|
Nivîskar û romannivîsê Brîtanî, yê navdar George
Orwel(25ê Hezîranê/pûşperê 1903 – 21ê çile/rêbendanê
1950), di derbareyê helwestgirtin û
helwestwergirtina „siyast û siyast“ de, weha
dibêje:
„Katê ku nivîskarek/kî û çi dibe bila bibe,
helwesteke „siyasî“ werdigire, pêwîste berî her
tiştî, ew helwesta hemwelatiyekî mirovane, yan
jî mirovekî hemwelatiyane be“.
Di xirecirên vê dawiyê de, ku wek serencama
aliyekî mezin ji aliyên nivîskariya bi Kurdî, di
derbareyê helwestwergirtina ji „Kurdistanên“ vê
dawiyê de, rû dan û derçûn, gotina „nivîskarê
mirov“, ya li jor destnîşankirî, bi xemgînî, di
bîra min de, hat û çû .
Daholên cenga bi Tirkî, ku vê dawiyê Kurdistan û
Kurdistan, û Kurd û Kurd, lê dixin, eşker ne:
Behane, wek her carê PKK û „dewleta çiyê“ ne. Lê
armanc, serê „Kurdistana deştê“ û serokatiya
wê(di serî de, Mesûd Barzanî) ne. Mebest, kurt û
Kurmancî, rêlibergirtina hebûna Kurdekî xweser,
û welatekî bi Kurdî ye.
Wek her carê, vê carê jî, Tirk ji Kurdan bihtir,
û Tirkî jî, ji Kurdî eşkeretir, li ser asta
nivîskariya herdu aliyan, çun xwederbirîn,
xweîfadekirin û helwestgirtinê.
Helwesta nivîskariya bi Kurdî(heta aneha), di
derbareyê herdu Kurdistanan de, beramber bi yek
„Tirkiyebûn“, yek „Tirkiyekirin“ û yek „Kurdîjiholêrakirinê“,
bê guman, ji „humanperweriyê“ bihtir, helwesteke
„îdolperwer/ senemperwer“ e.
Li şûna ku humanperweriya nivîskariya bi Kurdî,
li pêş humanistiya siyaseta bi Kurdî û ji wê û
wêdetir be, tam berûvajî wê, xwediyên siyasetê,
bi Kurdî, ji xwediyên nivîsandinê, hem wek „mirov“,
hem jî wek „hemwelatî“, xweşiktir, bilindtir, û
eşkeretir, heta aneha, çûne helwestlidarxistinê.
Eger em helwestên „mellaq“, yên serokê Îraqê,
mam Celal Telebanî(ku kuştiyên Tirkan wek „şehîd“,
û yên PKK jî wek „kuştiyên terorîst“, bi nav
dike/ binêre: Hevpeyvîna rojnamevanê „Miliyet“ê,
yê Tirk Hasan Cemal, di 31.10.07an de, bi mam
Celal re), li hêlekê deynin, wekî din, helwestên
siyastên herdu Kurdistanan, heta aneha, ji
helwestên nivîskariya bi Kurdî, birêkûpêktir,
pêşketîtir, Kurdperwertir û humanîsttir in jî.
Wek helwesteke siyasî(yan îdyolojî), her çiqasî
ku mirov wan „mellaqiyên siyasî“, „heq“ û „qebûl“
jî neke, lê dikare, li gorî mam Celal û dîroka
destên wî, yên „qellab“, wek serokekî Kurd, ji
Îraqa nuh re(ku wek welatekî Erebî, tê hejmartin
û naskirinê), fam bike, ku çima ew ji Tirkan „Tirktir“
nêzîkî krîza Tirkiyeyê bi „Kurdên wê“ re, dibe;
û çima ew li ber „Tirkên şehîd“ bihtir ji „Kurdên
xwe“, ku wan „terorîst“, li qelem dide, dikeve;
û herwisa çima ew „hêsir“ û behînameyên
serxweşiyê, berî „dayîkên Kurd“, ji dayîkên „Tirkên
xwe“ re, dihinêre.
Lê, ya ku li gorî „humanperweriya hemwelatiyekî
di qam û tenga Orwel“ de, nikare xwe bi Kurdî,
bide qebûlkirin, heqkirin û behanekirinê, ew
helwesta nivîskarane û rewşenbîrane ye, ku „Kurdên
çiyê“, ji Tirkên desthilatê, „neheqtir“, „xirabtir“
û „terorîsttir“, dixwîne.
Kîjan dest dibêjin, ku ev Tirk û deşta wan, ji
wan Kurdan û çiyayên wan, destûbiraktir in?
Kîjan Xwedê û kîjan pirtûk dibêjin, ku xwîna van
kuştiyên „Tirkiyeya deştê“, ji ya wan kuştiyên „Kurdistana
çiyê“, „şehîdtir“ e?
Û kîjan Tirk îro nabêje, ku xwîna vê Kurdistanê,
ne bi qasî ya wê Kurdistanê, û ya vî „Kurdê çiyê“
jî, ne bi qasî ya wî „Kurdê deştê“, „helaltir“ û
„antî-Tirktir“ e?
