Sebrî Silêvanî

Berî sê des
salan Ehmedê Xanî bi momê re axivt û got:
Derdê min û te
ji hev ferq e ew ferq ji xerb heta bi şerq e
Meşriq tu yî û
agirê te zahir mexrib ez û batinê min agir
Li 2005ê dawî
sê sed salan Şêxê şehîdên rojavayê bi zimanê Xanî, bi momê re
diaxive.
* * *
((
Pirr zehmet e
ku mirov bikare sedem yan mehaneyan bo tundrrewiyê peyda bike))
Walter kaufman
* * *
Rojhelat ango
komarên dagêrkirin û mirinê, komarên dagêrkirin û mirinê ango
girtîgeh, peristgeh û civakên nesaz:
Di girtîgehan
de dibêjin: xwe dûrî ramyariyê bike.
Di peristgehan
de dibêjin: xwe dûrî ayin û ayinetê bike.
Di civakan de
dibêjin: behsa guhnêliyê( sex) neke.
Û encam =
dagêrkirin + xilmaşbûn + sitewrbûn.
.
* * *
Mafê me wek
Kurd heye ku em li asoyên ronîdar biruwanînin belê mafê wan jî wek
dagêrker heye ku momên di tarîstana me de hilkirî bivemirînin ji bo
ku neteweya Kurd ber pên xwe nebîne û rêya sube û subetra hunda
bike.
* * *
Mafê me wek
Kurd heye ku em li ser xwe û welatê xwe yê dagêrkirî bitirsin belê
mafê wan jî heye ku ji me bitirsin, ku heta dawîn rade – bêhûde-
berhingariya rewtê guhorînan bikin ji ber ku ew qenc dizanin ku
nikarin xwe li ber bigirin egerhat û geha sinorên komarên wan,
komarên dagêrkirin û kujtinê.
* * *
Hercar peyama
wan zû digehe belê peyama me direng digehe. Ew peyama me naxwînin
belê em peyama wan dixwînin. Erê çawan ew peyama me têdigehin bê ku
bixwînin û em peyama wan tênagehin herçende em dixwînin?