Amed Tîgrîs
Ez dixwazim piçek li ser rastnivîsandina peyvên gîhanek û li gel wan
peyvan bikaranîna bihnokê(,) rawestim. Gelo di zimanê kurdî û
hînd-ewropî de mirov dikare piştî an jî berî gotina gîhanekî îşareta
bihnokê (vîlgulê) bi kar bîne? Di van demên dawî de dema mirov bala
xwe dide çi nivîsarên ser kaxez û çi jî yên înternetê, dibîne ku
gelek nivîskar piştî an jî berî peyva gîhanek îşareta bihnokê(,) bi
kar tînin. Ez dixwazim di vî warî de pêşî çend nimûne bidim û
peyvên gîhanek û îşareta bihnokê bi rengê sor binivîsim ku pirsgêrek
baş diyar û zelal bibe.
”Beşdaran, bal kişandin ser wê yekê
ku,
heya niha hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê pêwîstiya tê xwestin
nedaye potansiyela rewşenbîran a li diasporayê heye, ev jî weke
kêmasiyekê hate dîtin.”(www.Avestakurd.net)
”Bi van hemû rengan re, çandeke “underground”
,
ango
binax jî bingeheke bi serê xwe danî di dîroka çandî ya gerdûnî
de....”
“Xwediyê şirketê Mehmet Aktaş da zanîn
ku,
cara yekem e, fîlmeke kurdî bi rêya şirketeke kurd, bi awayeke
organîze tê belav kirin.” (www.Amidakurd.com)
“We bi xwe jî dîtiye, wêneyên Ahmedê Xanî yên temsîlî hatine
nexişandin, her yek bi awayekî ye, hin pîr in, hin esmer in, hin kej
in,
lê
piranî bigoşt in, li ser xwe ne, tu yê bêjî xwîn ji hinarîkên wan
dipijiqin.” (www.netkurd.com)
“Rexneya sereke ya li rojnameyê ev bû ku nûçeyên siyasî tê de
zêde ne û ew nûçe berê di rojnameya rojane de derketine,
lewre
jî balê.....” (www.azadiyawelat.com)
”Alîkariya ku me ji wan divê ev e,
ku
bi qasî neh-deh rêzên rûpelek A-4 jînenîgariya xwe (otobiyografî)
xwe kurt binivisînin (çi sal li ku dera Silîvan hatiye dinyayê,
xwendina wî, pêbiliya wî û w.d), navên pirtûkên xwe yên çapbûyî
digel sal, çapxane, cî û weşanxaneyê binivisînin,
ku
şa'ir be yek-du şi'rên xwe yên ku herî diecibîne, çîroknivîs be
kurteçîrokek xwe ji redaksiyona me re bisînin.” (www.silivan.org)
“Bêyî ku ji bîr bikim, hatina kak Ahmet Zekî Okçuoglu ji bo
rojnameyê,
û
edîtoriya wî hêviyekê dide mirov,
ku
wê ev rojname bikaribe gavên xurt ber bi weşaneke serbixwe û
profesyonel ve bavêje,...” (www.peyama-kurd.com)
“Lê
belê,
Suleyman Demirel dibêje, gotina Recep Tayyip Erdoganî têt maneyeka
dî û ew jî hebûna miletekê cida ye.” (www.nefel.com)
“Pirsek ji te re: destê xwe deyne ser wîjdanê xwe û bersîvê bide:
eger tirkîya te ji kurdîya te çêtir be û eger tu di nivîs, xwendin û
axaftinê de tirkî hêsantir bikaribî bi kar bînî;
û
du nivîs werin ber te, yek bi tirkî ya dî bi kurdî, tuyê kîjan
bixwînî? Her wisa, eger hewce bike ku tu tiştek binivîsînî, tuyê bi
kîjan zimanî binivîsînî?” (www.rojava.net)
”Barzanî diyar kir,
ku
pirsgirêk tenê di navbera Sinî û Şîiyan de hene,
û
ne di navbera Kurd û herdu aliyên dî de.” (www.Amude.com)
“PNA- Zilmay Xelîl Zad balyozê Amerîka li Îraqê berdewam di
pêkolan da ye li gel serkirdên sîyasî yên Îraqê, ta li ser xalên
darvekirî rêkevin.
Li gor nûçeya ajansa Adem Êrlî cîgirê gotebêjê wezareta derve ya
Amerîka got pir zehmete bihête zanîn gelo Îraqî dikarin ta roja
Duşemê wate siba nivîsandina destûrê temam bkin yan na?,
çûnku
nakokî û cudayî li ser çend babeta di navbera wan de heye, eger na,
Îraqî baş zanin bedîl çîye.” (www.peyamner.com)
Dev ji yên din ber de hema bi tenê li ”ku” û li bihnokan binêrin bes
e. Hinek ji wan bihnokê dane pêş ”ku”yê û hinekan ji dane paş
”ku”yê. Çima? Ma ez çi dizanim, ji xwe re ji xwediyê nivîsan û
berpirsên malperan bipirsin bila ew bersiva we bidin. Dema em di
redaksîyona kovara Berbangê de bi hev re dixebitîn, Reşo Zîlan di
hin nivîsarên xwe de bihnokê dida pêş ”ku”yê. Tê bîra min, min bi
xwe careke jê pirsî bû.
”Kek Reşo çima tu carnan bihnokê didî pêş ”ku”yê û carnan jî nadî?”
Bi qasî ku tê bîra min bersiva wî weha bû:
Ku”ya ku piştî lêkerê were, ez bihnok didim ber û ya ku lêker tune
be nadim…”
Min pirsî:
Ma çi taybetiya lêkerê heye?”
Min heta îro jî bersiva wê pirsyara xwe negirtiye.
Wek ku hûn di van nimûneyên jorîn de jî dibînin, pirsgirêk ne bi
tenê ”ku”ye. Gîhanekên wek ”lê”, ”ango”, lêbelê”, ”bes”, ”hem”,
”an”, ”loma”,”lewre”, ”ji ber ku”,”çûnku”,” da ku”, ”û” û hwd. jî
hene. Ez dibêjim ne rast e ku mirov bihnok dayîne pêş an jî paş
gotinên gîhanek. Ji ber ku peyvên gîhanek bi xwe rola bihnokê
dilîzin û du peyv, nîvhevok û hevokan bi hev ve girê didin. Ma ”û”
bi xwe ne rol û ciyê bihnokê digre? Dema mirov îşareta bihnokê(,)
dayîne û piştre jî ”û” binivîse dibe du bihnok. Biwêjeke swêdiyan
heye ji karên weha dubare û bêkêr re; dibêjin ”paste li ser pastê.”
Di rastnivîsîna kurdî de dibe ku ev mijareke biçûk be lêbelê beloq e
û hema xuya dike. Di rastnivîsînî de rê û rêbaz û prensîpên giştî
pêwîst in. Weha bê ser û berî nabe. Hema kî çawa bixwaze û wek kêfa
dilê xwe binivîse, nabe. Divê malper, rojname, kovar, televîzyon û
radyoyên kurdî li ser pirsgirêkên rastivîsîn û bilêvkirinî rawestin
û gotûbêj bikin.
22.08.05
amed.tigris@amidakurd.com
Çavkanî:
www.amidakurd.com