Cerkî ku Dr.Beşar Elesed ji sala 2000 î de
serdariya Sûriyê dike, pir dezgeh, rêxistin
û eniyên rikberî li dijî rêcîma Sûriyê li
hundir Sûriyê û li dervayî Sûriyê ava
bûne.Wek nimûne ji yên hundir Sûriyê "Ragîhandina
Şamê" bi hevparbûna beşekî mezin ji tevgera
kurdî li Rojavayê Kurdistanê di 16.10.2005
an de hatiye damezrandin, tevî me gelek
kêmkasî di daxûyaniyên wan de dermafê gelê
Kurd de dîtin, lê dîsan me "Ragîhandina Şamê"
bi gaveke erênî nirxand.
Lê vê carê eniyek din bi navê "Eniya
rizgariya niştimanî" li dervayî welêt bi
seroketiya cihgirê serokê Sûriyê yê reviyayî,
Ebdil Helîm Xedam bi alîkariya çavdêrê giştî
ya "Civata mislimanên bira" Elî Sedir
Elbeyanonî û bi beşdarbûna siyasetmedarê
Kurd Selah Bedireldîn di 17 avdarê, sala
2006 an de li Biroksilê paytexta Belçîka
hati bû ragîhandin û vê" Eniyê" kongira xwe
ya damezrandinê di rojên 4-5 .06.sala 2006
an li Londinê lidarxisti bû.
Dîsan vê( Eniya Xedam ) kongira xwe ya duhem
di rojên 16-17.09 sala 2007 an de li Berlînê
girêdan..
Di sereta de em dixwazin bêjin ku avakirinên
"eniyên rikberî "ji bo pêkanîna dêmokratiyê
li her welatekî rewa ne û ewanan pêwîst in
li ser binaxeke giştî û li hevkirî werin
avakirin. Lê pirsa herî mezin ew e ku kî bi
kê re "eniyan" çê dike?, û evan "Eniyan" çi
careserkinên nû ji pirsgirêkên kevin re li
welêt di piroje û rêbazên xwe yên siyasî de
pêşkêşî gelên xwe dikin ?
Ev herdu siyasetmedaran, Ebdil Helîm Xedam û
Elî Sedir Elbeyanonî damezrênerên "eniya
rizgariya niştimanî " yên sereke ne. Her
kesek ji me zane ku Ebdil Helîm Xedam hîn
hevalê serokê Sûriyê yê berê Hafiz Elesed bû,
para wî di destladariya Sûriyê de pir mezin
bû, ango ewî tu cariî nizanî bû ku dêmokratî
û serbestî çi ne ? ewî bi dehên salan di
rêvebiriya partiya "Bes" de ya ku bi
riçperestî û şovînîstiya xwe ta niha di
dîroka tevgera siyasî de nasdar e, xebitî
ye.
Piştî ku H.Elesed mir, diyar bû ku serokê nû
Dr.B.Elesed û bi layingirên xwe ve tu
giringî nedidan E.H.Xedam û hêdî, hêdî
destên wî di rêvebiriya dewleta Sûriyê de
kurt bûn, nirînên E.H.Xedam yên cuda tu carî
ji civaka siyasî re ne bi dizî û ne jî
eşkere ne hatibûn diyarkirin. Di rastiyê de,
ew di biryarên dewleta "Bes" de herdem bi
çalakî beşdar bû.
Piştî ew bê hêvî dimîne, ew direve Ewropa,
vêca li vir xwe mîna rikberê dewleta Sûriyê
dide xûyakirin, bê guman jî, li gorî
texmînan perên wî bi Bilyonan di Benkên
ewropî de henin….Bi kurtegotinekê E.H.Xedam
di vê "eniya rizgariya niştimanî " de
nûnertiya şepêla erebperestên nijadperest
dike û weke me gotiye, ew bi ser vê de jî
hîn xawên dîokeke tarî ye .
Elî Sedir Elbeyanonî mosliman, erebperest û
riçperest e, partiya wî jî mîna partiyên din
olperest û erebperest ta niha naxwaze bi
gelê Kurd û bi welatê Kurdan yê di nav çar
dewletan de hatiye parvekirin, nas bike.
