|
Yaku min nizan îbû
Wecîha Ebdilrehman
yan hevalbend in
li ser mirinê
û yan jî
geşiya vî canî..
bi nebûna ezîtîyê ve gerewe..!
di newalên ewran de..
birûskên şewata dilê xwe
dipêçim.
yan hevalbend in
li ser mirinê …
û yan jî…
em ê li ber dergehên şewatê
konê xwe vedin…
û di sawîrên derengiya şevê xwe de
bimînin..!!!
ma ne te ez sotim…
ma ne tu bû yê ku
derîyê çavê xwe
li ber min kirin hesin
qet nikarîbûm…
derbas bim deryayê çavê te….
Ma ne min dixwest ku tê de bijîm..
û hêsîreke ebedî bim
gelek şeva.. stêrikên asîmanê
bê aso.. min dihejmartin..
pê re di xew re diçûn..
evîndar bûm di xewnan de..
evîndar bûm..
di beyaniya rojê de.
bawerîyê..
min dabû herdû destê te
û lêvên xwe yî sor..
min ji te re kiribûn diyarî
sing û berên min …
hêlîna xewnên te bûn..
îro..
niha..
aniha..
dizanim min çiqas dilxweşî da te
û te ..
teşîya xapînokê dirist
ma ne ne dil sivik bûm
ji bo te…
evîna min germ bû..
û dilê min ji te hezkir
dibijiya bêhna te.. hilma te..
min dizanî ku evîna te..
ava şîpê ye..
wê min li ber xwe bibe..
lê nizanim ji bo çi
mame hêsîra du çavên te.
|