H  E  V  G  I  R  T  I  N  A

REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE


اتحاد المثقفين الكورد-غربي كوردستان في الخارج
rojava@rojava.net
 

 
 

Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

 

 
     


Pîroz be Qamişlo!
 

 rojava.net 03.06.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Konê Reş

Qamişlo !
Vê nîvrojê piştî min nûçe sehkirin bi kuştin û dîtina termê şex Maşûqê Xiznewî,tenahî û aramiya min ji hev belawela bû ,spîbûna dilê min bi reşahiyê ve hat lewitandin...û xemgîniyê konê xwe di ser Qamişloka evînê re vegirt..

Qamişlo !
Çima tu evqasî xemgînî ?! Nizanim..
Tu dibê qey vê êvarê min tiştekî xwe winda kiriye..Ez bûme mîna hîmekî kevirî,ku rih û can têde nemaye..
Tu dibê qey, ez xatir ji te dixwazim, û pişta xwe didim dost û yarên xwe ..

Qamişlo !
Tu dibê qey, vê sibehê min qehwe venexwariye,tevî ku min du fincan vexwarine,û ew gul û çîçekên di hewşa xwe de avdane..

Qamişlo !
Dibêjin : Şêx Maşûqê Xiznewî kuştî dîtine !!!
Waweylê li vê sosretmayê ,kevok ne ya serjêkirinê ye,darzeytûn ne ya birandinê ye,şînahiya asman ne ya lewitandinê ye ..?!

Qamişlo !
Xemgîniya me mîna halê ye,em tev jana halê dikişînin.Şêx Maşûq hat, ku vê halê ji nav me hilîne,çareseriyekê ji vê halê re bibîne ..Wî jî mîna şêx Ehmedê Xanî,evê ku ji berî 300 salî ve hawar û gazî kurdan kiriye û gotiye :
Ger dê hebûya me ittîfaqek
Vêkra bikira me inqiyadek
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hukmet..

Şêx Maşûq jî,bi bîr û bawerî,bi dûrdîtin û zanîn ,dengê xwe tevî dengê şêx Ehmedê Xanwî kir ,da ser şopa wî, û kêşeya gelê kurd ji xwe re kir armanc...Lê dengê wî di gewriyê de fetisandin,gurnijandina zarokên te,di kolanan de qurquçandin,lîlandina jinan beravêtî kirin,Şêx Maşûq revandin,kuştin û nebedî kirin..

Qamişlo !
Gelo ! Ev ji kêmasiya te ye..?!
An tu di daristaneke tijî teba re derbas dibî ?!
Tebayên wê bi te re digurnijin û destên xwe davêjin destê te,te ji dengê şalûl û bilbilên daristanê bi dûr dixînin...

Pîroz be Qamişlo !
Tu jî kete rêza Bedîsa şex Şehabedîn û melle Selîm ,rêza Ameda şewitî û şêx Seîdê Pîran,rêza Dêrsimê û şêx Elî Riza...
Pîroz be Qamişlo li te şêx Maşûqê Xiznewî.



Konê Reş

Qamişlo 01/06/2005







 





 

 
 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE

 
 
 
حقوق الأنسان

الأرشيف



 

موقع للطفل الكردي
آراس إبراهيم اليوسف

 

موقع لكسر الحجب داخل سورياهو