| |
|
|
Şêxê Şehîd
|
|
rojava.net 03.06.2005 |
|
|
|
|

Seyid Feysel Mojtevî
Senendec 2005-06-02
Dinya
binêre, meselê
Keydan derêxe
paxelê
Dîsan li qernê
goft û gû
Dijmin moseleh
xencerê
Qesab Beisî
derbider
Dû kuştinê roj
û şevê
Kêra vî pişta
me çeqî
dil kirne xwîn
eyvax diyê
Meişûqê
kurdayî dilo
Şêxê Mohemed Xeznevî
Xwîna te rengê
al û rê
Nabe beqem ne
al û rê
Şehda gulan
nabe dîyar
Ta xwîn li çavê
me neyê
Rûbarê çavan
bikne sed
Xwîna vî nayê
şoştinê
Hem fikr bû û
hem xebat
Hem bû zimanê
gotinê
Meişûqê
kurdayî dilo
Şêxê Mohemed Xeznevî
D.r Mohemed
Xeznevî
Bû nav kelamê
de xefî
Ser nekre
benda axora
Lev dijmin îro
lê xorî
Kerkir dilê
azadiyê
Em kirne daxa
xeznevî
Her çend bêhna
vê gulê
Nav dar û barê
me birî
Meişûqê
kurdayî dilo
Şêxê Mohemed Xeznevî
Ey
kurdino em kokekin
Tevr û kolingan
naçevin
Bêjin bi
dijmin narevin
Çolan û deştan
nakevin
Dê zêde bin dê
zêdebin
Baxê me gul dê
zêdebin
Çon xwîne ava
vê rehê
Dê dijminî
raket li bin
Meişûqê
kurdayî dilo
Şêxê Mohemed Xeznevî
Seyda bi xwîn
û ahi dil
Soran û
kurmancin bi dil
Sablax
û Van û hem Sine
Urmîy û Efrîn
bûne şil
Derdê rihala
şêyx da
Mehzûn û emma
kîn bidil
Xwînxar dê
risva biken
Ta ker li kadîn
bibte sil
Meişûqê
kurdayî dilo
Şêxê Mohemed Xeznevî
|
|
|
|
المقالات
المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع |
|
|
|
HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE |
|
|
|
|
|