Li ser asta „Tirkiyatiyê“, îro, her Kurdek, li
kuderê û çi dibe bila bibe, wek „antî-Tirk“, „PKKeyî“
û „terorîst“, tê binavkirinê.
Li gorî mentiqê bi Tirkî, yê serdest(çi
rewşenbîr û çi jî „rewşen-dar“ û rewşen-dîn“,
Mesûd Barzanî, bi qasî A. Öcalan, „antî-Tirkiye“,
„antî-evet“ û „terorîst“ e.
Rojane, çapemeniya Tirkî(çi ya Tirkiyeya fêrmî,
çi jî ya „serbixwe“), yek Tirkiyatiyê, li dij
yek Kurdiyatiyê, dadigijgijîne û gur dike.
Gelo, heta aneha, kîjan sazî, kîja aliyê
rewşenbîrî û kîjan destê qelema bi Tirkî, çend
peyvên „wijdandost“, di derbareyê vê „Tirkiyeya
cengawer“ de, ku hemî Kurdan bi yek darî, dajone
„terorîstiyê“, li derveyî „kerî“ û „refê“ bi
Tirkî, li heqî û rastiyê, yan jî li „nîv-heqî“ û
„nîv-rastiyê“ dane?
Duh bû(25.10.07), Ibo(mebest Ibrahîm Tatlises
wek helwest, ne wek stiran û huner), yê ku Kurd
xwe li ser dikujin, „kurdên terorîst“ şermezar
kirin, û bernameya xwe(Ibo Show) di a-tv ê de,
da rawestandinê, çimkî, „dilê wî, bi nûçeyên
şehîdên wî“, yên 100% Tirk re, „dişewite“.
Pevçûnên Tirkan û Kurdistanên penaber, ku îro li
Ewropayê(bo nimûne, yên li Berlînê, ku di
31.10.07an de, bi navtêdana Tirkan, li gorî
daxwiyaniyên polîsên Elmanî, rû dan), wek
serencama kirîza di navbera Tirkiyeyê û Kurdan
de, rû didin, eşkere didin selimandin, ku şerrê
li ber devê derî(û pencerê jî), li gorî bîrewerî
û paşbîreweriya „Tirkên Tirk“ û „Tirkiyeya, ku
Tirkekî bi dinyakê, nade“, bixwe, di navbera du
siyaset, du nasname, du welat, du „dewlet“, du
Xweda, du hebûn, du helwest, û herweha „Tirkekî“
û „Kurdekî“ de, ye.
Li pey Tirkiyatiyê(ku her Tirkek bi dinyakê ye),
şerrê îro(û belkî yê sibê jî), di navbera Tirkan
û Kurdan, yan jî navbera „Ataturkçî“ û „Atakurdçiyan“
de ye.
Wate, îro ji „Tirkiyetçiyan“ re, qet ferq nake,
ku Kurdek „Berzanî“, „Apoçî“, „Celalî“, „Misliman“,
„Êzîd“, „Feylî“, „Şebek“, yan jî „Cihû“ be. Tenê
bese ku mirov „kurt û Kurmancî“ û „Kurd“ be,
daku herdu Tirkiye(Tirkiyeya şifqê + Tirkiyeya
destmalê), wî wek „dijminê komarê“ û „dijiminê
Ataturkê wê“, bi nav bikin.
Di vê xirecira hem bi Tirkî, û hem jî bi Kurdî
de, bê guman, ji nivîskariya bi kurdî, nayê
xwestin, ku gefan ne li „Tirkiyeya
humanperwer“(ku jêrdest e), û ne jî li Tirkên wê
bixwîne.
Ji Destên qelema bi Kurdî, nayê xwestin, ku „kînên
dîrokê“, di navbnera Kurdan û Tirkan de, ji nuh
ve, gurr bike.
Lê, bê guman, ji wan destan û ji wan qeleman,
nayê hêvîkirin jî, ku ew wek „Kurdên Tirk“, ji
Tirkên „Tirkiyetçî“, tirktir, Kurdan û
Kurdistanên wan(vê Kurdistanê yan jî wê
kurdistanê), li „gunehkarî“, „terorkarî“ û „sêdarê“,
bidin.
Di „wijdanê siyasetê“ de, „destekî humanîst“
dikare bibe „destekî terorîst“.
„Destekî şehîd, berxwedar û mafdar“, dikare bibe
„destekî dirêj, kujer, xirabkar, tawankar û
terorkar“.
Maf, dikare bibe tawan.
Sipî, dikare bibe reş.
Û xwîn jî, dikare bibe av.
Lê, nivîsandin, mîna ku Orwel ew li wijdan daye,
ji „nîv-destî“, ji „nîv-helwestê“, ji „nîv-mirovî“,
ji „nîv-mafî“, û ji „nîv-wijdanî“ û wêdetir e.
hoshengbroka@hotmail.com
|