
Hoşeng Broka
Li wir, ku berbang
diçin nehatinê
Herçiqasî Xelat Ehmed hewl daye ku „sebra xwe, ya li ber ciyan û
li ber parvekirinê“(R.9), „neqşên xwe yên dêrîn, yên ku hîn li bîra
cilika nimêjê û odeya sersom, tên“(R.7-9), „heyva xwe ya dêrîn, ya
li ber seravbûyînê“(11-13), „xwe, ya ji girî lawaztir“(R.18), „xwe,
ya bi porê xwe yê aşiqane, di awêneyan de, razayî“(R.24), „êvara xwe
ya sor ku ne dawî bû û piyala xwe ya li wir ku li dengê wî çûwibû“(R.52),
„xwe, ya ku di lêvan de, gul dida“(R.54), „xwe, ya ku toz ji
dîlokeke dêrîn dadiweşand“(R.56), „xwe, ya di sibeha xwe de,
dirêjkirî û haha ber bi pezkoviyan ve dihate ajotin“(R.61-72) û „tiştên
xwe, yên ku ew dispartin bîreweriya wan a herî destpêkane û diçû
razanê“(R.71), herçiqasî Xelat hewl daye ku wan helbest û helbest,
li jêr navê „çarikên berbangê“, „diyarî xanedartirîn dilê Dêrikê ku
Muhemed Emînê Elî ye“, bike jî, lê pircaran „Berbangên Xelat“, mîna
ku ji mijê heta bi mijê, ji bendemanê heta bi bendemanê û ji „Dara
Mirazan heta bi Dara Mirazan“ bin, êş û êş diçin nehatinê.
Ji „Ava Mezin“ heta bi „Xerîbiya mezin”, Xelat hewl dide, ku
berbangan, mezin, di gavên „xanedartirîn dilê Dêrikê“ de, hişyar
bike.
Ew, daku mezin neçe xerîbiyê(R.20,22,32,77,82), mezin neçe
jibîrkirinê, mezin neçe gombûnê(R.8,9,20,28,29,59,78), mezin neçe
gîrokirinê, mezin neçe „aliyên girtî“(R.77), mezin neçe „şewatan“(R.
76,79,80), mezin neçe sînoran(R.82), mezin neçe „Bakurê nebûyî“(R.83)
û mezin „mîna gulekê di pirtûkên gerhokan de, zuha nebe“(R.77), ew
destên xwe ji nimêjê ferehtir, ji berbangan re, daku mezin werin,
vedigire.
Xelat Ehmed ku „li ser milên wê, yên kovî/ gundên bakur û dîlokên
paleyan/ bîna xwe vedidin“(R.17), destên xwe, mîna du efsaneyên
hişîn di bendemana berbangan de, dadiçikîne.
Li wir, ku xerîbî mezin e, libendemana berbangan ku diçin nehatinê,
hîn mezintir e.
Li wir, ku „hêlan vala ye”, ku ew(Xelat) “ji girî lawaztir e“, „dengê
wî“, „ba“ û „ew“, mezintir, wek xerîbiya navên xwe, diçin xewn û
bêrîkirinên mezin, ku berê wan, mîna „berbangên ku ji mijê heta bi
mijê ne“, her li nehatina mezin e:
Hêlan di bexçe de, vik û vala ye,
û ez ji girî lawaztir im.
