|
Armanca Tirkiyeyê
Armanca Tirkyeyê ya bêguneh rûxandina herêma
Kurdistanê ye!
Armanca Tirkyeyê ya gunehkarane, çi li Çînê û çi
li Berazîlyayê be, qirkirina gelê Kurd e!
Bila dilên kurdan berbi Çiyayê Qendilê ve
bifirin; hemî dil!
Bila rexên kurdan di rûyên faşîzma Osmaniyane de
raperin!
Bila hemî şêwaz, hemî reng, hemî peywendiyên
kurdiyane li hemî alî û li hemî niştecihan û li
hemî bargeh û li hemî şûnewarên kurdan bi yek
bin..
Tirkekî cihêwaz nîn e. Giş, ji rastgir hetanî bi
çepgirên wan, ji gawir hetanî bi misilmanên wan,
ji biçûk hetanî bi mezinên wan, alên xwe yên sor
û xwînewî li ba kirin, soz û peymana wan xwîna
kurdan bû.
Zarokekî tirk ê (NE) bêguneh
Berî du hefteyan li nexweşxaneyê bûm, pêrgî
zarokekî deh salî bûm, ji ber ku hatibû emeliyat
kirin û ji ber ku nexweş û di rewşeke ne baş de
bû, min hewl da alîkariya wî bikim.
Min qet jê nepirsî ji kîjan welatî û ji çi
miletî ye; çunkî ji min re ne ewqasî balkêş bû.
Piştî hevnasîna me bi rojekê wî ji min pirsî:
- Tu ji kîjan welatî yî?
Min jî bi dilekî pak got: ji kurdistanê me.
Ji nişkê ve rûyê vî zarokê (NE) bêguneh tirş bû
û ji min re got:
- Ez ji Kurdan heznakim!
Min jê pirsî:
- çima?
- Bêyî sedem tirkan dikujin, mirovine pêxwaz û
tawanbar in!
- Çima tu vê hevkêşê ango baweriya xwe berovajî
nakî? Min gotê.
Zarokê (NE) bêguneh mebesta min fam kir. Mîna ku
min bîst gule avêtibin dilê wî,
bi hêrs û xeyd xwe dûrî min xist.
Ji destpêkê ve, tirk, di şûna ku zarokên xwe
hînî evînê û hînî bêgunehiyê bikin, wan, bi şîrê
dayikê re, çi li tirkyeyê û çi li europayê be,
li ser bingeha dexisîn û rikêşan û dijminatiya
kurdan perwerde dikin.
HIRÇ:
Binêre min çi ji te re nîgar kiriye?
Hechecîkên reş di asoyan de xwe li ba dikin.
Na..
Qijalk in, li ser erdê li kelaşan digerin,
Na..
Ewrên reş in, barana reş bi xwe re tînin.
Na..
Na na ma tu nabînî?
Şûnşopên hirçan in.
Hirç?
Bi kurtepistî:
Ma dê berbi çiyayên asê yen Kurdistanê ve biçin?
Ma dê zinar bibin goristana wan?
Bahaneyek:
Hergav bahaneya zorbazan ew e ku qurbanî
gunehbar in.
Hergav arezû û daxwaza zorbazan ew e ku qurbanî
gerdenên xwe pêtir nêzî kêra wan bikin.
Em kurd ne gunehbar in, em gerdena xwe nema nêzî
kêra dagîrkerên xwe dikin.
Em bêriya rûmetmendiya azadiyê dikin.
Em bêriya henasa bayekî paqij da derbasê sîngên
me bibe, dikin.
Hey zorbazê tirk! Bila di bîra te de be ku hemî
werîs û benên te yên req neşiyan xewna me
bixeniqînin, xewna me ya ku her û her mîna bayê
nû dibe.
Ma ji bîra te çû ku Hecî Axtî bi dengekî zelal
dema bi awirine vedizînane li darê kindira te
dinêrî, çi ji te re got? Ne xem e, ez ê bînim
bîra te:
”Bijît Kurdistan”
”Bijît komara kurdistan a diwerojê”…
Yê ku wisa got Hecî Axtî bû.
Zorbazo!!
Ha ji xwe hebe!
|