Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

02 August 2007 14:42

 

Tirîfe doskî

 

Awazek şayirane

Tirîfe doskî

Bo bilind Mihemed
Çi herfên har in ji bin pertûkêt te derdikevin
Çend digerimin
Hindî te mezin in
Tu bixudî vî carî tiştekî bêy baruve binivîse.
* ** * *
Bo beşîr mizîrî
Her Mam werzî pêncê nehat.
* * * * *
Bo selam balayî
Li bin berçavkêt te de pexşaneke tijî nihênî xu veşartî ye.
* * * * * *
Bo diribas Mistefa
Kengî dihête guhêt te bêjine wê da ji cîhana xu ya aşupî bizivirî.
* * * * * *
Bo rîbwar Sîweylî
Hindî te dixwînim taze şunasa xudgem

* * * * *
Cule Hacî
Di nav baweşê şireke sermedî de di xeweke miz de tu nivîsitî.
* * * * * *
Hendirên Hemedemîn
Xuzî hindî şireka te bê şerm bam
* * * * * *
Îsmayil Berzincî
To le pest da dû car minit girîyand
Carêk bo to û samall
Carêk bo xom û hoşeng
* * * * * *
Bo Ferhad pîrball
Besere gewireket xoşmdewêy
* * * * * *
Bo bîkes Hemeqadir
Ew eşqaney Bekotayî nehatûn ew çiwar şemme bîyankuje
* * * * * *
Bo zana xelîl
Geşitêk berew mall bibe
Bes tenha yek jinî têdaye
* * * * * *
Bo qubadî celî zade
Çîdî jinan leber dergay dadiga be rûtî becê mehêlle.
* * * * *
Bo dilşa Yusif
Nehêle çêdî helbestêt caran lipşt xu bizivirin
Şirêt ruyit
Li eşiqêt kevin dibine xudan

Jaru dihukî
Di centikê teda hemîşe sê tiştan dibînim
Qelem
Çîya
Laperek
* * * * * *
Bo fatma safçî
15 sal te xewnêt xu kum dikirin li kunceka zîndanêda te ji bîr kirin

* * * * *
Bo huşeng
Bi sê pêla hatî
Pêlek tijî xoşewîsitî
Pêlek tijî hejêkirin
Yasê tijî eşiq

* * * * * *
Bo Mamê mihsin
Jina germ
Te li layî sar ji bajêrî dît
Tiluvek ji jivanêt çûy di gerdena xuda kirîye ristik
* * * * * *
Bo şukirî şehbaz
Kevalekê riwîs
Bajarekê pêçayî dişermê dibet
* * * * *
Xalb Cemîl
Nihênîya te dixilfêt dersuka wîda şireka rumansîne
* * * * * *
Ferhad Hacî
Berî sall binîvî bît şirekê di bejna ruhana nivîsitî da hişîyar bike.
** * * * *
Arif hîtu
Sema pelatînkan
Sema gulan
Sema şiran
Sema hemî tiştan
Pa ka sema arifî?
* * * * * *
Dayika dalîyayî
Bakuzîrik lêva şirêt te qersandî ye lê her ji xu ve nabin aşiqin, aşiq
* * * * * *
Kemal Silêvaneyî
Di tenhistan da
Bitinê te
Û qelemekê binîvî
Û pêkeka binîvî
Û jineka binîvî
Dibînim

* * * * * * *
Bo Ebdulrehman bamernî
Şêxekî, pertûka te tijî eşiqeka keske
Bi nihênî li hucreka sipî da zarokan fêrî eşiqê dikey
* * * * * * *
Bo Mesud xelef
Îşev dîsan bi mesitî
Şireka nemir bixwîne
Bo bajarekî mirî
Dû rundika birêje
Di tirarekê tijî mey da
Yek Bo eşiqî
Ya duwêjî
Bo eşiqî
* * * * * *
Bo kejal Ehmed
Qaweyek errjête ser tenureyekî kurtî sûr
Xerîteyek le eşiq çêeka
* * * * *
Bo şêrku bêkes
Gurrstanekan hemîşe bê çiran
Perrokî pakîzeyî
Defterî şirêkî kiçane
Toqey perçemî Bokêkim bînî
Lenaw demî segêk ke le segekanî duya neeçû
* * * *
Bo amîna zikirî
Sipêdî
Pexşanên tijî xunav
Baxçekê xuzîya
Qeftekî şiran
Di hinaseka wîda te dîtin
Êvarî
Digel rujî xewarebûn
* * * * * *

2007/07/07 Hewlêr






 

                                                              

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1