|
Jîr DILOVAN
Temenê wî gihabû şêst salan, lê hê mîna xortekî çardeh salî kar û
xebat dikir. Deremek bez, an jî goştê zêde di laşê wî de tine bû. Ji
bejnê ve ne dirêj bû, lê ne qarûtkî jî bû. Ku di meşiya, mîna gokê
ji erdê vedipekî. Di kar û xebatên giran de, laşê wî bûbû mîna
lastîkê. Lepên wî mîna melhêbekê mezin bûbûn. Lingên wî mîna ferşekî
fireh bûn. Ji ber vê yekê, şekalên li gor wî peyda nedibûn. Ji eyarê
bizineke dermale cotek çarox çêkiribû. Salîweqat ew di piyan de bûn.
Bi banga melayê sibehê re derdiket û beriya eşayê vedigeriya malê.
Ji înê heta bi înê gundiyan ew li mizgeftê didîtin.
Mîna karxaneyeke zaroka bûn ew û jina xwe Xezo. Yek keç, sêzdeh kur,
çardeh zarok anîbûn. Hemû jî jibo kar û suxreya xelkê mezin kirin.
Kar û suxreya tevan jî, tenê bi nanezikî bû. Zarokên wî rojekê jî ew
di nava erd û zeviyan de nedîtin. Ne cot, ne cobar, ne qufir, ne
liqat, ne paleyî û ne gêre pê re kirin. Keç jixwe hê çardeh salî bû
dane mêr. Law jî weke tu noka li kevir bixe, her yekî bi gundekî de
belav bûn. Şivanî gavanî û cinaniya gundên derdor, para wan ket.
Beriya ku gayê wî yê reş poşê lê bixe, cîhanê biguherîne û biçe
cîhaneke din, ji jina xwe Xezo re gotibû: “ Maleva, me çardeh zaro
anîn û mezin kirin. Jibo çi? Vêga ez nizanim bê rûdêna wan çilo ye?
Min şiklê tevan ji bîr kiriye.”
Xezo wiha bersiv dabûyê: “ Yê te hema te şiklê wan ji bîra kiriye.
Ne ez hew zanim bê navên wan çi bûn...”
Xezo li nîvê hewşê, di nava jinên gund de rûniştiye û di hêwirîne:
“Wey Bedo
Wey Bedo
Tim li karo
Xwêdanrêjo
Bi tab û kedo”
Piştî hêwirandinê, rondikên ku herikîn ber bi zeniya xwe bi destan
paqij kir û dîsa ji dera ku mabû, dest bi hêwirandinê kir.
Piştî şûştina melê, termê kefen kirî li ser naş kirin û li ber
dîwarê xênî yê hişkeber danîn. Feqiyên gund li dorê kom bûn û dest
bi xwendina Quranê kirin. Li aliyekî hewşê jin û li aliyê din, mêr
kom bûne. Zarokên pêxwas dev ji leyîstikê berdane û li hêwra jinan
mane xar. Serê kêliyekê mêşên li ser lîkitka pozên xwe bi destan
difirînin.
Orîniya herdu gayên cot û zirîniya kerê boz, ji hundirê koxê tevlî
hêwra pîrekan dibe. Orîniya gayê reş ê ku Bedo bi poşê kuştî, hê
bêtir bi zexelî bilind dibe. Diyare ku ew jî ti wateyê nadine vê
rewşê. Ji ber ku ew ti rojan wiha di koxê de nediman.
Halet, nîr û amûrên ji darberûyê li ber lîsgeha mirîşkan, mîna termê
Bedo gêrkirîne.
Piştî xwendina Quranê, melê feqî hemû qewş kirin û şiyandin mizgeftê.
Tizbiya nodûneh libî derand û bû şeqşeqa wî, li dûv hev kişand. Çavê
wî di nava mêran de, li Şeroyê kurapê Bedo ket. Destê bi tizbî
rawestand. Tizbiya ku ji kişandina melê gêjbûyî, bêhnek da xwe.
Melê bi teqayî bang kir:
“Şero! Ka ma hûn li benda çi ne?”
Şero bi saw li dora xwe nêrî û ber bi melê çend gav avêtin:
“Te gote min Seyda?”
Melê hinekî bi hêrs:
“Ma ji te û Şeroyê dîn pê de Şerone din li vir hene? Heke tu dîn be,
ez nabêjime te...”
Şero bi melûlî:
“Seyda, em li benda zarokên wî ne. Me xeber daye wan ka heta werin.”
Melê bêtir hêrs girt û dengê xwe hilda:
“Ez ne li zaroyên wî dipirsim.”
Şero di tirsa xwe ve derket. Bi meraq:
“Naxwe?”
Melê bi hêdîye devê xwe kire guhê wî û got:
“Ka ma hûn genim jê re danaliqînin?”
Pirsa melê weke cêrek ava qerisî ku bi laşê wî de were xwar, lê kir.
Lewra beriya du rojan Xezo elbek genim ji wan deyn kiribû. Xweş
dizanîbû ku êdî bar kete stûyê wî.
