Min mebesta damezirandina PZK gellek eciband, û
ji bo ev pêşniyaza ber bê nekeve, gereg ên di
paş vê patiyê de helwestên xwe zêdetirîn
şîrovebikin. Pireblemeke me Kurdan heye, ku em
jîrin ji bo komele, rêxistin, û partiyan
avabikin, yan jî parçebikin, lê di berdewamiya
karekî dîrokî de nefesên me kin in, em zû
diwestin, nêrînên xwe diguhêrin. Tiştên sabit li
cem me kesayetiya me ya ezîtiye, em ji bo vê
ezîtiyê karin pêle hemû behreyezdên xwe, û ên
dormedarên xwe kin. Ev kerektera li cem me
Kurdan hîn xort e, ji siyasetmedarên me de
bigrin ta nivîskar û rewşenbîran.
Lome ez dixwasim fêmbikim eceb birêz Ehmed
Husyînî ji dilşewata xwe ev bengewaziya qîriya,
bêku birama çi xebat ji vê partiyê re gerege.
Gereg gewhra ramyarî û kultûrî ji xwendevanan re
were aşkerekirin.
Di vî warî de ez dixwazim çend têbiniyên nirxî
li ser bendên 3, 5, 8, bibêjim:
1.Ne raste em ji Kurdan bixwazin, nemaze ji
ciwanan, bira xeyne stran, mûzik, û dengpêjên
Kurdan guhdar nekin, ne rast em ji wan bixwazin,
bilî televizyon, û radiyoyên kurdî temaşe û
guhdarnekin.
Ev daxwazana ji aliyek de ne riyalin, ji bil ku
Kurd ne tenê di giravekê de dijîn. Bi zimanê
erebî, turkî, û farsî gellek berhemên mirovahî
yên hêja henin. Cihana mûzîk û stanan ji
kurdewariyê mestire. Çawa emê bi xortên Kurd re
bibêji li Fêrûz, Macide al-Rûmî, Om Kelsûm,
Wedih el-Safî…, guhdar mekin. Çawa emê bibêjin
li Ibrahî Tatlîs, Ferdî Teyfûr, Sezen Aksû,
Ehmed Kaya guhdarmekin. Çawa emê bibêjin li
Şeceryan û Şekîla guhdarmekin. Ku em vana û
xeyne van, gellek stranbêj û mûzikvanên Ereb,
Turk, û Faris deynîn hêlekê, çawa emê bi xortên
Kurd re bibêjin li Bêthovin, Vagner, Xaçûdiryan,
Baganînî, Şistekovîç, û liste dirêje,
guhdarmekin. Çawa emê ji xortên Kurd re bibêjim,
Adonîs, Necîb Mehfûz, Ebdil Wehhab Beyatî, Bedir
Şakir Seyab, Nazik Elmelaike, Selîm Berekat, me
xûnin. Ehmed Abû meter, Şakir Nabulsî, Sadik
Celal el-Ezim, Munzi El-Fedil, Mihemed Erkun,
Îdwar Seyîd…., me xûnin, Çawa emê bibêjim
Celaleddin Erromî, Sehid el-Şîrazî, Omer
el-Xeyam, Ismayêl Bêşikçî, Orhan Pamûk, Yeşar
Kemal, Ezîz Nisên.., me xwinin.
Di raman û kultur û wêjeya erebî, turkî, û
farisî de gellek hest û daxwazên mirovahî bûne
mijara nivîskaran, loma ez berhemên wan yên gelê
xwe ji dibînim, çimkî em di mirovahiyê de gîşkî
biranin, çi tiştî mirovahî, di cihana kevin û ya
nû de, ew milkê xelkê cihanê bi tevahiye, yên
nifşên hîn tênin, û ne raste ez gelê Kurd ji van
berheman bêparbikim. Ji aliyekî din ve, roleke
hêja ya nivîskarên Kurd ên bi van zimanan
berhemên xwe nivîsîn heye. Yanî pareke me Kurdan
e taybet di hemû kultûr û hûnera van gelan de
heye, bi kêmasî ji ber kedê van nivîskarên Kurd
gereg em xwe di vê kultur û hûnerê de bibînin.