Lê di vê dema dawiyê de li gor heyama siyasî
ya nû, ev herdu şepêl û li gor hin
berjewendiyên hevbeş têkeliyên xurt bi hev
re ava kirin, bi ser vê de jî ewanan
dixwastin bi tevgera kurdî li Kurdistana
Rojava û li dervayî welêt bikin û hîn jî bi
awayên xwe yên taybetî berxwe didin, lê di
encama bizava van herdu şepêlan de,
siyasetmedarê Kurd, Selah Bedir Dîn jî mîna
kesayetiyeke serbixwe dibe hevalê van heru
şepêlan.
Zayina "eniya rizgariya niştimanî " bi
serpereştiya van her sê navên jorîn ji ber
van sedemên jêrîn dengvedanek, ne cihê pesnê
di nav hêzên dêmokrat û gelê Kurd de çê kir.
!-Dîroka kesayetiya Ebdil Helîm Xedam û
ramanên wî yên besperest.
2-Helwesta neyênî ya "civata mislimanên bira
" li hember mafên gelê Kurd yên rewa.
3-Selah Bedir Dîn mîna kesayetiyeke serbixwe
nikane bibe dengê gelê Kurd li Rojavayê
Kurdistanê.
4-Ne beşdarbûna partiyên kurdî yên sereke di
hundir vê "eniyê "de .
5-Ne beşdarbûna hêzên erebî dêmokratîxwaz.ji
Sûriyê.
Li gor ku em belge û daxûyniyên vê "eniyê"
dişopînin, ta niha em gihane van encamên
jêrîn.
"eniya rizgariya niştimanî"bersiva vê pirsa
xwe," projeya niştimanî ya guhertinê çî ye?
" bi vî awahî dide; armanca niştimanî ya
guhertinê avakirina Sûriyê mîna dewleteke
şaristanî û nûjen e, ew dixwaze bi aştiyane
desthilatê bi dest xwe ve hûne, û ewê (pirojeya
guhertinê…) dê hemwelatiyê bike bingeh ji bo
maf û erkan…."
Bê guman her kesek dêmokratîxwaz û
mirovperwer dixwaze hemû dewletên cîhanê
bibin dewletên bajarvanî û nûjen, armanca me
jî ew e ku Sûriyê bibe komareke nûjen, rêzê
li yasa û destorên navnetewî bigre, lê
pirsgirêka herî mezin ew e ku gelek partî,
rêxistin, dewlet li cîhanê henin ku her yek
ji wan fîstana dêmokratiyê û nûjeniyê li
gorî bejna xwe dibire û wê li xwe dike, wek
nimûne, pir caran hevalên Ebdil Helîm Xedam,
mîna serokê Sûriyê yê berê û yê niha jî,
nirîna jorîn ji raya giştî re çespandine.
Dêmokratîxwazên resen û nameze nûnerên
tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi
çavên zor pêgumankirî li pêşeroja fîstana
dêmokratiya E.H.Xedam û Elî Sedir Elbiyanonî
temaşe dikin.
Ji ber ku ev herdu şepêlên jorîn pir mixabin
weke pir hêzên erebperestên şovînî nikanin
Kurdên Kurdistana Sûriyê mîna mileteke
serbixwe û xudan erdeke dêrînî bipejrînin û
hîn nûh û li gor dêmokratiya xwe dixwazin
gelê Kurd weke kêmnetewekê li Sûriyê bibînin…,
vêca em nizanin avakirina Sûriyeke nûjen û
şaristanî li ku derê ma? Ma gelo şaristanî,
gelan dipêşêve ? lê dîsan E.H.Xedam û
E.S.Elbeyanonî li gorî xwe jî peyva
şaristaniyê şirove dikin ??? Ne xêr, li gorî
em dibînin ku peyva şaristanî mîna pir
peyvên din,( gel, netew, dewlet, dêmokratî,
azadî, mafê çarenûsî, welat )û h. w. d.
peyveke zanistî ye, pêwîst e wateya wê li
hemû welatan mîna hev bin, eger ne weh be,
dê tu astengî yan kêşe li cîhanê çareser
nebin…
Dîsan di bersiva pirsa jorîn de bi vê wateyê
hatiye; ku dewleta E.H.Xedam û Elî Sedir
Elbeyanonî ya nûh dê ne hemdem xwe li ser
destura sala1950 hilpesêre.
