rojava@rojava.net

 
   


Daxuyanî

rojava.net 02.11.2005

 


 

Qedexekirina derketina derveyî welêt û veguhestina cihê kar: Rêcîma Sûriyê rojnamevan Farûq Hecî Mistefa û hunermend Enwer "Dijwar" Naso bo helwestên wan ciza dike

Elmanya, 01.11.2005

Di heftiyên dawî de rêcîma Sûriyê careke din rastiya xwe ji raya giştî re çespand û aşkere kir ku ew qet nikare bîr û baweriyên cuda qebûl bike.
Piştî ku gelek nivîskar û rojnamevan raserî kiryarên çewisandin û pinpêkirina mafên bingehîn bûn, vê carê rêcîma Sûriyê bi derxistina du biryarên ne mirovan e rojnamevan Farûq Hecî Mistefa û hunermend Enwer "Dijwar" Naso ji xwe re kirin armanc û ew bi sedema çalakbûn û derbirîna bîr û baweriyên xwe ciza kirin.

Rojnamevan Farûq Hecî Mistefa bi qedexekirina derketina derveyî Sûriyê hate cizakirin.
Hunermend Enwer "Dijwar" Naso bi veguheztina cihê karê wî ji bajarê Amûdê bo gundê Sfeya nêzîkî bajarê Hesekê hate cizakirin.

Rojnamevanê kurd Farûq Hecî Mistefa di gelek rojnameyên erebî de dinvîse û ew bi taybetî jî wekû hevkarekî rojnameya EL MUSTEQBEL ya libnanî naskiriye. Piraniya nivîsên F. H. Mistefa derbareyî kurdan û rewşa wan in. Ew di dema dawî de li başûrê Kurdistanê bû û ji wir gelek nivîs weşandin.
Piştî vegera wî ji başûrê Kurdistanê wî jibo karê xwe ê rojnamegerî xwest biçe Libnanê. F. H. Mistefa ji ser sînorê Sûriyê-Libnanê hate vegerandin û derbareyî biryara li dij wî hate agehdarkirin.


Hunermendê kurd Enwer Naso, ku bi navê Dijwar Naso jî tê naskirin, di nav kurdan de wekû hunermendekî û herweha çalakvanekî siyasî rexnegir naskiriye. Ew yek ji damezirênerên serekî yên Koma Urkêş ya hunerî ye, ku di nav kurdan de, nemaze kurdên Sûriye xwedî navekî xuya ye. Di dema serdaneke hin ji birêvebirên parêzgeha Hesekê bo bajarê Amûdê, E. Naso pir bi aşkere rewşa bajêr û xelkên wî û çewisandin û zordariya ku bi taybetî piştî 12. Adara 2004ê li wan tê kirin, anî zimên. Ev helwesta E. Naso bû sedema gef û çavsoriya ji hêla rêcîmê ve û di encama vê yekê de cihê karê wî bi zorê hate veguheztin.

Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve (HRKRD) van kiryarên rêcîma Sûriyê li dijî rojnamevan Farûq Hecî Mistefa û hunermend Enwer Naso şermezar dike û wan wekû binpêkirina mafê derbirînê destnîşan dike.

Helwestwergirtina hemberî çewisandin û zordariyê, her dem ji hêla rêcîmên diktator bi tundî tê cizakirin, rêcîma Sûriyê niha vê rastiyê careke din diçespîne.

Li gorî karîn û derfetên xwe wê (HRKRD) pirsa çewsandin û pinpêkirina mafên rewşenbîrên kurd bigihîne dezgehên biyanî ên têkildar û ew dê bi wan re têbikoşe bo rêcîma Sûriye dest ji van kiryaran berde.


Komîteya Ragihandinê ya Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve (HRKRD)
 


 

 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin