|
2 Helbest
Ciwanê ABDAL
1-
Banîn
Yarê
Çawa li hev baniyan
li ronahiya tarîkê:
Çavên min û te
û nameyan hev naskirin
Çawa bi hev hesiyan
Guhên me,
li deng û vedengên kaniyan
û daxwazan hev sazkirin.
Çawa hilm û bihn dimeyan
Çawa û çawa
Qene dil li cem hev daniye,
An
Bi hev guhertine cihê waliya
Û
Herdu bi yek xwînê meyan
û meşiyan.
**
Ew dilê di singa hev de
şînhatî
Çawa
ji pirsên hev baniyan
Erê..
Çimkî dil ketine hev
û helbet ji hev hezkirine..?!
2-
NIZANIM ?
Yarê..
Nizanim bê çawa
Herroj, sed carî, sar û germ dibim
Geh te dibînim sayî û kenok
Geh te dibînim ewr û gernijok
Nizanim bê çawa
Li hev dibanin
tal û şêrîn
şad û xemgîn
li dilê min
Û ji çi diafire dobelanê evînê
mêwa jînê..
.. Nizanim bê çawa
Teşiya rojane dirêse
Destarê wekcarî dihêre
Tevn û kemend vediçire
Ta û benikê bêrîkirinê
mişt û vala..
rast û vajî dijene
Nizanim bê çawa
Konê pîrê li dar-dixîne
Qijnik û kevjala dizayîne
û dinesilin kodikê dilan.
di rekeha dil de
Çi dişewtîne, dikewîne
Çi dihênike, didermîne.
Erê yarê..
Nizanim bê çawa
Hemberî xencerê
Hemberî birînê
Hemberî rû û şeltê çi dibîne,
De bera aşê rojane
Li hespê xwe siwar be
Û bavan miştke bayê bêrîn
Li dil û hunavê min ên bezgirtî
here û were
Bê hedan çep û rast
li hev bigerîne.
*-*-*-*
|