Şero ji neçarî stûyê xwe xwar kir û herdu çengên xwe di ber xwe re
berdan. Mîna kewê perşikestî ber bi malê bû. Du xortên gundî bi xwe
re birin û kete binê kuwara genim. Heta bi kizmika binê kuwarê jî
xeritand, heta ku têrek genim derxist. Qûtê salê anî û li hewşa mala
Bedo danî. Werîsek avêtin singê di dîwêr de kutayî, ku Xezo hero
meşka xwe pê ve dikir. Têra genim ber bi hev hejandin. Piştî
hejandinê, melê têr li nav milê du xortan kir û şiyande malê.
Bi şûn xortan de dengê xwe hilda û xwest ku yên li wir hemû dengê wî
bibihîzin:
“Lawo genim bibine mala me. Heta ku em kiryaran bibînin, êdî emê
jibo mizgeftê bifiroşin. Xwedê ji rahmetiyê Bedo re bike kefaretê
gunehan...”
Mele li nav mêran rûnişt û kete dû selewatan.
Li aliyê din, meydan ma ji jinan re. Dengê wan hin bi hin bilind bû
û çavên tevan çûne ser Hefseda Elo. Ew Hefseda ku li ser miriyan
dibêje, saxan dide girî. Herwiha navê Hefsedê li Herêmê belav bûye.
Dema ku li ser miriyan dibêje, yên ku kevir di dilê wan de be jî,
rondikan şeşeşeş berdidin. Kesên ku nexwazin bigirîn jî, nikarin rê
li ber rondikan bigirin. Rondikên zuwa ji çavên wan dixindirin.
Dema ku li gundên derdor hinek dimirin, tên Hefsedê dibin jibo ku
wan bide girî.
Hefsedê mîna hozanên ku werin pêşberî hev û helbestan li hev
vegerînin, gotinên Xezo yên kêlya din kiribûn serê xwe. Çarika li
ser devê xwe pêçayî, bi tiliya nîşandanê xiriqande ser qirka xwe.
Herdu destên xwe miçkirin û danîn ser herdu dêmên xwe. Çavên xwe
girtin û gotinên Xezo dubarekirin:
“Wey Bedo
Wey Bedo
Tim li karo
Xwêdanrêjo
Bi tab û kedo”
Bi carekê bêdengiyeke mezin li hewşê serdest bû. Jin û mêr û zarok
hemû matmayî man û li hev nêriyan.
Ew Hefseda ku ti helbestvan û ti hozan lingê xwe li yê wê naxin,
çawa gotinên Xezo dibêje?.. Gelo êdî nizane lihev bîne? Ev çi pê
hatibû?
Piştî wê gotinê, hê Hefsed dihêwirîne û dengê xwe dirêj dike:
“Ha ha ha hayî îîî îîî îîî...”
Guhê çarika xwe vekir, avête çavên xwe, paqij kir û domand:
“Wey Bedo
Wey Bedo
Li milê te bû salîweqat
Nîr û amûr
Gêsin û halet
Gih cot û cobar
Gih aşêf û liqat
Gih paleyî û gêre
Di destê te de bûn
Melhêb, bêjing û serad
Wey Bedo
Tu çalak bûyî mîna mûriya reş
Mixabin dîsa ji te dûr bûn
Rojên xweş.
Wey Bedo
Wey Bedo
Rebeno
Bi tab û kedo
Gih te qufir dikolan
Te dar dibirîn bi lez û bez
Gih ti gavan bûyî li ber dewêr
Gih şivan bûyî li ber pez
Wey Bedo
Tu çalak bûyî mîna mêşhingivîn
Çima dîsa li te dojeh bû jiyan û jîn
Wey Bedo
Te temend bûrand li deşt û çiyan
Li kortik û mesîlan
Li beyaran li geliyan
Li rez û erdan
Li firazan li zeviyan
Wey Bedo
Tim para te bû xebat şol û kar
Rojekê
Rojekê tenê pariyekî xweş
Di ber te de neçû xwar
Lê ji hinekan re
Tenê xwarin bû par
Wey Bedo
Wey Bedo
Bi te mayî
Tab û kedo
Jin, mêr û zarokên li dora termê Bedo ji xwe çûn. Êdî nedigihan ku
rondikên xwe paqij bikin. Hejarî, êş, kul û jana ku bi qerpika wan
girtî, di termê Bedo re hate ber çavên wan.
Ji çardeh zarokan bi tenê ya jin, ji gundê cîran şalka xwe li pişta
xwe kiribû, bi mêrê xwe re danê esrê xwe hejand û hat.
Çawa ku da devê deryê hewşê, du dengan got:
“Birawo yaboooo, birawo yaboooo...”
Çû li ber termê bavê xwe rûnişt û rondikên xwe barandin. Heta erdê
reş girt, li benda lawên Bedo rawestiyan. Lê pêjin ji yekî ji wan
nehat.
Melê dengê xwe li mêran kir û got:
“Rahêjinê heyra... Hê qenc nebûyî reş. Êdî em nikarin mirî li erdê
bihêlin. Guneh e.”
Mêran rahişt termê Bedo û ber bi ziyaretê birin.
Orîniya herdu gayên cot bi ser gund diket.
|