Herdu destên min vala ne,
dengê te,
ba
û ez,
em bi xewnan bêrîkirinên xwe radipêçin,
xerîboooo.(R.18)
Berbang çi bin çi nebin, werin yan herin, berê wan li hatinê yan jî
li nehatinê be, Xelat Ehmed ji wan naweste, ku wan helbest û helbest
bibe navê yarê xwe; ji wan naweste, ku wan beşdarî „semaya derwêşan“
û „nimêja xwe ya vik û vala“ bike; û ji wan naweste, ku wan(ku nayên),
nimêj û nimêj(ku xir û xalî ne), sema û sema(ku ji derwêşan heta bi
derwêşan e), ji „sîha yarê xwe, ku dê negihe“, biçine:
Di vê geryana bêdeng û dirêj de,
di vê semaya derwêşan de,
di vê nimêja min,
a xir û xalî de,
dê negihe min
sîha te.(R.25)
„Sîha“ yarê Xelat, ku berê „nimêjên wê yên xir û xalî ye“, ne tenê
nayê û derwêşan ji semayê heta bi semayê, dibe karnevala bendemanê;
ne tenê nayê û geryanê, bêdeng dihinêre dirêjkirinê, lêbelê ew nayê
û sîha wê(Xelat, ku dengûbasên wê sîhê dîrok dike) bixwe jî(wek
tevlîhevbûyîna herdu navan), tevlî nehatin û dûrbûna xwe dike û di
wê nehatin û dûrçûnê de, „bajarê ku dane pişt xwe“, nivişt û nivişt,
li ser gera li xwe, hişyar dikin:
Mîna ku tu êş bî,
bi hemî niviştnameyan
ji te re pistepistê dikim,
em, bi hev re, derbasî tayê dibin,
û bajar didin pişt xwe,
ku li sîhên me bigere.(R. 21)
Berbangên ku „wlatê Xelat yê mezin“, „Ava wê ya mezin“ û „yarê wê yê
mezin“, ji wan heta bi wan in, berbangine weha ne, ku ji wan „xir û
xalî“ tên.
Ew berbangine weha ne, ku ji wan û pê de, talanek namîne, ku têra
belavbûna navê Xelat bike.
Ew berbangine weha ne, ku ji wan û pê de, „nazenîniyek“ namîne, ku
têra rabûn û navtêdana xwîna wê bike:
Ku berbang ji te,
xir û xalî,
digihin,
ne talanek dimîne,
ku ez tê de, belav bibim,
û ne jî nazenîniyek dimîne,
ku ez ji wir,
nav di rabûna xwe bidim.(R. 26)
Berbangên Xelat Ehmed, wek ku „xirûxalîtiya wan” ji “welatê mezin,
yarê mezin û Ava Mezin, yên ji bendemanê” dibêje, ne mîna hemî
berbangan, pêrgî nişteciyên xwe tên û ne mîna hemî berbangan jî,
navên wan û navên xewn û omêdên wan, bi “hatinên xwe yên xir û xalî”
re, dibe kamilbûn û tekûziyê.
Berbangên ku li vir(ji kêmanî, li ser asta vê xwendinê) ji çarikan
nayên der, wekî xwe diçin nişteciyên xwe û wekî xwe jî, ji wan tên û
Xelat Ehmed jî wekî xwe „rûyê di mista destan de, jibîrkirî”(R.8),
“dengê ku li ser zendan, xang jê diçe”(R.8), “lixwemikurhatinên şînê
liherik”(16), “gundên bakur û dîlokên paleyan, ku bîna xwe li ser
milên kovî, vedidin”(R.17), “siyên bajarên xerîb”(R.20), “nimêjên
xir û xalî”(R.25), “laşê bi pezkoviyan mişt”(R.32), “eşqa heta bi
Evdalê Zeynikî yê wê stiranê”(R.34), “Awêneya ku ew tê de, digiha”(R.38),
“dastana himbizbûnê”(R.52), “zemîna ji nexşeyan gom”(R.77) û “navê
xwe yê ji navê wî gom”( R.8,9,20,28,29,59,78) û gelek tişt û
niviştên din, Xelat hewl dide, ku wekî adeta “destên xwe yên ku
demsal di wan de, dizên”(R.28), berbangan ji wan bibe wan.
Berê berbangan li hatinê yan jî li nehatinê be, berbang derengî wê
bin yan jî ew derengî berbangan be, berê Xelat Ehmed, ku “sêvan li
xwe dike” her li bendemaneke esih û rawestgeheke esih e, ku têra
ramûsaneke bilez û esih bike:
Mîna ku belkî were bala te,
ez dê sêvan li xwe bikim
û qista tirênan bikim.
Bendeman hetanî şeşan,
vê carê, bê feyde ye,
û porê min yê dirêj,
wê têra ramûsaneke bilez,
di qorzîkekê ji rawestgehê de, neke.(R.68)
*Amaje: Pirtûka helbestvana Kurd Xelat
Ehmed ya li jêr navê “çarikên berbangê/Tiryaq” ku bi zimanê erebî (cih
û dema weşanê ne diyar in) derçûye, wek çavkanî, ji bo deqê vê
xwendinê hatiye bikaranîn.
hoshengbroka@hotmail.com