Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

02 October 2007 12:51

 


Xelat Ehmed

 

 

Derbasî ronahiyê, yan jî tariyê

Xelat Ehmed

Heta newqê di axê de dinalî
tagirtî di pirsan de
di sermê de dilerizî çirsînê
li bendî hatinê.

Dirêjî zendan diweşî
di peyvên guherok de
şopî tîrêjan
û
diweşî.

Hinga hêviyê
dipelî deriyan
diqelişî serûkên gomanê
çikandî hewar te dibe
korik dişêlim dengê te
wexta em bihtir.

Rubarî giriyanê
gencilî firê
diarim xewna himbêza te
nalîna te dikim
heman rojava.

Vane li vir in
hemiyên dibêjin
Derbasî ronahiyê
yan jî tariyê
te li te gêj dikin
û alî li çerxê
li ber pala te
ji xwe bihtir im.

Ji tenêbûna xwe piştrast
dixiritim tariyê
tilûreke bizdayî di dilê min de.
guvîna xwînê
dehif didim te.


Dilê min yê tên
ji stiranan ketiye
bayê di bêrîkirina min de kor
li êşê miqate ye.
devê tenêbûnê tije girî dikim
û xwe li hatinê.

Laşê min yê lal
di xewna xwe de
ji dengê te re
bexçe bexçe
diguvîne.

Banakim kesî
ne jî hewaran didim der
dilşkestî û xumar
li te de
rûdinim.

Destê te li ser pelqînê
li bistebûna min dikenî
tayên bukikan
dispêrî kurbûnê.

Min ji zu ve negotiye sibeha we bi xér

Subeha we bi xér







 

 

                                                                 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1