Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

02 November 2007 12:15

 

 

 

Stêra dûr

Salih Demîcer

Ji Bo Salih Cefer
Erê Bira
Agirê bîrêkirinê me dike perwane ji xwe re .
Lêbanînê bi coş û kêferata xwe, emjî kirin perekî xistin bin baskên xwe .
deşta sirûcê
vedengên geryanên me, Geştên me ye li dora golê, Li baxê Hec Reşêd hîn dilorîne.
bedewî û xweşikiya xwe ji dûrbûna me destine.
pelên ciwaniyê ji temen weşiyan
Kobanî jî hîn sitêr e
ji dilê me naweşe .
Muhir hîn li ser wêneyên bi dîwaran ve daliqandî de ne.
Zêr hîn di gerdena zerî û çavbelekan de ne .
tembe û helwest hîn li Karin….
Simînar hîn li darin.
herdû kaniyên miçiqî ,ji sîngê me namiçiqin.
Sînor bi gulle û maniyan,
bi nebûna baskan pozbilindin.
…û
Ewrên te ji dûr ve dîtî,
çavdêrin ji vê deştê re.
şaxin bira
şaxên pirsê ye yek reh e pir navin .
xunava xurnûf û kulindora Kobanê dimijin

Em jî tawinbarin
Bi şanîkirinê sûcdarin
di gurkirinê de çalakdarin

Ez dizanim
Ez dizanim ku hîre hîra buhêrkê perdeya şevbîrkê li Holenda diçirîne.
Dara miştenûr ya tek e sêwî
havala kevir û stiriyan ,bêhtirî darên bi hej û ber di gulistana Sonsbêk de hildiperike sîngê katên zelal û bê deng.
li bakurê Kobanê razanê xwe ji mijûlî honijandinê dişûşt.
li başûrê Arinhemê tiştekî wenda heye.
honijadin şewatê diafirîne
Rayn Ferat bi bîra te tîne.
têbîra Ferat jî
keserên nixamtî dişopîne
Erê bira
min silavên te gihandin Ce,fo yê kal.
wî bi çavin tije hêsir pirsî:
-ew li kuye?.
- li welatekî dûre, jêre dibêjin Holenda.
wî piştî serhejandineke kovandar got:
- kurê min gunehê min li stuyê te, tuyê wî xeberdar bike; eger ew vegeriya welêt piştî malbata xwe ew mîvanê min e.
îro …..
te dirêj kir bira ?!
te dirêj kir.
axa sik e sar kete navbera kela lêbanîna te û bendewariya wî!!!.

de qene li wir
bi agirê Jînê mirinê vemrîne.
bi mergenoşa penaberiyê bîranînê vejîne.
pêlên kel û herikîna servokan li pêlên Rayn bihêwirîne.
hertişt wekî xwe namîne
wê rojek bê :
êdî bêhna pîvaza dilsariyê ji me nayê.
eniya me ya ku di bin simên salan de qermiçî wê dûz bibe.
bêhna rêwîtiya ku ji bin çengê Kerwanên me dikeliya wê biçike
cimkî
dilbijîn hespek î bezaye, di derûnê de digere , ji bilî mêrgên pêkanînê ti warî napejirîne da ku piştî westabûnê lê raweste.
şikestin di zozanên vînê de, mitek î bê rehe; hino hino zer dibe.
û…
firrîna me bi baskên geşbîniyê daxbar e.
-dawî-











                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
 
 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1