Hemû siyasetmedar û ronakbîrên Kurd dizanin
ku mafê gelê Kurd yê dadmend di wê desturê
de jî ne hati bû terxandin û gelê me hîn di
wê demê de bindest bû û ji mafên xwe yên
netewî bê par bû .Li vir em dîsan ji
nûjentiya E.H.Xedam û E.S.Beyanonî matmayî
dimînin û herweha jî em dixwazin ji wan pirs
bikin; ji bo çi "eniya rizgariya niştimanî "
naxweze destureke nûh pêşkêşî gelên Sûriyê
bike ? .
Di Daxûyaniya dawî ya kongira damezrandinê
de weha hatiye;"partiya Bes yek ji
qorbaniyên rêcîmê ye .."ji ber vê jî "eniya
rizgariya niştimanî "bang li besiyan dike ku
ewanan xwe tev cemawerê gel bikin, ta ku
Sûriyê ji rêcîma zordar rizgar bibe …" , her
dîsan divê setemkariya ku li hemwelatiyên
Kurd bû ye, ewên ku bi me re di welêt û
çarenûsiyê de hevbeş in, divê ew zordestî ji
holê rabe û pêwîst e encamên wê setemkariyê
jî di çareçewa yekitiya niştimanî û mafên
hemwelatiyê de werin çareserkirin…"
Ji van gotinên daxûyaniyê de rind diyar e ku
Ebdil Helîm Xedam hîn li ser rêç û ramana
Mîşîl Efleq û Zekî Elersozî diçe, tevî ku em
hemû dizanin ku partiya Bes bi seroketiya
Dr.B.Elesed serdariya dewletê dike, lê hîn
ew bê dudilî dixwaze partiya Bes li Sûriyê
xurtir bibe, lê bila vê carê jî, dewleta
Sûriyê bi seroketiya wî be û li ser rêbaza
partiya Bes be. Em bawer dikin ku rêbaza
partiya"Bes" bi naveroka xwe ya nijadperestî
û kevneperestî di qada siyasî de pir zelal
e. lê Ebdil Helîm Xedam dîsan dixwaze çerxa
demê şunde bizivirîne .
Em gelek kes dixwazin ji wî û ji kesên mîna
wî re bêjin, çi cidabûn di navbera wan û
serdarên Bes li Sûriyê de henin, ma ne hûn
hemî besîn e ?? Ma ne partiya Bes pirtirî 40
salî li ser textê dewletê yan li ser singê
gelê xwe danîştiye ??? Vêca ev keftûlefta
wan û yên bi wan re digrin, dê ta kîjan
radeyê bi encamên erênî bin ? Nemeze em ta
niha nabînin ku ewanan bi çavên rexneyî li
partiya xwe temeşe kirine……!!!!
Di naveroka daxûyaniyê de hîn bi vê wateyê
hatiye nivisîn " eniya rizgariya niştimanî"
ji dezgeyên asayşê û bi taybetî ji efseran
dixwaze ku ewanan bi berpirsiyariyeke
niştimanî û sincî hest bikin, bila ewanan
fermanên destên gemarî bi cih nînin …,û
berdewamkirin di vî karî de, yanê ewanan di
tawanbarên rêcîmê de hevbeş in .." Bi rastî
em li vir komêntara xwe pir dirêj
nanivisînin, lê tenê emê bêjin, belê, kî
fermanên serdarên gemarê û zorker bi cih
bînîn, yanê ewanan jî tewanbar in, lê eger
Ebdil Helîm Xedam bi dehên salan di vê
rêcîmê de serdar, xawên biryar û ferman bû,
yanê ewa bê hestên niştimanî û sincî bû û
tewanbarê gewre bû, eger ne weha ba, çima
ewî dikanî ewqas salên dirêj li ser sîngê
miltê Sûriyê rûnişta ??!!
"eniya rizgariya niştimanî " li hebûna
kêşeya kurdî li Sûriyê pir nizim temaşe
dike, wek nimûne; navê Kurdan mîna miletekî
serbixwe di daxûyaniya kongira damezrandinê
de(4-5/6.2006 nehati bû, herweha jî
E.H.Xedam di peyava xwe ya di wê kongirê de
xwendiye, gotina "Kurd" jî ne ji dur û ne ji
nîzîk anî bû zimên.
