| |
|
|
Kuştina Şêx Xeznewî yan jî Têkbirina
"projeyekî ya kurdî" din?
|
|
rojava.net 03.06.2005 |
|
|
|
|
Dewleta Sûriyê piştî 3 heftyan ji bêdengiyê, nûçeya kuştina
oldarê kurd yê pêşverû Şex Mihemed Maşûqê Xeznewî ragihand. Wek
hemû kiryarên xwe yên hovan e, desthilatdariya hevbendiyan e a
Partiya Bahs û Hêzên Ewlekariyê ya ku Şamê ji sala 1970 î birêv
dibe, sînaryoyekî xapînok û derew derbarê bûyera infazkirina Şêx
de belav kir. Di vî "sînaryoyî" de,dewleta Sûriyê bûyer mîna "bûyerek
kermînel" li qelemê da, û di çaroçeva "pirsgirêkên mabatî" de
hate lihevcivandin, da ku awirên kurdan û hêzên demokratîxwaz
yên cîhanî li ser xwe rabike.Lê bi gerînek lezok di nava rûpelên
dîroka dewleta Bahs a sûriyê de, mirov rastiya pêkanîna vê
cinayetkariyê xweş û zelal dibîne.
Dewleta Sûriyê, di asta merkeza biryargirtinê a herî bilind de,
ji ber çend sedemên bingehîn û "girîng" biryara kuştina Şêx
maşûq da:
1- Ji ber ku rola kurdên sûriyê di siyaseta muxalf a li dijî
rejîma Bahs di hundir û derveyî Sûriyê de xurt bûbû, bi vê yekê
re, û li gorî raporên hêzên istixbarat û ewlekariyê, Şêx Maşûq û
bi taybetî di vê dema dawî de, rolek xurt di warê berbihevanîna
hêzên kurdî de dilîst.Rejîma Sûriyê bi hevkariyê MÎT a Tirkiyê
li vir kesayetî û rola Şêx Xeznewî destnîşan kir, û hemû liv û
çalakiyên wî li hundir û derve xist bin çavdêriya xwe û
hevalbendên xwe.
2- Têkilyên Şêx wek oldarekî jîr û zane û xwedî rêbazek nû di
reformkirina Islamê de, bi tevgera Ixwan El Muslimîn re. Şêx
Maşûq bi nerîn û şîroveyên xwe yên nerim li ser ola Islamê,
cihekî taybet di nava cîhana ereban de digirt, her weha ew ji
alyê tevgera Ixwan El Muslimîn jî wekî mirovekî "muctehid" û
xwedî rûmet dihat nasîn.
Dewleta Sûriyê bi vê têkiliyê hisya û agahî wergrte, ku Şêx di
gera xwe ya vê dawiyê de li Ewropayê bi çavdêrê giştî yê tevgera
Ixwan El Muslimîn re Elî Beyanûnî re rûniştibû. Her weha ji
aliyê dewletê ve hat zanîn jî, ku Şêx bi xwe wek kesekî, li dû
derçûna projeya tevgera Ixwanan ya ji bo "çareserkirina
pirsgirêka kurd" li Sûriyê hatibû belav kirin, bû. Û wî piştî
dîtina .avdêrê tevgera Ixwanan, ew bi pêwîstiya derçûna
projeyekî bi vî rengî derbarê pirsa kurdî de qanih kirîye. Her
weha helwesta tevgera islama siyasî derbarê kurdan de rexne kirî
ye. Weha dixuya, ku dewleta Sûriyê ji nêzîbûna kurdan û tevgera
Islama siyasî(Ixwan El Muslimîn) ditirsya û Şêx maşûq mîna
pirekê û alava "durstkirina" vê têkiliya muhtemel destnîşan
dikir.
3- Sîmbolîzekirina Şêx maşûq: Hikûmeta Sûriyê her weha nedixwest,
ku kesaystek xwedî rol û bi nav û deng di nava kurdên sûriyê de
derkeve, ku hemû kurdan li derdora xwe bicivîn e. Ji ber
berbelavbûna hêzên siyasî yên kurdistana Sûriyê û kêmbaweriya
gelê kurd bi rol û xebata van hêzan, beyava kurdî li Sûriyê
amede bû, ku pêşwaziya kesayetek mîna Şêx bike, jixwe liv û
çalakiyên netewî û beşdarbûna di Newroz û ahengên kurdan de,
cihekî taybet da Şêx Xeznewî li cem kurdên Sûriyê.
4- Rola dewleta Tirk: Bi baweriya min, rola dewleta tirk û bi
taybetî MITa tirk di prosesa revandin û kuştina Şêx de hebû.
Dewleta tirk li himberî Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê kurd,
xwedî tecrûbeyek mezin e, lewa nedixwest ku mirovekî oldar wekî
Şêx di nava kurdan de peyda bibe, ku olê, bo cara yekê, têxe bin
xizmeta kurdayetiyê de. Şêx maşûqê şehîd di serdana xwe a ji bo
ROJ TV ê, ji me re eşkere kir, ku ew alîgerê wê nerînê ye a ku
dibêje: Gerek kurd sûdê ji hestên olyan e werbigrin, û dîsa bi
navê Islamê neyên xapandin, Şêx her weha diyar dikir, ku tu
nakokî di navbera netew û welatparêziya mirovî û baweriya wî a
dînî de nîne. Her weha wî rêzek taybet ji bo olên din yên kurdan
wek Êzdiyatî û Xistiyanî digirt. Ji ber vê yekê, dewleta tirk jî
derbasî ser xetê bû û agahiyên istixbaratî da destê rejîma Bahsa
Sûriyê.Em li vir ji bîr nekin, ku Meclîsa Ewlekariya Milî a
Tirkiyê MGKê dema Serhildana Qamişlo yê, di 12 Adara 2004 an
civya û agahiyên istixbaratî kêlîk bi kêlîk dida destê dewleta
Sûriyê.
Wek encam, hemû nîşanên li ber dest didin xuyakirin, ku bûyera
kuştina Şêx Maşûqê Xeznewî(Jiholrakirina kesayeta wî) bi pîlanek
xurt hatiye hûnandin.
Sînaryoya girtina 5 kesên ku qaşo "Şêx kuştine" ji ber "Doz û
dawayên malbatî" wek ku Mediya Sûriyê dibêje û her saat dubar
dike, derewek mezine. Ev lîstokên hêzên istixbaratê Sûriyê ne.
Tê bîra me, dema ku Serokwezîrê Lobnanê Refîq El – Herîrî hate
kuştin, û hemû awirên tewanbariyê ber bi sûriyê ve çûne, rejîma
Şamê Şanoyeke xapînok belav kir, û di riya bandekê de, xwest
berpirsyara vê cinayetkariya navnetewî bixe hustiyê Hêzek Islamî
yî nepende, lewa kesekî nenas bi navê (Ehmed Abû Ades) amede kir,
û derxist pêşberî ekranên telefiziyonên ereban, û ew mîna "berpirsyarê
kuştina El- Herîrî" nîşan da.Pişt re, ew mirov nema xuya bû,
gelek kes dibêjin: Dewleta Sûriyê ew kuştî ye, da ku lîstoka wê
eşkere nebe...
Bûyera kuştina kesekî mîna Şêx Xeznewî, pîlanek û biryarek mezin
li dû ye, ew bi xwe "neqişkêşanek" heremî ye. Di rêsana tayên wê
de, rola çend dewletên dagirkirên welatê me, heye...
Tariqê Hemo
tariqhemo@hotmail.com
|
|
|
|
المقالات
المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع |
|
|
|
HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE |
|
|
|
|
|