Ji pakrewanên 14ê Tebaxê re di (Gir I'zêr
û Sîba Şêx Xidir) de gurzek beybûn ji evîna
xwe diyarî wan dikim..
Çiyayê birîndar
Çendî dem û qonax bihurî ne,
hîn jî evîna me
ji parastina te şermezar e..
Hîn xumava* pênûsa min sor e
û zimanê ken zilindar e..*
Çemek peyv
tîbûna tiliyên min têr nake..
hinarên derdên te tije pirslibin,
êdî çawa,
serdana kaniya pirsên birînan bikim.?
Kurê te me,
bejna te ya bilind
bi rengê dilê min xemilî ye..
Bahozên kînê,
kengî vîn û arama min
ji hêza wan dihejin?
Erê çiyawo!
Asîmanê şîn û spî
bergê dîroka min e..
Cîgirtiyo!
dizanim nalebitî,
va têm şevbuhêrkên dilêriya te..
dîsan bi çîroka (Lib hinarê) min aşt bike.!!
Bihêle şikeftekê di zikê Gur de vekim,
"Destûra cengelê"*
ji hişê hovan cuda bikim..!!
Hoy mirinê,
jînê!
Xwîna lalereng
kulîlkên jiyanê av didin..
kevirên laleşa pîroz
bi tîpên evîniyê bi nav dibin..!!
Hoy mirinê!
Seyrana te li çiyayê me şûr e
Çivan li çiman dike
û buharê di qontarên şahiyê de zer dike..!!
Dilê me veke,
ne gor e..
Eger sîwana te moxil be,
berberojkên awirên me,
kilîtên pencera girtî ne..!!
Li ber pencên kuştaran
û di badeka werîsê sêdaran de *
sawa siya şehîdên me jî jîn e..
27/9/2007
xemcivin@hotmail.com