Erê, Elî Sedir Elbeyanonî di cihekî de weha
gotiye;" pêwîst e gelê Kurd li Sûriyê hemû
mafên xwe bibe, lê ew vê gotina xwe bi
zelalî ronî dike û dibêje; lê divê hemwelatî
bingeha mafdestxistinê be ….". Ew hîn dibêje;
mafê her netewekê ye li Sûriyê ku rola xwe
mîna yên din li welêt hebin û ji mafên van
kêmnetewan e ku taybetmendiyên xwe bi ziman,
çand û dîroka xwe derbibirin .. , bila
zimanê wan di dibistanên wan de werin
xwendin ….,û em li dijî perçe bûnê ne .."
Eger em dîsan kûr li peyvên Elî Sedir
Elbeyanonî jî binêrin, dîsan ji me re gelek
ronak e ku ew bi peyv û bêjeyan dilîze, û
naxweze ku gelê Kurd li Kurdistana Rojava
mafên xwe mîna neteweke serbixwe bistîne, û
ew mafên Kurdan li ser bingeha hemwelatiyê
diçespîne..
"eniya rizgariya niştimanî " mîna hemî
erbeperestên nijadperest naxwaze dîroka gelê
Kurd ya kevin û ya nûh nas bike, yan jî ewa
bi mebest û armancên xerap mêjoya gelê Kurd
bincil dike, û rola hevpeymana Sayiks –Pîko
di sala 1916 an de di dabeşkirina Kurdistanê
de nabîne .
Piştî ku "eniya rizgariya niştimanî "
kongira xwe ya duhem li dardixe, ewa di
daxûyaniya dawiyê de dibêje; gelê Kurd li
Sûriyê bi me re di welêt û çarenûsiyê de
hevpar in …"lê dîsan ewê "eniyê " di bernama
karê xwe ya duhatî de weha dinivîse; "divê
di destura dewletê de rêdan ji hemwelatiyên
Kurd re hebe ku ewanan çanda xwe bi kar
hûnin û mafê wan hebe ku zimanê xwe di
hînbûn, ragîhandin û çandinê de pêk bînîn…mafên
xwe yên siyasî di çarçewa yekitiya niştimanî
de bi kar hûnin.."
Bi nirîna me "eniya rizgariya niştimanî " bi
mebest xwe dixe hevdijiyê, ango carekê ewa
dibêje; "hemewelatiyên Kurd " û careke din
dibêje; "gelê Kurd"ta ku di pêşerojê de li
gor ramanên xwe bi van gotinên jorîn bilîze..
,lê ewa dîsan xaleke pir tirsdar di
daxûyaniyê de gelek bi ronahî diterxîne û
dibêje;"çespandina nasnama şaristaniya erebî
û îslamî yên gelê Sûriyê…"
Em ji vê hevokê weha têdigînin ku nasnama
netewî ya gelê Sûriyê, erebî û îslamî ye…"vêca
em nizanin; kanî şaristanî û nasnama gelê
Kurd li kuderê dimînin ??? Ma gelo ev ne tê
vê wateyê ku "eniya rizgariya niştimanî "ji
niha de bi çarenûsa gelê me dilîze û ewa
berxwe dide ku bi hin gotinên xwe yên ne
zelal nexwaşiyên ramanên xwe bi awakî ne
hemdemî pirspan bike, lê em pir rind bawer
in ku siyasetmedar û ronakkbîrên gelê Kurd
bi van lîstok û tektîkên nijadperestan nayên
xopandin û dê ewanan bi çalakî çi li hundir
"eniyê" çi li dervayî "eniyê" li dijî van
hevok, peyvên dijberî hev bixebitin û vîna
gelê Kurd ya rastîn derbibirin.
Em dikanin di sebaret helwestên"eniya
rizgariya niştimanî " de li bermberî
dewletên dirawsê mîna Libnanê, Îraq Îsraîl,
Felestîn, Îran bêjin, ku ewanan bi piraniyên
xwe helwestên erênî nin, baweriyên wê li li
nik me bi awakî gelemperî ne cihê rexnê ne,
tenê em dîsan di vê gumanê de ne ku "eniya
rizgariya niştimanî" helwesta xwe li ser
kirîza Îraqê ne ewqas zelal dide diyarkirin,
ewa dibêje; "pêwîst e xwîn li Îraqê ne
herike û bila Îraq yekitiya xwe niştimanî li
gel erdê û milet ve vegerîne .." Di vir de
vepirsîna me ev e; ma çima xaka Îraqê niha
ne yek e? Ma niha komara Îrqaê ne fêderal e
..?? Lê ewa " enî "dixwaze bêje; ku Kurdan,
Îraq perçe kiriye û destlata wan cida ye!!??
