |