Hoşeng
Broka
Rêzdar serokê HRKRD Zagros Hajo,
hêjayan endamên desteya birêvebir ya HRKRD,
hêjayan endam û dostên HRKRD,
Ji mêj de ez li ber xwe didim, ku fereh werim we ;
fereh navên we yek bi yek, li dar bixim,
fereh we ji Vodkayê bibim Vodkayê ;
fereh we ji çinîna pezkoviyan, ji bejnên mêyên we,
bibim çinîna pezkoviyan;
fereh bi we re biçim giryanê;
biçim aliyê din yê şevê;
aliyê din yê peyvê;
aliyên din yên „çepiklêdanên zirmezin“,
„şaşik û tizbiyên zirmezin“,
„duwa û dirûzeyên zirmezin“,
„Mekeh, Laleş û Qudsên zirmezin“,
„nûçeyên zirmezin“,
„pîvanên zirmezin“,
„kolanên înternetê yên zirmezin“
„xutbe-gotarên zirmezin“,
„biryarên zirmezin“ û
„serokên pîroz yên zirmezin“,
daku di „serwestana“ dawîn de,
ez fereh ji „EM“ û wêdetir,
ji we hez bikim;
fereh
ji „De Werin“,
„De Rabin“,
„De Rûnin“ û wêdetir,
li qonaxên ku ji çaxên basa we ne,
mikur werim;
daku ez fereh,
ji „De bibin derya û herin miçqandinê“,
„De bibin çiya û herin gurandinê“
„De bibin Kurd û herin kewan“,
„De bibin Kew û herin qebqeba birakujiyê“,
û ji „De bibin yên wexta birakujiyê û herin xelatkirinê“,
û wêdetir,
bi pêjna we,
ku hûn ji nivîsandinê diçin nivîsandinê,
ji rengan diçin rengan,
ji dîlokan diçin dîlokan,
û ji xweşikbûnê diçin xweşikbûnê,
şa bibim ;
daku ez fereh,
ji „De hilooo çinîna xwînê“,
„De hilooo çinîna gulan“,
„De Bimirin“,
„De şehîd bikevin û herin Kurdbûnê“
û ji „De bijîn û herin pûtperestinê“ û wêdetir,
bêriya navên we bikim.
Hêjayan,
ji wexta ku Xwedayê yekta, hemî Xwedyayên din , dem û cihên wan,
pêxember û pirtûkên wan, navûdengên wan û xweşikbûna ji wexta hatina
mêyên wan,
di dem û cihê xwe yên yekta;
pxemberê yekta,
pirtûka yekta,
navûdengê xwe yê yekta;
û mêya xwe ya yekta de,
kurt û puxt kirin,
ji wî Xwedayî ve, „bijî Xwedê“ û „bimire Şeytan“,
„bijî EM“ û „bimire EZ“, wek proseseke gerdûnwerî rû da.
Ji wî Xwedayê „serkeftî“ û wî Şeytanê „binkeftî“ ve, hemî „Ez ên“ li
derveyî „EZ a“ Xwedayî, ya yekta, hatin terorkirin û şeytankirin,
çimkî çu „EZ“ li derveyî wê „EZ a“ yektaperestane, li gor „mentiqê“
Xwedê û şêxên wî, „Ez eke“ din, nikare biçe berîmkan û rûdanê.
Ji wê „EM ê“ ve, ku hemî „EZ“, kerî bi kerî, şiyandin nimêja navê
serokê xwe yê herî yekta,
her tişt û her kes,
ji xwe û wêdetir bûn yên serokê xwe/Xwedayê xwe.
Ji wî Xwedayê herî yekta ve, ku navê xwe danî „Xêr“ û navê Şeytan
danî „şer“,
ku navê xwe hinarte „mezinbûn“ û „bilindbûnê“ û navê ademîzadên xwe
hinarte „ „biçûkbûn“ û „nizimbûnê“,
her tişt û her kes hatin bindarkirin,
ku ji Xwedayê yekta herin Xwedayê yekta;
ji pirtûka yekta herin pirtûka yekta;
ji pêxemberê yekta herin pêxemberê yekta;
û ji dem û cihê yekta herin dem û cihê yekta.
Ji wê yektaperestiyê ve, Şeytan çû „recimkirina mezin“ û Adem jî çû
„gunehkariya mezin“.
Ji wê „EM-perestiyê” ve, mentiqê karên bi hev re, (ji kêmanî bi
Kurdî), hîn ew mentiq e, dem, cih û kes tên guhertin, lê mentiq her
ew mintq e, herwekî çawa ku Xwedê jî her Xwedê ye.
Bi zimanê sosoylojiyê yek û yek dikarin bibin pir.
Ma gelo bi Kurdî jî weha ye?
Tê gotin ku „destekî bi tenê li çipikan nade“. Erê ma wexta ku
destên me bi Kurdî diçin ba hev, çiqasî dikarin herin çepiklêdanê?
Çiqasî ew çepik û destên wan dikarin bibin yên me?
Çiqasî em dikarin bi hev re, bibin yên destên xwe?
Çiqasî destek dikare biçe gelek destan û gelek dest biçin destekî?
Hêjayan ku em hîn „Em ên“ hev
yên derengî „Ez ên“ xwe ne/hev in,
ji wexta ku li bîra me hat, em „EM û EM“ bazbidin Kurdbûnê,
em êl û êl çûn „hev-ji-holê-rakirinê“, û hîn jî em diçin;
em kom û kom çûn „hevxîçkirinê“, û hîn jî em diçin;
em alî û alî çûn „li-hev-tolvekirinê“, û hîn jî em diçin;
em Xwedê û Xwedê çûn „hevgunehkarkirinê û hîn jî em diçin;
em partî û partî çûn „hevtazîkirinê“ û hîn jî em diçin;
û em serok û serok çûn „hevsêdarkirinê“ û hîn jî em diçin.
Hêjayan „EZ ên“, ku min ji hemî „EM an“ û wêdetir, ji we hez kir û
hîn jî, ji we hez dikim,
Ji xwe bê goman e ; ku ev „girîname“ ya min wê çu şoreşan (Xwedê
neke) li dijî „Em-nişîn“ên ku haha li dar in( û ne jî li dijî yên
çûyî û yên ku di rê de ne jî), li dar bixîne.
Ne tenê weha, belkî ev „borînname“ nikaribe mûyekî bi tenê jî, ji
serê şêx û pîrên îdyolojiyên wan, yên zirmezin, şaş derbixîne.
Ji xwe mebest jî ne ev e:
Mebest ji lidarxistina vê „girînameyê“, ne ew e,
ku ez „Em-nişînan“ û „Em-perestên“ wan (û ne ji wan û pirtir), xîç
bikim,
Ne jî mebest ew e, ku ez bi vê „êş-lidarxistinê“, li ser „EM“ekê ji
yên din û wêdetir yan jî virdetir, pirtir yan jî kêmtir, bigirîm.
Hêjayan, „EZ ên“ ku heta bi vê kêlîkê jî
ez endamê „Em-nişîn“a we me,
min bi we re, rê û rêgawban westandin, û çûm berfa „Sandvîkinê“ ji
ber ku min ji „Ez ên“ we hez kir;
ez bi navên we yên şêrîn re, li rexên din yên wan şevên sandvîkinî,
bi Kurdî çûm xewnan, bi Kurdî çum stiranan, û bi Kurdî „derengî
bajêr“ mam, ji ber ku min ji we hez kir;
min westana navê xwe ;
westana xwîna xwe;
westana kenê xwe, û westana giriyê xwe, sipart xweşikbûna navên we,
ji ber ku min ji we hez kir.
Û aneha, piştî hewqas „Sandvîkin“ „hevgirtin“ û „antî-hevgirtin“; „daxwiyanî“
û „antî-daxwiyanî“; „nûçe“ û „antî-nûçe“, „meynoşî“ û „antî-meynoşî“,
û „Sandvîkinî“ û „antî-sandvîkinî“,
aya me çiqasî hewl da,
ku em ferehtir biçin hev;
ferehtir biçin xwe:
ferehtir biçin kêlîkên navên xwe,
kêlîkên yarên xwe;
kêlîkên peyalên xwe;
...... û kêlîkên giriyê xwe???
Aya piştî hewqas hevgirtin ji „Sandvîkin“ heta bi „Sandvîkin“,
me çiqasî nav di xwîna xwe da,
ku em ferehtir bêriya hev bikin;
ferehtir biçin hembêza navên hev;
ferehtir destan bibin silavê;
û ferehtir berê pencereyan bidin katên ji pêjna xwendina destên hev???
Aya piştî hewqas „Sandvîkin“ „EM-nişîn“
û hewqas „EM-nişîn“ „Sandvîkin“,
em çiqasî çûn „EZ ên“ xwe,
û em bûn yên wexta xwe û me hewl da,
ku em ferehtir hev bibêjin;
ferehtir hev bixwînin;
û ferehtir hev binivîsînin???
Birêzan nişteciyên „HRKRD“, yên ku dixwazim ji „Sandvîkin“ û wêdetir
ji we hez bikim;
ji „Sandvîkin“ û wêdetir bêriya we bikim;
û ji „Sandvîkin“ û wêdetir beşdarî çinîna aliyan,
ji rihên me yên bi Kurdî, bibim,
min navên we hildan, daku şêraniya wan ji bîra navê min neçe.
Min xwînên we dadan, daku em “EZ û EZ”, yên wexta hev bimînin.
Min berê xwe da „Em-istan“ a we/me,
ku ez heta vê „girînameyê“, hîn jî hemwelatiyê wê me,
daku li ber asîtankên pencereyên we, yek bi yek, têr bigirîm, têr
bihna navên we bikim û têr destên xwe bi destên we şa bikim;
daku di serencama dawîn de, ku dê me ji giryanê her bibe giryanê,
derengî pencereyên we;
dûrî qelebalixa „aliyan“;
dûrî qelebalixa „nûçeyan“;
dûrî qelabalixa „EM an“ û „antî-EM an“, „HRKRD-eyîyan“ û „antî-HRKRD-eyîyan“,
pistepistekê mîna alên hicrikan di bîra navên we de daçikînim:
(((Li wir ku hûn hîn dijîn yan jî najîn, aktîv in yan jî pasîv in,
reş in yan jî sipî ne, çep in yan jî rast in, alî ne yan jî ne alî
ne, Xwedêperest in yan jî Şeytanperest in, min jiyana xwe(şehîd yan
jî xayîn, wek hev e) ji dest da.
Ez ji we hez dikim,
Min bêriya we kiriye))).