2.Bêguman raperîneke hêja di warê malperên kurdî
de rabû ye, malperên kurdî hîro bi dehan henin,
roleke mezin ji bo pêşxistina ziman û kultûra
kurdî dilîzin. Ji van malperan em hîro dizanin
çi li kêderê Kurdistanê dibe, û çi li cihanê ser
Kurdan tê gotin û nivîsandin. Bi kurtî malperên
kurdî ji me re jêderên girîngin, nivîskar û
xwendevanên Kurd di nav çavên dijmin re gîhandin
hev. Lêbelê piraniya malperên kurdî yên
prepagandê nin, yên nûçeyên sivikin. Mebesta min
di vir de ne nirxa van malperanin, belam ez
dixwazim bibêjim ku van malperan hîn nivîskar û
xwendekarên Kurd têr nekirine. Di malperên erebî
(bêguman niha di ên turkî û farisî de jî) tiştên
hêjatir henin, ez hîn li ser malperên ingilîzî,
fransî, û rusî na bêjim. Na be ez Kurdan ji van
malperan bi dûr bixînim. Rojek tê ye, û ne dûre,
êku zimanê ingilîzî nizanibe, nikare têkiliyên
xwe bi cihana nûdem re bike.
3.Ez bi wê merca vê partiyê re me, gava di benda
/8/ de dibêje (Ger min nivîsan ji bilî bi kurdî
ne nivîsînim.). Lê gereg ev benda berfireh bibe.
Na be em li vir xêzeke sor deynin. Ku nivîskar û
rewşenbîrên me yên mezin bi erebî, turkî, û
farisî ne nivîsînin, çawa emê karibin xwe bi
gelên van zimanan naskirin bikin? doza xwe ji
wan re şîrovebikin? û têkiliyên biratî, mirovahî
bi wan re, û bi nivîskar û rewşenbîrên wan re
çêbikin?.
4.Ji bo bendên /3/ û /5/ gereg em bibêjin xortên
kurd nikarin zimanê xwe pêş de bixin ku li stran
û mûzîka, dengbêj, rdyo, televizyona kurdî
guhdarnekin, û malperên kurdî ne şopînin. Ji bil
ku jêderên zimanê me niha vanin, û ya din,
tiştek mina stranên kurdî yên klasik, û
dengbêjên kurd, fonotika zimanê me sererast nake,
me fêrî çawa hevokan çêbikin, û me bi peyvên
kurdî zengîn dikin.
5.Benda 8an, ji bo ciwanên kurd re ez girîng
dibînim, çimkî gava bi mezinî em dixwazin bibin
xwendevanên zimanê kurdî, yan nivîskar, em pir
zehmetiyê dikşînin.
Dema min xwest dest bi nivîsandina kurdî
bikim(min bi mezinî despêkir) astenga siftehîn
li ber min ew bû , ku ez bi erebî difikirîm, û
bi kurdî dinivîsand, û herku ez li van nivêsên
xwe vedigeriyam, ez bi xwe dikeniyam, ji bil ku
ez digihîştim wê baweriyê ku ev ne tiştekî bi
kurdi ye. Loma ez dibêjim ev benda ji bo ciwanên
Kurd gellek girînge. Çimkî tu nikarî bibî
nivîskarekî kurdî, ku tu bi kurdî nefikirî.
Li dawiyê ez dixwazim bibêjim, ku gelê Kurd di
dîroka xwe de; çi ya kevin û çi ya nû, her
kurdekî tim zimanekî din dizanibû. Vê rewşê
zengînî da tefkîr û hastên Kurdan, û ti carî bi
regezperestî li gelên din ne dinihêrî, ne di
warê itnikî de, ne di warê netewetiyê de, û ne
jî di wariyê zimên û kulturê de. Kurdan xeyne
mafên xwe, û kêmî mafên xwe jî pir caran,
tiştekî din ne dixastin. Bira nijadperestên Ereb,
Turk, û Faris me najon nejadperestiyeke hember
xwe. Mejî û hastên Kurdan tim ji hemû gelên din,
zimanên din, û kultûra din re vekirî bû. Gelê
Kurd weha ye, ev kerektera wî ye, û weha dixwaze
jiyaneke hevbeş bi hemû gelan re, nemaze bi
gelên Ereb, Turk, û Faris re avabike, û bi aştî
bijî.
* * *
|