. Bi rastî divê mirov li ser van peyvên "eniyê"
bi hurgilî raweste, çimkî ev herdu şepêlên
damezrêner ne ewqas cihê baweriyê ne. Li
aliyê din, em jî li dijî şerê navxûyî ne û
bi tundî jî karên têrorîstî û layingirên wan
şermeze dikin, em piştvaniya komara Îraqê ya
fêderal dikin. Lê dîsan têbîniyeke me din
giring û balkêş li ser helwesta " eniyê "
derbarê têrorîstên Usame bin Ladin û
destdirêjiyên hin dewletên dirawsê heye; ewa
"eniyê" di belgeyên xwe de rîxistina "
Elqaîde ". û dûvkên wê yên ku roleke pir
mezin di xwînherkandina gelê Îraqê de
dilîzin, ne cersandiye, lewra jî em guman
dikin ku siyaseta "eniya rizgariya niştimanî"
ji bilî Kurdan û siyaseta hin dewletên
mînaTurkiyê, Îranê û Sûriyê rastî hev hatine
û helwesteke hevbeş neyênî di wan de peyda
bû ye .
Piştî ku me bi kurtî wêneyeke siyasî ya vê "eniyê
" pir ji çavên xwe ve nîzîk kirin, û me hemû
nirînên wê yên neyînî dîtin, dîsan em
dixwazin ji xwe û ji hemû Kurdistaniyan pirs
bikin; eyan eger siyasetmedarên Kurd di nav
hêzên weha kevneperest û nijadperest de
têkoşînê bikin yan na ! ?????
Li gor nirîna me, her miletek, yan her
tevgerekê taybetmendiyên xwe henin, heyam û
rewşa siyasî ya ku gelê Kurd ku tê de dijî,
pir dijwar û nemaze ye. Miletê Kurd bi
sedsalan bindestî dîtiye û hîn jî li sê
beşên din setemkariyê dibîne, piraniyên
hêzên miletên serdest jî li ser kêşa kurdî û
mafên gelê Kurd yên rewa pir zû bi nirînên
destladarên dewletên xwe re dibin yek. Di
vir de em pir caran cudabûnên mezin di
helwestên serdarên van dewletan û hêzên
rikber dermafê gelên bindest de nabînin,
nimûneyên me jî gelek in; eger em tenê li
hundir Sûriyê temaşe bikin, dê pir mînakên
geş werin ber çavên me, kanî em li bername û
rêbazên mîna van partiyên jêrîn temaşe bikin,
hemû partiyên komonîst li Sûriyê, hemû
partiyên nasrî li Sûriyê, hemû dezgehên
bajarvanî li Sûriyê û sed carî mixabin hîn
naxwzin bi nirînên nûjenî û dîrokî li gelê
Kurd binêrin, hîç partiyek ji van partiyên
jorîn naxweze Rojavaya Kurdistanê di çarçewa
Sûriyê de bipejrîne, lê ewanan xwe ji
partiya destlatdart baştir dibînin û bi navê
dêmokratiyê, azadiyê û mirovperweriyê
dipeyvin û di vê dema dawiyê de ewanan li
gorî hin berjewendiyên xwe pir dixwazin bi
tevgera kurdî re diyalogan bikin, vêca eger
em ji diyalogan birevin, danûstandinê li gel
wan nekin û dîroka miletê xwe, armancên gelê
xwe, mafên gelê xwe bi şêwakî zanistî bi
hulmên berferh bi berxwedanên pîdarî ji wan
re nedin xûyakirin û doza xwe bi wanan hêdî
hêdî nepejrînin, yanê em bi xwe deriyên
danûstandinan bigirin, ew tucarî ne li gorî
sud û kêrhatiyên gelê Kurd e.
Bi wateyeke din dixwazim weha vepirsînekê
bikim, ma gelo, eger partî, yan rêxistinên
erebî bi tewawî yan bi tomî piştgiriya doza
me nekin, kanî em çi bikin ? Mal li pêş
tevgera me ji bilî diyalog û danûstandinan,
rêkên din henin ?
Almaniya,30.09.2007
.